Banga Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Banga Tevgera Ciwanên Kurdistanê
Her çiqas perçekirina Kurdistanê bi fermî di sala 1923yan de bi Peymana Lozanê bûbe jî di eslê xwe de bingeha vê peymanê Peymana Sykes-Pîcot a 16ê gulana 1916 e. Bingeha vê peymanê binpêkirina mafên netewî yên miletê kurd e.
Di encamên peymanên Sykes-Pîcot û Lozanê de miletê kurd gelek caran bi komkujîyan, nefîkirinan, îşkenceyan û hwd. bi gelek xerabiyan rû bi rû ma.
Di encama wan peymanan de miletê Kurd bi gelkujîyên Gelîyê Zîlan, Dêrsimê, Helepçeyê, Enfalê rû bi rû ma.
Di encama wan peymanan de Şêx Seîdê Pîran, Seyîd Rizoyê Dêrsimî, Dr. Fûad, Xalid Begê Cibrî, Yûsif Zîya Beg, Simko, Pêşewa Qazî Mihemed di destê dijminan de şehîd bûn.
Di encama wan peymanan de Şêx Ûbeydûllah Nehrî, Şêx Mehmûdê Hefîd, Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî ji welatê xwe dûr û bi hesreta welatê xwe çûn ser dilovaniya xwe.
Ev peymana ku sed sal berê bêyî îradeya miletê kurd di navbera hêzên emperyalist de hate îmzekirin, bû sedem ku miletê kurd sed salan ji mafê xwe yên xwezayî yên netewî bêpar bimîne û nikaribe wek hemû miletên cihanê cihê xwe yê di nava malbata cihanê de bigire.
Îsal sed saliya wê peymanê ye û bi dawîbûna wan peymanan dengeyên cihanê diguherin. Niha di nava hêzên cihanê de peymanên nû çêdibin û di serî de dagirkerên Kurdistanê hin hêzên ku dixwazin miletê kurd sed salek din bêstatu/bê dewlet bihêlin bi şev û roj dixebitin.
Divê miletê kurd ne sed saleke din, deqeyek din jî bindestiyê qebûl neke. Divê miletê kurd li hember dijminên Kurdistanê û peymanên ku Kurdistanê perçe kirine helwesta xwe nîşan bide. Divê di sed saliya Peymana Sykes-Pîcotê de miletê Kurd bi yekdengî wê peymanê şermezar bike.
Bi minasebeta sed saliya Peymana Sykes-Pîcotê Kurdên ku li Ewropa dijîn wê li Elmanya li bajarê Heumarkt-Kölnê di saet 13:00 de meşeke li dar bixin.
Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê di serî de endam û dilxwazên Tevgerê bangî hemû Kurdên ku li Ewropayê dijîn dikin ku di 14ê gulanê de ji bo neletkirina Peymana Sykes-Pîcotê beşdarî meşa Kölnê bibin.
TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ
Nîşe: Tevlîbûn wê bi tenê bi Alayên Kurdistanê ye. Flamayên tu partî û rêxistinan gerekê nebin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev