Ji nimûneyên zargotina me – 38

Ji nimûneyên zargotina me – 38
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina xwe berdewam dikin. Berhema 38an me ji pirtûka Xelîlê Çaçan ya bi sernavê “Cewahirên kurdî” hildane, ku van dawîyan ji alîyê weşanxaneya “Lîs”ê da li Diyarbekirê bi 4 pirtûkên wî yên din va tevayî çap bûye.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Çend nimûneyên zargotina me ji pirtûka “Cewahirên kurdî”
Gundê Lotan heta gundê Botan

Rojek merîk bi mêvanî ji gundê Lotan diçe gundê Botan. Êvarê, wextê ew vedigere, ser çêm ra banz dide, ku derbaz be, dişimite, dikeve avê, di ro da diçe. Bi zorekê du bela ew ancax digihîje kenarên çêm, lê nikare jê derê. Ew xwe ji tûmekî digire û disekine. Hinekî bîna xwe dikişîne û xwe ji xwe ra dibêje:
-Gundê Lotan dibêje qey ez ji gundê Botan me, lê gundê Botan jî dibê qey ez ji gundê Lotan me. Lê ewana nizanin, ku ezî vê şevê ketime çerx û lotan e.
Gur û kûçik

Rojekê kûçik rastî gurekî tê, dinihêre gur gelekî belengaz bûye, ancaxkî rê diçe.
Kûçik ji gur ra dibêje:
-Ha birayê gur, tu çima wisa belengaz bûyî; dibe nexweş î?
Gur caba wî dide, dibêje:
-De, tu halê me zanî; em rojekê têr in, rojekê birçî ne, wê halê me jî ev be.
Kûçik gunehê xwe li gur tîne û jê ra dibêje:
-Bira, tu bi min ra were gund, ezê ji xweyê xwe ra bêjim, emê tevayî miqatîyê li malê, kerî-sûrîyên wî bikin, ewê têre-têr nan û xwerinê bide te.
Gur bi kûçikê ra razî dibe û ewana ber bi gund bi rê dikevin.
Rê va gur dinihêre, ku situyê kûçikê bûye birîn, ji kûçikê dipirse:
-Bira, situyê te çima bûye birîn?
-Tiştekî nake, bira, ew dewsa zincîrê ye.
-Dewsa zincîra çi?
-Xweyê min car-carna min girê dide, ku ez di cîkî da neçim, miqatîyê li mala wî bikim.
Paşî vê yekê ew ji kûçikê ra dibêje:
-Bira, ku wisan e, ez bi te ra hevaltîyê nakim. Diha rind e ez birçî bim, ne ku min bibin, girê bidin.
Ji wî ra wisa lazim e!

Dibêjin, ku mûsa kêlimçîyê Xwedê bûye. Wextê ewî dixwest bi Xwedê ra xeberda, diçû serê çiyakî bilind, ebabetî li Xwedê dikir, çiya bilind dibû, ezman nimiz dibû û ewî bi Xwedê ra xeber dida, lava jê dikirin. Rojekê ew bona xortekî dîsa diçe, ku bi Xwedê ra xeberde. Diçe serê çiyê, dua-dirozgeyan dike, çiya bilind dibe, ezman nimiz dibe û Xwedê pê va dîhar dibe, dibê:
-Ha bêje, mûsayê min!
Mûsa dibê:
-Xaliq, min îro tiştek ber çavên xwe dît, ewê ser min hukumekî mezin hîşt. Min dît, ku birrek zar direvîyan, ku herin xwe li avê xin. Yekî ji wan zaran xwe ser zik dişiqitand, diçû, nikaribû bi pîyan rê biçûya. Ewî xortî çi kirîye, ku te ewqas ceza dayê. Ez ji te hîvî dikim, ku ewê nexweşîyê ser wî hildî, bira bibe weke hevalên xwe.
Xwedê dibê:
-Mûsayê min, tu gerekê seba wî nehatayî cem min, lê ku tu hatî, seba xatirê te ez tiştekî nabêjim, lê dibe seba vî xortî tu poşman bî. Heta tu herî, ewê jî notila xortên dinê silamet be.
Çend roj derbaz dibin, mûsa dibê ka ez herim binihêrim çika halê wî xortî çi ye. Ew diçe devê golê rûdinê, dîna xwe didê, wê nîvro xortan dane pey hev, hatin, ku xwe li avê xin. Ew xortê topal (seqet) jî di nav wan da bû, ku îdî qenc bûbû û weke wan direvîya. Ew xort dibêje:
-Gelî lawikan, werin em hemû li rêzê bisekinin, xwe tevayî bavêjine nava avê, çika kê gelekî di binê avê da dimîne.
Heval bi wî ra qayîl dibin û tevayî xwe davêjine avê, xênji wî xortê seqet. Wextê zar xwe davêjine avê, derbê ra xûna sor li ser golê dikeve, her zarek, wextê ji avê derdikeve, dibînin, ku zikê yekî qul bûye, çavê yekî derketîye, lê gelek jî wisa birîndar bûne, ku nikarin ji golê jî derên.
Eyan dibe, ku evê topal pêşda qamûş birrîye, serê wana tûj kirîye, ew cîyê, ku xort xwe li avê dixin, li wir di binê avê da nikandîye. Hema bona wê yekê jî ew dibêje ka em bi hev ra xwe bavêjine nava avê, lê ew bi xwe jî tev xortan xwe navêje nava avê.
Mûsa careke dinê diçe dîtina Xwedê û jê hîvî dike, ku dîsa ceza bide wî xortî, yanê na ewê anîzasîyên din bike.
Xwedê dîsa wek mûsa dike, lingên wî xortî dîsa dikişin û pey xortan ra xwe ser zik dişiqitîne.
Sibê here filan bajarî, were

Êvarekê axa ji xulamê xwe ra dibêje:
-Sibê here filan bajarî, vegere, were.
Xulam sibê radibe û berê xwe dide wî bajarî û diçe. Axa berbangê radibe, ku temîyên xwe bide xulamê xwe û wî bişîne bajêr. Axa digere, nagere, xulamê xwe nabîne. Xêlek şûnda xulam tê, dibê:
-Axayî sax be, ez çûme bajêr, hatim.
Axa dibê:
-Tu çûyî çi; ne min gerekê temî li te bikira, ku te ji bajêr çi banîya!
Xulam dibê:
-Axayî sax be, te got sibê here bajêr, ez jî çûme bajêr. Em – xulam bêy ku bifikirin, emirê axan mîyaser dikin.
Wê min bi sol kin

Rojekê kêvrûşkek dikeve deşt û zozanan, direve. Yek ji kêvrûşkan dipirse:
-Kêvrûşk, çi qewî tu wisa bi lez direvî?
Kêvrûşk caba wî dide, dibêje:
-Meriv hespan, keran, qantiran digirin, bi sol dikin, bizmaran li lingên wan dixin.
-Ê, ji te ra çi, xwe tu ji cisnê xwedîsimûtk nînî, ku te bi sol bikin.
Kêvrûşk dilezîne û caba wî dide:
-Heyran, heta ez îzbat bikim, ku ez kêvrûşk im, wê îdî min bi sol bikin.
Pereyên bi deyn – malxirabî ye

Wextekê du cînar hebûne. Yek dewletî bûye, yek jî kesîb. Çiqas roj e mala yê kesîb da dengê kilam û reqasê tê, xortê kesîb wê rojê çi xebitîye, dide xurek dikire, tîne, ew û jin û zarên xwe dixun, paşê ji xwe ra kilaman dibêjin, li saz dixin, radibin radizên. Rojekê cînarê dewletî gazî yê kesîb dike, dibêje:
Qurban, ez dinihêrim tu destteng î, hanê ji te ra van pereyan hilde, ji xwe ra hespekê bikire, xan-manê teze çê bike, paşê kengê kete destê te, tuyê bidî min.
Xortê kesîb pê ra qayîl dibe, wan pereyan hildide û tê malê. Sibetirê dewletî dinihêre, ku îdî dengê kilam û reqasê ji mala kesîb nayê.
Xêlekê şûnda cînarê dewletî gazî yê kesîb dike û jê ra dibêje:
-Qurban, her ro dengê kilam û şayê ji mala te dihat, îro qet çima ji mala we deng nayê. Hûn gerekê niha diha şa bin, ku min ewqas pere bi deyn daye we!
Wî çaxî xortê kesîb pereyên wî ji cêba xwe derdixe, ber datîne û dibêje:
-Heyran, hanê pereyên xwe paşda hilde. Hema di rûyê van pereyan da ne, ku dengê şayê ji mala min nayê. Berî ewlin, ez ketime nava mitaleyan, ku ezê paşê ji kîderê pereyan bînim, deynê xwe li te vegerînim; ya dinê, ez difikirim, ku wan pereyan bikime kîderê, ku diz nedizin; ya sisîyan, her zarek dibêje pê van pereyan filan tiştî bikire, bona wê yekê jî ez ketime nava mitaleyan.
Ew pereyan datîne û ji dêrî va derdikeve. Sibetirê dîsa di mala yê kesîb da dengê kilam û reqasê tê.
Melle gotina dayînê nizane

Rojekê melleyek dikeve çemekî, û çem wî ber xwe dibe. Merîyên kêlekê yek ji wan nêzîkî kenarê çêm dibe û dibêje:
-Melle, ka destê xwe bide min, ez te ji çêm derxim.
Melle guh nade wî û dîsa niqoyî binê avê dibe.
Merîkî zane evê yekê texmîn dike û ji xort ra dibêje:
-Qurba, melle gotina dayînê nizane. Jê ra bêje – hanê destê min – ewê destê xwe bide te.
Kê gerekê pêşîyê silavê bide kê
Rojekê mî û bizin rastî hev tên, yek selamê nade yê dinê. Bizin çavên xwe li mîyê cinû dike û dibêje:
-Mîya dûvdirêje mirdarok, ew tu xweyê çend serîyan î, ku ber min ra derbaz dibî, selamê nadî min?
Mî jî ser bizinê hêrs dibe û dibêje:
-Ew kengê cisinê te ser cisinê min ra bûye, ku ez îro ji te ra xizmet bikim, pêşîyê selamê bidime te. Tu rind zanibe, ku di nava cimaetê da qedirê min ji qedirê te zêdetir bûye û cisinê min jî ji cisinê te naziktir bûye.
Bi vî cûreyî, her yek peyê xwe û cisinê xwe dide, bi hev ra şer dikin, ew dibê gerekê tu pêşîyê selamê bidî min, ya dinê dibê gerekê tu pêşîyê selamê bidî min. Ser van şer û de`wên wan da hesp tê. Ewana şikyatê xwe ber hespê dikin, çika ji wana kîjan gerekê pêşîyê selamê bide yê dinê.
Hesp dibê:
-Qet şer nekin, ew merî pêşîyê selamê dide yê dinê, kîjan ji bera torinan e û bi xwe jî torin e.
Paşî van gotinan dema mî û bizin rastî hev tên, her yek ji alîyê xwe da dicedîne zû selamê bide ya dinê.
Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev