Nêçîrvan Turk, Kurd jî Nêçîr (beşê sêhem) Tewr û Çarak

Nêçîrvan Turk, Kurd jî Nêçîr (beşê sêhem) Tewr û Çarak
Dema ku serokê Partiya Dademendî û Geşedanê Recep Teyyip Erdogan sala 2003-an serokwezaretî wergirt Ehmet Davutoglu kire şêwirmedê xweyî sereke. Di sala 2009-an da Davutoglu bû wezîrê dervayî û di sala 2014-an da bû serokwezîr. Ew mirovekî dîplomate, ramana siyasî û serboriya siyasî digihîne hev û bi kartîne.

Ehmet Davutoglu ji Partiya Dademendî û Geşedanê ya îslamî ye. Armancên vê partiyê di çarçewa pirojeya “Osmanîzma Nû” da û xistina nasnameya îslamî cihê nasnameya neteweyî û yekkirina gelên îslamî li hember dewletên rojava dizîvirin. Davutoglu di nivîs û berhemên xwe da li ser van mijaran radiweste. Ew di vê şopê da li gel rêveberên din yên Partiya Dademendî û Geşedanê dixebite. Bi gelemperî ew di van waran da çalakin:

– Tekûzkirina kelîja Îslamiyan li Turkiyayê di warên çandî, siyasî, aborî û leşkerî da.

– Xurtkirina peywendiyan li gel dewletên îslamî li Asiya, Afrîka û Ewropayê.

– Xistina “şoreşên îslamî” li Tunis, Misir, Lîbiya û Sûriyayê bin bandora xwe.

– Piştgiriya tevgerên îslamî bi awayekî aşkera û piştgiriya yên tundrew bi nehînî.

– Amadekeirin ji wê yekê ra ku Turkiya bibe rêvebera dewletên îslamî; hem di qada herêmî û hem jî di qada navneteweyî da.

Di çarçewa vê strategiya sisysî da rêveberên Turkiyayê bi wê yekê xerîkin ku Kurdan bikin nêçîra xwe û keda wan, hêz û şiyana wan têxin xizmeta van armancên dewleta Turk. Ji roja gihîştina Partiya Dademendî û Geşedanê ser desthilatdariyê, li bakurê Kurdistanê bi pisporî û awayekî pilankirî ev tişt pêktên:

Yekem – Bihêzkirina kelîja şêxên sofîzmê yên Kurd: Bi dîrêjahiya dîroka îslamî ev çîna şêxên sofîzmê bi desthilatdarên zordar ra hevpeyman bû; erk û peywira wan a bingehîn – heya niha jî – alîkariya siyasetmedarên zordare ku bi hêsanî pirojeyên xwe yên siyasî pêkbînin. Kar û tewrên wan her ewin ku efsaneyan belav bikin, raman û hişyariyê rawestînin, hişyariya gelêrî têxin xewê, ramanên derwîştiyê belav bikin, bihêlin ku gel xizan û reben bijî û serê xwe li ber desthilatadaran bitewîne; li gor rêbaza sofîtiyê “bila tikes destê te maç neke, daku pêle ser rûye te bike”.

Tewr û şêwazên şêxên sofîzmê pirin. Yek ji wan pêkanîna civînên zikrê yên bi geremol, xwandina sirûd û pesindanên pêximberî li ber ahenga def û erebaneyan, angaştkirina pêkanîna tiştên bi elawet û bi karanîna cinan û zanîna “ilmê ẍeybê”. Helbestvan Şeddad bin Ibrahîm derbarê şêwazê sofiyan di perestinê da gotiye:

Ey nifşê sofiyan, nifşê şerxwaz

Hûn tiştên bêgav pêktînin

Ma Xweda ji we ra got, dema hûn aşiqî wî bûn

Wek sewalan bixwin û ji min ra bireqisin?

Duwem – Xurtkirina kelîja Melayên Kurd: Tiştên ku şêxên sofizmê bi rêya efsaneyan, civînên zikrê yên bi geremol û lawijên ayînî dikin, çîna melayan di rêya xutbeyên rojên îniyê ra, dersên ayînî li mizgeftan, xelekên ezberkirina Qur’anê û çalakiyên wan li bajar û gundan van xebatan temam dikin. Zerera wan li ser kesên sade ji zerera sofiyan ne kêmtire; belkî hên bêhtir bi metirsî ye. Ji ber ew çanda paşketî li tev hin agahdariyên zanistî û dîrokî dikin û wisa xemilandî têne xuyakirin û bawerkirin, û gelek zore ku gel xwe ji van tiştan rizgar bike.

Nivîskarê Turk Ezîz Nisîn di romana xwe da “Rêya Yekane” dibêje ku şêxê herêmeka kurdî miribû. Axayê wê herêmê bihîst ku Paşa Zadeyê derewîn gihîştiye herêma wî. Rabû bi çawîş (berpirsiyarê dewletê) ra li hev hat ku Paşa Zade bikin şêxê nû ji bo wê herêmê û nav lêkirin “Şêxê Ûryanî” û jêra gotin: “Li vê herêmê ti kar bêyî şêx bi rê va naçe; pêwîstiya xelkê vê herêmê bi şêxekî heye. Xelkê vê herêmê belkî dikarin bê nan bijîn, lê bê şêx nikarin bijîn”. [Ezîz Nisîn, Rêya Yekane, rûpel 147].

Bala rêveberên Turkiyayê pir li ser wê yekê ye ku mizgeft û pirtûkxaneyên îslamî bêne avakirin, semînar û konferansên îslamî bêne lidarxistin û hemû şêwazên ragihandin û medyayê dixin xizmeta tekûzkirina çanda îslamî bi çêjeka turkî. Bala wan pir li ser wê yekê ye ku di yadên ayînî da li bakurê Kurdistanê beşdar bibin. Ehmet Davutoglu her carê, roja îniyê, nimêja xwe li bajarekî kurdî dike, daku bide xuyakirin ew çiqas misilmanekî xawên û paqije û wisa dostaniya şêxên sofîzmê û melayên Kurd qezenc bike. Wî li Amedê Şemaxê Kurd danî ser kola xwe, daku wisa hezkirina xwe ji Kurdan ra nîşan bide. Ev hemû tewr û şêwazên wanin daku bikaribin Kurdan wek nêçîr bigirin.

Belê nêçîrvanê Turk Kurdan ji xwe ra dike nêçîr û ew Kurdê ku bûye nêçîr bi rola kewê qefesê radibe daku Kurdên din jî bigirin û wisa nêçîrvaniya turkî li ser me berdewam dike.

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)

wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev