Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Li Hewlêrê Festîvala Navdewletî ya Ziman û Çandan

Li Hewlêrê Festîvala Navdewletî ya Ziman û Çandan
Bi piştgiriya Parêzgariya Hewlêrê û Desteya Diyalogê bo yekem car li Hewlêrê Festîvala Navdewletî ya Ziman hate lidarxistin û peyama aştiyê da hemû gelên cîhanê. 
BasNûçe – Bi piştgiriya Parêzgariya Hewlêrê û Desteya Diyalogê bo yekem car li Hewlêrê Festîvala Navdewletî ya Ziman û hate lidarxistin û peyama aştiyê da hemû gelên cîhanê.

Li Hola Şehîd Seid Abdullah a paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê cara yekem Festîvala Navdewletî ya Ziman û Çandan bi piştgiriya Parêzgariya Hewlêrê û Desteya Diyalogê, hate sazkirin. Di festîvalê de Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî, Endamê Serkirdetiya PDK’ê Dr Roj Nûrî Şawês, Berpirsê Koma PDK’ê li Parlamena Kurdistanê Omîd Xoşnav, Endamê Serkirdetiya Komela Îslamî Şivan Raber, berpirsên hikûmî û îdarî, mamostayên zanîngehan û hejmarek zêde yê mêvanan amade bûn.

Hêjayê gotinê ye ku ev 14’emîn Festîvala Navdewletî ya Ziman û Çandan e û yekem care ku li Hewlêrê birêve diçe. Hevdem ligel lidarketina vê festîvalê li Hewlêrê, ev festîval li 30 welatên din jî tê lidarxistin.

Di destpêka festîvalê de komîteya amadekar behsa armanca sazkirina festîvalê kir û diyar kir ku armanc sazkirina pra biratiya navbera ziman û çandan e. Herwiha di destpêka festîvalê de Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî jî axaftinek kir û diyar kir ku Hewlêr navendek giring ê şaristaniyê û mînakek civandina gelan û çandan e. Lewma ew îro kêfxweş in ku festîvalek wiha yê navdewletî li vir tê saz kirin.

Di festîvalê de xwendekarên ji 15 welatên cûda yên cîhanê zarok û ciwan bi stran û govend û semayên xwe nimayişeke hunerî pêşkêş kirin û nameya aştiyê şandin ji bo serokê 200 welatên cîhanê ku nameyek jî ji Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî re jî hate şandin.

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev