We dizanibû…? – 38

We dizanibû…? – 38

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…di nav karmendên dewletê û serekqumandarên bi nav û deng da, ku roleke mezin lîstine di dîroka gelên Rohilata Nêzîk da, gelek kurd hene. Akadêmîk N.Y.Marr dinivîse: “Mîrên Ermenîstanê, serekqumandarên padşatîya Gurcistanê Zakarîy û Îvanê, gorî çavkanîyeke ermenîyan, bi esilê xwe va kurd bûne. Di nav mîrîtîyên malbetên xaçparêzên sedsala 13an da hurmeteke mezin bû, ku pêşîyên wan ji eşîreke kurdan bûna. Binemala Şeddadîyan di sedsala 10an da ji eşîreke kurdan peyda bûye, ku ji sala 951ê da li Arranê hukumdarî kirîye: beşeke Şeddadîyan li Gencê hukumdarî kirîye. Ji beşeke dinê ya Şeddadîyan di sedsalên 11 û 12an da desthilatdarên bajarê Anîyê bûne, wana li wir du mizgeft û heykelên misilmanîyê çêkirine. Pêşîyên Şeddadîyan ji bajarê Dvînê ne; ew ji binemala kurdan ya bi nav û deng Reverîyan bûne. Hema ji wî bajarî û ji wê eşîrê bûye binemala Eyûbîyan (1169-1250). Navê bingehvanê wê eşîra kurdan ya bi nav û deng ji her merivekî zane ra eyan e: ew Saleheddîn e, kurê Eyûbî”.

…di adara sala 1945an da bi hereketê endamên genc yên partîya ”Komala” li Mehabadê opêraya pêşin ya bi zimanê kurdî hate nîşandayînê, ku dihate binavkirinê ”Daîk-î Nîştiman” û tê da nîşan û nimûneyên nasyonalîzma kurdan yên xurt xuya dibûn, ji ber wê jî ew pir bi dilê gel bû. Lê wek ku kurdzan W. Eagleton di berhema xwe ya zanyarî ya bi sernavê The Kurdish Republic (rûpelê 39-40) da dinivîse, nûnerên Sovyet li Bakur-Roava Îranê xemgînîya xwe dîyar kirin, ku di opêrayê da nîşan û nimûneyên dijî Îranê hene.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev