KIŞANDINA SÎNORÊN TIRKÎYÊ-ÎRANÊ (di salên 40-50î yên sedsala XIXa da) – 1

KIŞANDINA SÎNORÊN TIRKÎYÊ-ÎRANÊ (di salên 40-50î yên sedsala XIXa da) – 1

Me di 37 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, ji 3 cildeyên berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê ji pirtûka profêsor N. A. Xalfîn a bi sernavê ”Têkoşîn ji bo Kurdistanê” beşa pêşin a berhema zanyarî a bi sernavê ”KIŞANDINA SÎNORÊN TIRKÎYÊ-ÎRANÊ (di salên 40-50î yên sedsala XIXa da)” raberî we dikin. Ev pirtûka zanyarî sala 1963an li Moskvayê çap bûye.

Piranîya van berhemên giranbuha heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine kurdî.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Ji berhemên kurdzanên me – 38

Peymana Erzurumê, ku Tirkîyê û Îranê sala 1823a qol kirine, pirsên hucet yên sînoran di navbera wan dewleta da safî ne kirin. Li çend perçên ser sînorê Tirkîyê-Îranê herdem şer derdiketin. Awa, Îran kontrolîya xwe li ser qezayên Ahûrîkê û Zohabê berdewam dikir, ku Tirkîya ew wek perçên axa xwe hesab dikirin. Sala 1837a padşê Bexdayê Elî-Riza êrîşî li ser bajarê Îranê yê li ser sînor Mohemmerê kir û ew kaf-kûn kir. Serneketina serbazê Tirkîyê Hafiz paşa, ku eskerên serdarê Misrê Muhemed Elî di şerê rex Nezîbê (sala 1839a) da zora wî bir, Împêratorîya Osmanîyê ji qudûm êxist. Derebegên kurda ji vê yekê karê ketin û hukumê xwe bi hêztir kirin.

Daxazên derebegên kurda yên “nijadperestîyê” gumreh dibûn. Serdarê wilayeta Suleymanîyê Mehmûd paşa (ji malbeta kurda ya bi nav û deng Baban) di şerê dijî dîwana Tirkîyê da dicedand ji Îranê piştgirî bistîne. Hukumeta şah jî dixwest “tevlihevîyên” li Tirkîyê bi kar bîne bona firekirina axa xwe, bi dilekî baristan sozê alîkarîyê dida kurda, ji ber ku di hêlekê da jî wê demê rewş di navbera Tirkîyê-Îranê sert bûbû. Sala 1842a alaya Îranê navbendeke ziyaretî ji bo şiîya – bajarê Kerbelayê, ku bin hukumê Împêratorîya Osmanîyê da bû, xiste bin destê xwe, lê zûtirekê ji alîyê eskerên Tirkîyê yên Elî-Riza da ew ji wira hatine raqetandinê. Ewî qira şiîya anî. Wek ku konsûlê Rûsîyayê yê sereke li Tewrêzê Anîçkov elamî serwêrê Pişkavkazê Nêydhart kirîye (2-ê sibatê, sala 1843a), emelê padşê Tirkîyê li Îranê hatne qebûlkirinê wek bêhurmetîya olî-dîndarîyê, û “niha tirs heye, ku wê di navbera Portoyê û Farizistanê da careke din destbi şêr bibe”(1).

Rewşa li wargehên bakûr yên ser sînorê Tirkîyê-Îranê jî sert bû. Pevçûnên çekdarîyê li qeza Bazîdê jî bûn, li ku Hafiz paşa qira eskerên şah anî, ku ketibûne wira.

Bi biryara Tehranê dewlemend û giregirên Îranê lezo-bezo destpê kirin ji Împêratorîya Osmanîyê birevin. Ordîya şah di navça Hemedanê da hatibû civandinê(2). Her deqe li benda destpêkirina şêr bûn.

Îngilîs û Rûsîya têkilî nava wî şerî bûn. Wana ber herdu alîyên dijî hev pêşnîyara navçîgarîyê kirin. Şerê ku dikaribû destpê bûbûya, wê zirareke mezin bida tucareta wan dewleta li Tirkîyê û Îranê û ji ber wê jî ew şer ji wan ra hîç dest ne dida.

Hukumeta şah dixwest dijminaya di navbera wê û Tirkîyê da bi aşîtî bê helkirinê. Wek ku wezîrê karên der yê Rûsîyayê Nêssêlrodê ji wezîrê parastinê Çêrnîşov ra nivîsîye, şah Mehemed-Mîrza hîvî ji Nîkolayê Iê kirîye, bona ew alîkarîya hilanîna nerazîbûnên di navbera wan herdu dewleta da bike. Belge ji qasidên Rûsîya padşatîyê yên li Tirkîyê û Îranê ra hatine şandinê, ku ew tevî helkirina problêma bibin(3). Bi vê armancê Erzurum hate hilbijartinê wek cîyê hevraxeberdana. Serhingê barêgeha sereke Daynêzî jî çû wira(4).

Sala 1843a nûnerên Împêratorîya Osmanîyê – Nûrî paşa, Îranê – Mîrza Ceferxan, Îngilîs – serhing Farrant jî hatine wira(5). Ev komîsyon weke çar sala xebitî.

Heta ew hevraxeberdan berdewam dibûn, li wargê Kurdistanê – Cizîrê serhildaneke nû destpê bû, ku yeke here mezin bû di sedsala XIXa da. Amadekar û serokê wê xweşmêrê serhildanên di salên 30î da Bedirxan beg bû. Ev merivê zane û zîrek, ku ji malbeteke bi nav û deng bû, ne wek serekên kurda yên mayîn bû, ku dijîtî û şerê hevdu dikirin, gelekî baş pêwîstîya yekîtîya eşîretên kurda derc (fêm) dikir bona hêza wan bike yek û derxe dijî dijmin û neyara. Serekê kurdên Hekarîyê Nûrulle beg û yê Moksê Mehmûd xan piştgirîya Bedirxan kirin, yê ku dîplomat û sîyasetvanekî hêle bû.

Gelê kurd ji dest bacên tirka, ku ji quweta wan der bû, zare-zar bû û qet ne dixwest eskerîya ordîya sultanîyê bike. Derebegên kurda jî ji tirka aciz bûn; xwesma wê demê derebegên kurda pir bînteng dibûn, gava karmendên tirka welîyên, ku ji malbetên kurdaye navdar bûn, diguhêrandin.

Bedirxan beg, ku bal serekên kurda qedirê wî pir hebû û gel jî qîmetekî baş dida wî, nerazîbûna kurda ya dijî hovîtîya Tirkîyê bi awakî aqil bi kar anî. Ew serdarê cêribandî û mêrxas di nava demeke kurt da ordîya kurda ya ji bo berxwedanê amade kir. Xortên kurda, ku ji ordîya tirka direvîyan, bi dil û can diketine nava alayên wî, lê serekeşîr jî bi her awayî alîkarîya wî dikirin.

Ji mêrxasîya niştimanperwerên kurda destpêka salên 40î da axeke çiyayî ya pir mezin ji başûra gola Wanê û sînorê Îranê bigre hetanî rohilata Dîyarbekirê û roava Mûsilê tenê ser kaxez di nava axa Împêratorîya Osmanîyê da bû. Lê bi rastî Bedirxan beg xweyî-xudanê van dera bû, ku binecîyên wir – ne tenê kurd, lê herwiha ermenî, xaldî, aşûrî û yên mayîn jî, gelekî qedirê wî zanibûn(6).

Ew kesên, ku hatibûne li van dera, ji Dîttêl ra şirove kiribûn, ku bêqezîyabûn û seqirîbûna (bêxeterî û dilrehetî) vira bûye mesele û ketîye ser zar-zimanê her kesî. Dibêjin: “Ji erdê Bedirxan beg zarokên destzêr dibin”(7). Ji wilayetên mayîn gelek kes dihatine vira. Daxaza, ku “bikevine nava alayên Bedirxan” hema wî xudanî gelekî baş şirove kirîye, yê ku çend malûmatî elam kiribûn derheqa rewşa hundur ya wê xantîyê, ku ji alîyê serokê kurda da hatibû sazkirinê. Ew şirovekirin usa bedew hatîye nitirandinê, ku hêjaye wê bi temamî raberî guhdarîya we bikim:

“Li ser riya em li her dera rastî koma mirovan dihatin, ku koçên xwe ji cîkî bar dikirine li cîkî mayîn,- V. Dîttêl nivîsîye.- Li wir kurdê min (rêber.- N. X.) got, ku zûtirekê ji dest pirbûna binecîyên ku bona mayînê vira dihêwirin, wê li ser erdê Bedirxan beg îdî cî nemîne… Lê ne her kes dikare bê vira û bibe xwedî ax û navê “kurdê Bedirxan beg” – ew navê bilind bistîne; ji bo parevekirina axê zagûn û şertên wî yên taybetî hene; lê dilrehetî û bêqezîyabûn, ku ji bo her kesî heye, ser her tiştî ra ne. Her kurdekî ku tê bal wî, gerekê hespa wî ya baş, çek-rihal, şûr-qeme û qirma wî hebe. Ew tê wê manê, ku her yek gerekê haya wî jê hebûya ku dema pêwîst gerekê amade be bikeve nava şêr… Bedirxan beg ji her erdekî, ku dida gelê xwe, çend qurûş hildidan… Ji xwedîmilk û xwedî pez-dewara jî ewî baceke biçûk hildida. Dû ra kurda gerekê ji ekinê sitendî ji sê para yek bidana xanê xwe”(8).

Û pey ra: “Bi vî awayî, koçer ji çiya cîguhastî li ser erdê Bedirxan beg dibûn, dibûne eskerên wî tenê bona wê, ku li ser erdê wî xanî seqirîbûn, rehetî û qeyde-qanûn hene”(9).

Bedirxan beg qedirê her dînekî digirt. Ji bo nimûnê, li Cizîrê, ku navça wê wilayetê ya navbendî bû, xaldêyên xaçparêz (50 mal) û yakovît (20 mal) diman û mizgevtên wan hebûn(10).

Bernama Bedirxan beg ya sîyasî – ew damezirandina dewleta serbixwe bû.

Sala 1844a hukumeta sultanîyê nêt danî pêşîya xwe, ku “dewleta Bedirxan beg” pûç bike û bide hilanînê. Bona şerkarîya dijî wê ordîke xusûsî bi serokatîya Osman paşa hate amadekirinê. Osman paşa, ku biryar kiribû hêza kurda bişkêne, ordîya xwe kire du para. Pareke wê li Wanê bi cî û war bû, para mayîn jî – li Dîyarbekirê. Serleşkerê tirka kar û barê xwe ji Erzurumê cîguhastî vira kir.

Dîwana Osmanîyê bona ku dijminê xwe sist bike, destpê kir nerazîbûnên li Kurdistanê yên ser bingehên olî û miletîyê bi helana (bi pînckirina, bi navtêdana) geş bike. Di wî karî da mîssîyonêrên xaçparêz (xwesma yên Amêrîkayê) piştgirîya wê kirin, yên ku li navçeyên Rohilata Tirkîyê û Bakûr-Roava Îranê da hêwirîbûn. Wek nimûne, bi tevgelîya wan mîssîyonêra, ku ew jî nav hev da dijîtîya hev dikirin, ji hukumeta sultanîyê ra li hev hat ji alîkî va di nav şervana da perçebûnê çê bike û Bedirxan beg  û Nûrulle beg rake dijî hev, ji alîyê mayîn da jî di navbera xaçparêza û nêstorîyana (aşûrîya û xaldêya) xirab bike(11).

Wek ku A. Karsêv nivîsîye, “Pelepistûkîyên padşê Mûsilê Mehemed (Qeretlî), ku yekî çikûz û hov bû, gelekî alî serketina wê êrîşê kirin. Ew ser wê gumanê bû, ku kurd û nêstorîyan wê hevdu sist bikin û bi wê yekê va hildana çiya wê bê hêsakirinê”(12). Ew hesabê wî bi temamî rast derketin. Şerê di navbera hev da hêza dewleta Bedirxan beg ji hev kir, firsenda wî sist kir, ku bikaribe derkeve dijî eskerên tirka û ew yek qezîyake mezin bû ji bo heyetîya (hebûna) wî. Hema xût dubendîyên di navbera gelên li ser erdê Kurdistanê da bûn sebeb, ku ordîya sultanîyê bi ser ket.

Sala 1843a leşkerên kurda êrîşî li ser navça Tîyarê (besta Zaba Mezin) kirin, lê sala 1846a jî – li ser navça Tihorê, li ku nêstorîyan diman. Ew tevrabûn xwesma sala 1846a gelekî gumreh bûn(13). Wan tevrabûna da kurd ser ketin. Bedirxan beg nêstorîyan berbat kirin. Ewana jî hewara xwe li konsûlê Îngilîs li Mûsilê N. Rassam(14) daxistin û bi wê yekê va ji Împêratorîya Brîtanîyayê ra bahane çê bû, ku bikeve nava karê Kurdistanê. Îngilîsa ji sultan daxaz kirin, ku dijî Bedirxan beg mecalên diha berk bi kar bîne.

Eskerên tirka, ku hêzên xwe li navça Wanê civandibûne ser hev, sala 1846a êrîşî li ser wilayeta Hekarîyê -Moksê kirin. Wana zora bêlûkên (alayên biçûk) Nûrulle beg û Mehmûd xan birin. Eskera bi hovîtî gundên kurda xirab dikirin û binecîyên wan dizêrandin. Wana qet gunehê xwe li ermenîya û aşûrîya jî ne anîn. Pey şerê giran ra gelek xwîn rijîya û berxwedana kurda wê navçeyê da şikest.

Osman paşa, ku heq-hesabê xwe bi Bedirxan beg ra rast kir, berê eskerên xwe da hêzên kurda yên mayîn. Şer diha gurr û geş bû. Pêşmergên kurda, ku gelekî baş serederî li çiyayên xwe dikirin, bi mêrxasî êrîşî li ser desteyên tirka dikirin, yên ku di alîyê çekdarîyê da ser wan ra bûn.

Rast e, şervana bi mêranî ber xwe dan, lê sebebê binketinê ew bû, ku hêzên şervan qet ne beramberî hev bûn. Gava zexîra kurda ji alîyê xurek û cebirxanê da xilas bû, ji Osman paşa ra hela dîsa esker û cebirxane dişandin. Artêşa sultanîyê ser best û beyarên Kurdistanê agir barand. Di nava şertên dijwar da jî welatparêzên kurda êrîşî li ser ordîya sultanîyê dikirin. Serbara ser da jî, li Kurdistanê nexweşîya tayê peyda bû, ku belayî li ser eskerên Osman paşa jî bû.

Serdarê tirka, ku bawerîya wî tunebû bi riya şêr zû bi ser keve, dest avête bertîldayînê, ku bikaribe di nav dijminê xwe da perçebûnê çê bike. Ewî dixwest dijminatîya di nav çend serekeşîra da bi kar banîya. Ew taktîka nû bi ser ket. Sala 1847a birazîyê Bedirxan beg, ku serokatî li desta şervanên kurda dikir, ji alîyê Osman paşa da hate kirînê û pêşenî ji bo dijmin vekir.

Mîr Bedirxan beg, ku eskerên sultanîyê dora wî girtibûn, bi çend hevalbendên nêzîk va mecbûr ma teslîm be(15). Mîrê kurda sirgûnî Varnayê kirin, lê serekên ku bi wî ra hatibûne girtinê, berê wan dane girava Krîtê. Gelek tevgelên serhildanê revîne Îranê û Pişkavkazê, an jî xwe li çiya veşartin.

Dîwana Tirkîyê, ku ser demekê Kurdistan da “rehetkirinê”, lê nikaribû bîne rayê, destpê kir serokatîya xwe cîguhastî wira kir û bi wê yekê va extîyarî û serdestîyên derebegên desthukum ji wan hilda. Awa, sala 1849a wana “mîrê” kurda li Bîtlîsê – Şerîf beg sirgûnî Sitembolê kirin û dewsa wî welîyê xwe danîn(16). Li Hekarîyê serwêrîya Tirkîyê bi “çarşevê” rûyê xwe yê rast veşartibû, ji ber ku welîyê wira Yezdanşîrê kurd bû.

Di wan dema da komîsyona Îngilîs-Rûsîyayê-Tirkîyê-Îranê projeya peymana di navbera Îranê û Tirkîyê amade dikir. Lê him komên serkarîkir yên sultanîyê, him jî yên şah bi têksta peymanê ya amadekirî ra qayîl ne bûn. Lê bin zordayîna Îngilîs û Rûsîyayê, Tirkîya û Îran mecbûr man razîbûna xwe bidin.

Peymana Tirkîyê-Îranê ya nû, ku navê ya Erzurumê li wê jî kirin, 19/31ê gulanê sala 1847a hate îmzekirinê. Bi wêya herdu alî gerekê daxazên pera û erdê ji hevdu nekin, behsa bindestxistina qeza Zohabê nekin (para wê ya pir – ya roavayê gihîşte Tirkîyê, lê para wê ya rohilatê tevî best-beyarên Kêrîndê gihîşte Îranê). Hukumeta şah soz da têkilî nava karê hundur yê wilayeta Suleymanîyê nebe û hîç cara behsa wê neke. Dîwana Tirkîyê jî borcê usa hilda li ser xwe hindava Mohammerê û kenarê çemê Şett-el-Erebê yê çepê.

Ew peyman danûsitendinên Tirkîyê-Îranê yên bazirganîyê bi rêk û pêk dikir, serdestî dida dîndara, ku bikaribin herine “cîyên ziyaretî” û herwiha dabû ber xwe (niyêt kiribû) “pêşîya êrîşkirinên eşîrên li ser sînor bigre û ji bo wê,- wek ku di peymanê da hatibû kivşkirinê,- herdu alî gerekê eskerên xwe li cîyên kivşkirî bi cîh bikin”. Ew eşîrên, ku wetendaşîya wan ne bêlî bû, dikaribûn ji xwe ra wetendaşîya ew dixwezin hilbijartana û bona jîyana xwe cî bibijartana. Ew eşîret, ku wetendaşîya wan bêlî bû, gerekê vegerîyane li ser axa dewleta xwe(17).

Bona pêkanîna peymanê û berî her tiştî seba kivşkirina sînora di navbera Împêratorîya Osmanîyê û Îranê da, komîsyona bi teşkîla Derwêş paşa (Tirkîya), Mîrza Cefer xan (Îran), Yê. Î. Çîrîkov (Împêratorîya Rûsîyayê) û W. Wîlyams (Îngilîs) hate amadekirinê.

Baylozê Brîtanîyayê li Sitembolê lord Strêtford-Kannîng ser endamên komîsyonê hukumekî mezin kir. Ewî planên sînorkişandina ji alîyê Tirkîyê û Îranê da raberkirî qebûl ne kir û fikrên xwe pêşda kişandin û dixwest, wek wî digot, ku baylozê Rûsîyayê li Tehranê – Tîtov jî bi kar û barê xwe va “bêy xeberdan razîbûna xwe bide”. Tîtov, bi gotina Stretford-Kannîng, wî da bawerkirinê, ku ew malûmatîya ku wê bona Împêratorîya Rûsîyayê bê amadekirinê, wê hema wek “wan daxaza” be, wek ku ew ji bo komîsarê Îngilîs hatîye hazirkirinê (18).

Lê dokûmênta ji alîyê baylozê Brîtanîyayê da amadekirî bi temamî ji bo kara daxazên sîyaseta Îngilîs yên dagîrkarîyê bûn. Bin menîya razîkirina daxazên binecîyên ser sînor û bona “başkirina rewşa wan ya civakî” komên Îngilîs (herwiha yên Rûsîyayê jî) yên serkarîkir dixwestin xetkişandina sînora bi kar banîyana bona bi hûrgilî lênihêrandina navçeyên dûr yên Tirkîyê û Îranê, seba dagîrkarîya xwe ya bazirganîyê-sîyasî. Strêtford-Kannîng, ku derheqa wê yekê da elam dikir, ku lazime “dinya pêşketî” bi şertên jîyana cî û binerdê wê navçê ra bibe nas, di nava malûmatîya ji serbaz Wîlyams ra şandî da bawerî dianî, ku ewê alî “firekirina zanebûnên kardar û vekirina rêyên nû bona kirîn-firotanê bike”(19).

Strêtford-Kannîng ber Wîlyams pêşnîyar kir, ku dema di navbera endamên komîsyonê da nerazîbûn hebin, wê demê bi nûnerên Rûsîyayê ra bibine yek bona derkevine dijî “komîsarên musulman”. Ewî xwesma guhdarîya mezin dida ser kemala wan beşên peymanê, ku derheqa sazkirina wargehên eskerîyê da û herwiha derheqa cîwarkirina eşîra da bû anegorî wetendaşîya wan; Strêtford-Kannîng dida kivşê, ku înformasîyona bi hûrgilî derheqa wan nuxta da wê ne tenê baylozxane bi kar bîne, lê herwiha hukumeta Îngilîs jî(20).

Bayloz di nama xwe ya taybetî da, ku Wîlyams ra şandibû, berk de`w dikir, ku bispêrine xebatkarekî, da ku ew ne tenê bala xwe bide binerdê wargên lê hêwirî, lê herwiha lênihêrandina “taymetmendîyên erdnîgarîyê, erf-edet, toreyên eşîrên cihê-cihê û mecalên wan yên bazirganîyê” pêk bîne(21). Xwesma dihate destnîşankirinê, ku pêwîst e xerîta rêyên jê derbazbûyî û lê hêwirî ya bi hûrgilî û tam amade bikin.

Çavkanî:

1. Arşîva navbendî ya Gurcistana Sovyetistanê, fond 11, dokûmênt 1306, belge 1.

2. A. A. Adamov. Îraqa Erebîyê…, rûpel 441.

3. ASDR, Sankt-Pêtêrbûrg, arşîva sereke 1-9, sal 1842, dokûmênt 13, belge 1-2. Nama K. V. Nêssêlrodê ya 10-ê sibatê sala 1842a.

4. Hema li wir. belge 3-4. Nama Çêrnîşov ji K. V. Nêssêlrodê ra ya 2-ê adarê sala 1842a. Malûmatîya, ku Daynêzî sitandîye ya 19-ê adarê sala 1942a, binhêre hema li wir, belge 8-11.

5. Arşîva navbendî ya Gurcistana Sovyetistanê, fond 11, dokûmênt 1306, belge 2.

6. A. Safrastyan, Kurds and Kurdistan, pp. 55-56.

7. V. Dîttêl, Qisa rêwîtîyê li Rohilatê ji sala 1842a hetanî sala 1845a. Kurd û Bedirxan beg,- “Pirtûkxana ji bo xwendinê”, cild 95, sal 1849, tîrmeh, rûpel 205.

8. Hema li wir, rûpel 207.

9. Hema li wir, rûpel 208.

10. Î. Bêrêzîn, Xaçparêz li Mêsopotamîyayê û Sûrîyê,- “Moskvityanin”, sal 1854, hejmar 16, pirtûk 2, par 2, rûpel 146.

11. A. Safrastyan, Kurds and Kurdistan, pp. 55-56; Y. B. Soane To Mesopotamia and Kurdistan in disguise…, pp. 156-157; C. Sandreozkî, Reîse nach Mûsil and durch Kurdistan…, vol. III, pp. 70-71.

12. A. Karsêv, Malûmetî derheqa kurda da, rûpel 17.

13. ASDR, Sankt-Pêtêrbûrg, arşîva sereke 1-9, sal 1827, dokûmênt 10, par 1, belge 196. Malûmatîya baylozê Rûsîyayê li Tirkîyê K. V. Nêssêlrodê ya 4/16-ê çirîya paşin sala 1846a.

14. Y. D. Maloma. Nêstorîyan û qeza Hekarîyê,- “Nûçeyên para Kavkazê ya komela erdnîgarîyê ya Rûsîya Împêratorîyê”, cild II, Tîflîs, salên 1873-1874a; rûpel 155-156.

15. A. Safrastyan, Kurds and Kurdistan, p. 60.

16. Y. B. Soane To Mesopotamia and Kurdistan in disguise…, p. 374.

17. Binhêre: “Correspondence respecting the demarcation…”, pp. 2-4, usa jî “Matêrîyalên bona erdnîgarîya Tirkîya Asîyayê û Farizistanê. Kovara Çîrîkov, komîsar-navçîgarê rûs alîyê lihevanîna Tirkîyê-Îranê, salên 1849-1852a”, rûpel 631, 638.

18. “Correspondence respecting the demarcation…”, p. 4.

19. Ibid., p. 5

20. Ibid., p. 6.

21. Ibid., p. 7.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev