Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kulîlka ,,Xwîna hevt bira,,

Kulîlka ,,Xwîna hevt bira,,
Torinê Torinî, lêkolîner
 ,,…Xwestina kurda ji siruştê tê,
Lê çi ku ji siruştê tê bedew e, bê qisûr e,,
Nîgarkêşê navdar M. Saryan
,,Cara pêşin bi zanyarî, bi berfireh makkirî derbarê hêşnahîyên dermanîyê yên bi jehrîn yên Ermenîstanê da dermanzanekî kurd (ê ku dewsa çar intyaman (ezmûnana) pê yekê derbazî li ser xwendinê bûye li zanîngeha bijîşkîyê) lêkolîn kirîye. Têzîsên evê xebata wî ya dîplomîyê bona xwendevanên rêze bi şêweyê bi hêsa têgihîştinê kovara ,,Առողջապահություն,, (,,Tenduristî,,) ya hemkomarîyê ya Ermenîstanê (sal 1988), rojnamên ,,Բանվոր,, (sal 1984), ,,Rya teze,, (sal 1990) û yên dinê da hatine weşandinê,, (Mêzeke: pirtûka Գ. Վարդանյան ,,Շիրակի առողջապահությունը,,, էջ 110 – 111, 2003թ).
Ew dermanzan heyranê we Torinê Torinî ye, ango xudanê evan xetan e.
Dema lêkolînkirinên xwe ez rastî hine agahdarîyên derbarê dîrok û çanda me yên bi hêşnayên dermanîyê va girêdayî hatim. Awa hela 60 hezar sal berî ji dayîk bûna Îsa pêxember ,,MERIVÊN KULÎLK,, yên niştecîhên şkefta Şanîdar a li Biradost bi asta parêzîyê kulîlk hiz kirine û hêşnayên dermanîyê bona qenckirinê bi kar anîne. (Bîr – bawerîyên evan merivana ,,Pirtûka rêkordên Gînnêss,,- da wek li cîhanê dîharbûna bawerîyê ya here kevnare hatîye raberkirinê. Rû 220, s. 1991, Moskva, bi rûsî). Badilhewa nîne, ku kal – bavên kurda yên kevnare gele kulîlk û hêşnayî yên welatê xwe bona xwe kirine totêm, bi navên wana ber û berekên xwe nav kirine. Lê êzdî hê jî dawîya cejna wekehevbûna şev û rojê ya baharê da serşêmîkên xanîyan bi kulîlkan dixemlînin…
Zanyarê Sovêtê Prîxodko pirtûka xwe ya ,,Qenckira bin pencerê da,, – da dinivîse, ku Mîtrîdat (ê Mîhr da) ê padşahê Medya hekîmekî navdar bû. Bona qenckirina nexweşa ewî hêşnayên dermanîyê ji deverên dûr û nêzîk anî bû, xasbaxçê xweyî torkirî da bêcer dikir. Evî baxçeyê degme li Rohilata Kevnar deng veda bû…. (T. Torinî, ,,Hêşnayêd dermana nava lêgênda da,,, ,,Rya teze,,, N61, s. 1987).
Gilgamêş mînanî Mîr Mih (ê sîmvola demê, ku wek MÎHR (ro) û MEH (mang – hîv) rêwîyê li erşê ezmîn e û mêvanê Çelxa Felekê ye) li nemirinê digerîya. Ji Sûmerê Gilgamêş tê, digihîje çîya – banîyên ,,yêra hêwra Xweda,, yên Kurdistana kevnare. Li vira ew hêşnaya nemirinê peyda dike. Lê Mêr – xwedawendekî piştovanê Kurdistanê (li ku Zîya – Birûsk wek nîşana protokosmosê dihate parêzkirinê) xwe dike dilqê zîya û nahêle alîkî va hêşnaya dermanîyê ji Kurdistanê bê derxistinê, alîyê dinê va jî takêşî bikeve navbera mirin û jîyanê da. (Ev zîya, ku xwezma KÛTÎ yên çîyayî jî parêz dikirin, li ser Dergehên Parêzgehên êzdîyan hê jî piştovantîyê li dîrok, çand, ziman, nirxên netewî dike ). Nava demê da ev mar – zîya tevî kas – fîncana jîyanê bûye, usa jî sîmvoleke doxtirîyê…
Cem gelê ermenî jî kulîlkeke degme bo xatirê hevt birayên kurd ,,Xwîna hevt birayan,, hatîye navkirinê. Ev kulîlka dermanê antîbîyotîk ê sirûştî ye. Ew hêşnayîke êndêmîk e, ango li dinyayê wek tiberk piranî çîyayên Kurdistanê û Ermenîstanê da hêşîn dibe. Li ser axeke dinê ew diçilmise, hişk dibe, dimire. Û min di çapemenîyê da û lêkolîna xwe ya derbarê dostanîya gelên ermenî û kurd da, ku pêşbirka hemkomarîyê ya dema Sovêtê da cîyê sisîya girtîye û hêjayî dîplomê bûye, pêşnîyarî kiribû, ku ev kulîlka bibe sîmvola dostanîya gelên ermenî û kurd bi ewê nêrînê ku gele tiştên wek evê kulîlkê mînanî hev û tomerî yên evan herdu gelan hene… Nivîskar, ronakbîrên ermenî yên navdar (bo mînak Vaxtang Ananyan romana xwe ya bi sernivîsara ,,Li kenarê Sêvanê,, – da) lêgêndên alîyê gel da derbarê evê kulîlkê da hûnandî bi dilovanî raber kirine.
Ne dîhare ev kulîlka bedew kengê va li çîyan kulîlk vedide. Lê lêgênd – efsane dibêje, ku berî şînbûna evê kulîlkê kurd li çîyan jîyan dikirin:

Gelîyê Xûşanê, dinhêrim, wê bi zeveşe,
Hevt birangên min qertela Xwedê hebûn,
Yek jê kuştin, mane şeşe…

(Notanivîsara varîyanteke evê kilamê binhêre: Nûra Cewarî, ,,Stranêd kurdaye cimetyê,,, rû 163, s. 1983).
Awa hevt birayên kurd (k – RO – d) ji ber zora dagirkeran xûşka xwe hildidin, xwe dispêrne çîya. Bo parastina nav û rûmeta xûşka xwe ew bi edetê arîyan (OROyan) ên RO parêz bi sirê şer dikin û yek pey yê dinê têne kuştinê. Xûşk bendên stranan davêje li ser dîmen, bûyerên sirûşta dayîk û mêrxasîya հer birakî yê lawê ewê siruştê, bi rizma kal û bavan kezîyên xwe kit bi kit kem dike, datîne li ser meytên bira. Dawîyê da ew nivatin – lûbîn – lorîna şînê vediguhêrîne kilama mêranîyê ya xweya ruhdarkirina batinî, kinc – rihalên birayê çûk werdigire, kolozê wî dide li serê xwe, şûrê wî ji kalên dikşîne û dertê pêşberî dijminê decal, lê dide wî bi dojê şa dike…
Ji dilopên xwîna hevt birayên kurd gelî – gebozên çîya û banîyan da ev kulîlka sorîne xwînîne xizik hêl dibe, dibişkive…,,.
P. S. Hey gidîyê dewrê, hey gidîyê dewranê. Îro xasbaxçê Mîtrîdat bi navên kesên dinê tê navkirinê, ,,Xwîna hevt bira yên kurd,, jî tê navguhartin, dibe ,,Xwîna kanîyan,,… Eva 2500 sal in ji çar alîya va çevên talankirinê û şêlandinê yên derekan li ser ax, dîrok û çanda kurdan e. Ev teyrên beratan bona berjewendîyên xwe cudetîyên navbera kurda da bi kar tînin, tûj dikin, dixwazin kurda ji hev par – parî, bê pişt û bê teyax bikin, ji wana ,,têrorîst, omet û miletên cuda – cuda çê bikin,,, ku paşê bi hêsane bi yeko – yeko dabelînin, tune bikin…
Gelo kengê kurdê kar û zirara xwe ji hev bibişkivînin, hev hemêz û hêz bikin, dîsa bibin xwey text û tac, xwey qedir – qîmetê giran?…

Di wêneyê da: Kulîlka ,,Xwîna hevt bira,,.

 

Derheqa nivîskar da

Torinê Torinî

Li kolêca doxtirîyê, Zankoya doxtirîyê ya dewletê li Rewanê, fakûltêya jûrnalîstîkayê ya heman zankoyê xilaz kirîye. Serwêrê para dermanan ya serwêrtîya dermanxanan ya bajarê Gumrîyê û hevt navçeyên Ermenîstanê bûye. Niha serwêrê dermanxanê ye.

Qeydên dişibine hev