Bangewazî ji bo xwepeşandana 14. Gulanê li Kölnê

Bangewazî ji bo xwepeşandana 14. Gulanê li Kölnê

Îsal sed salîya Peymana SYKES-PICOT”e. Wek ku tê zanîn di 16. Gulana 1916’an de di navbera dewletên Îngilîz û Fransî de ev peyman bi darê zorê hatîye îmze kirin.

Bi wê peymanê van herdu dewletên emperyal daxwaz û rêya gelê me negirtin ber çav û welatê me Kurdistan li di navbera çar dewletên dagirker de dabeş kirin û kirine çar parçe. Îngilîzan li gor berjewendîyên xwe Irak, Fransîyan jî ji bo berjewendîyên xwe dewleta Sûrîyê ava kirin.

Bi kurtî dewletên Iraq û Sûrîyê sed sal berê tunê bûn. Îngilîzan û Fransîyan ev herdu welat ava kirine.

Bi derêxistina wê peymanê neheqîyeke mezin li gelê me hatîye kirinê. Ji alîkî ve welatê me hatîye dabeş kirinê, ji alîyê dine ve li ser gelê me bi destên dewletên Îraq û Sûrîyê bi dehan salan zilm û zordarî hat meşandin û hê jî ev zilm û zordarî dom dike.

Kurdên Dîyasporayê, welatparêzên hêja

Grûbek rewşenbîr û ronakbîrên kurd ên serbixwe Însîyatîfeke Sifîl ava kirine. Ev însîyatîf li Almanya li bajarê Kölnê di roja 14. Gulanê de li dijî vê peymana SYKES -PICOT û ji bo rojeke serbixwe xwepêşandan amde dikin.

Eve sed sale em wek netewa kurd êşa vê peymana, ku bêyî îradeya gelê me hatî girêdan, dikşînin û heta vê gave jî em di welatê xwe de her hêsîrin, tên kuştin û malwêran dibin. Hemû sedemên vê malwêranîya me, komkujîyên ku tên serê me, şer û bihevçûnên li Kurdistanê, bê hedaletî û bê hiqûqîya heyî, hemû her ji ber vê peymanê ne.

Em wek KOMKAR vê çalakîya pîroz, ku wê di 14. Gulanê de li bajarê Kölnê bê lidar xistin, ji bo berjewendîya tevahîya gelê xwe a li her çar parçeyên Kurdistanê girîng dibînin, wek erkeke netewî dizanin û piştgirîyê lê dikin.

Em di eynî wextî jî dixwazin bangî hemû kurdên li diyasporayê jî bikin ku di vê rojê de bi hemû îmkanên xwe, bi malbat û bi nas û dostên xwe re tevlî vê çalakîyê bibin da ku em hemû bi hev re di bin Ala Kurdistanê da daxwaz û ramana xwe ji gelê cihanê re eşkere bikin. Bila dinya û alem bizanê ku bi wê peymanê neheqîyeke dîrokî a gelekî mezin li gelê me hatîye kirin.

-Bimrê koletî, bijî azadî!

-Bijî yekîtî û tevxebata gelê me!

KOMKAR-Yekîtîya Komelên Kurdistan li Almanya

2016-05-02 20:38:00
Dengê Kurdistan

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev