ROJEKE REŞ JI DÎROKA KURDISTANÊ

Bayram Ayaz, sîyasetmedar

Îro roja 377salvegera Peymana Qesra Şêrîn e.
Yanî welatê me Kurdistan cara yekemîn di navbera Împaratoriya Persan û Împaratoriya Osmaniyan de bi Peymana Qesra Şêrîn hat parvekirin.
Dîrokê rast zanîn, ji bo têgihîştina rewşa îro û nêrîn û pêşbîniyên rênasiyê bo paşerojê girîng e.
Parvekirina KURDISTANê û binpêkirina mafên rewa yê miletê me xedir û neheqiyeke mezin e li miletê Kurdistanê. Tiştê ku xedir û neheqiyeke dîrokî be, divê ji holê rabe. Careserî, bi riya cîbecîhkirina mafê çarenûsîyê damezirandina DEWLETA KURDISTANÊ ye.
Gelî xuşk û birano, divê em dîroka xwe bizanin, ji bo doza xwe ya rewa bidin ser riya çareseriyê.
Careserî Dewletbûn e, damezirandina dewlet û pergaleke demokrat û hevdem e.
MILET – WELAT – DEWLET – Dermanê ji holê rakirina neheqiyên dîrokî ye.

Birîna ku Peymana Qesra Sêrîn û Peymana Lozanê di laş û ruhê me de vedaye, ancax bi DEWLETA KURDISTANÊ BI PERGALEKE DEMOKRASIYÊ DIKARE bikewe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev