Fermana Tanzîmatê û Serhildana Mîrê Botan-2

Fermana Tanzîmatê û Serhildana Mîrê Botan-2
Gelo Kurmanca bo çi Nastûrî qir kirin?
Me gotara pêşîn de jî qal û behsa rewşa Dewleta Osmanî a sedsala 19mîn kiribû. Heke em dîsa jî weha ne bi bingehî hema bi rûxalî bînin ber çavan ê betir be. Wê sedsalê de gelek serpêhatî çêbûn û ne bi tenê yên kurda, ji Misirê heta Qersê, ji Bexdatê heta Balkana, ew gelên bin tesîra Şoreşa Fransî de mabûn serî radikirin, daxwaza azadîya netewî dikirin. Êdî împaratoriyê wek berê mîran re serî dernedixist. Çareseriyên teze dewletê re pêwistbûn. Di encamê de biryar hate girtin; ew mîrên bin konê împaratoriyê, yê yek bi yek payitext ve bihatana girêdanê.

Mehmûdê duyemîn ji bo vê biryara me jor behs kir, dest bi karê xwe kir û di serî de ew mîrekiyên Balkan û Rojava Tirkiyê, meydanê rakir û tebaên wan bi payitext ve girêda. Dewlet û Paşayên Osmanî xwiy û xeysetên Kurda zanibûn û ji bo wê yê serî de mîrên aliyê Rojava ya Anatoliyayê têxistana bin hukmê xwe û paşê yê berê xwe bidana Rojhilatê. Hedefa dewletê ya yekemîn sefera ser Mîrê Botan bû. Ka çima Mîr Bedîrxan dabûn ber çavên xwe? Sedemên wê çi bûn?

Sebeba pêşîn hêz û quweta mîrekiyê bû. Heke em Cizîra Botan û dewerên Kurda ên din bînin ba hev dê were dîtin ku ferqeke mezin navbera wan de heye. Helbet mîrekî ewqas xuyê hêz û quwetê ji dewletê re ne qencîyek bû.

Sebeba duyemîn ya mezin ew polîtîkaya Mîr Bedîrxan a nû bû. Mîrê Botan, aloziya di dewletê de didît û jixwe ew tevîlihevî ber çavan bû. Heta wê demê Mîr Bedirxan dost û hevalê dewletê ê sadiq bû. Lê bi wê geremoliya Împaratoriyê ve, Mîr Bedirxan jî bo pêşerojê pilan û projên nû raxist pêşiya xwe. Berê her fermaneke payitext bê qil û qal dihate cî. Lê belê ew midetek bû hemû xwastin û fermanên dewletê ji terefî mîr bi hêsanî nedihatin erê kirin.

Heke em sebebeke mezin a dine jî binhêrin, ew sebeb jî armanca mîr ya çêkirina yekîtiyê ye. Li Kurdistanê gelek Mîrên Kurd hebûn û ew mîrekî bi hev re nebûn, yekîtiya wan tune bû. Mîr Bedîrxan dixwast ku wan Kurdên wisa ji hev dûr û cuda ketine, bîne gel hev, bike yek.

Xîncî van sedemên hatin rêz kirin, hin sebebên din jî hebûn ku Dewleta Osmanî kiribûn haziriya seferê. Lê bo wan kar û pilanan umrê Padişah Mehmûd têrê nekir. Sala 1839î de Mehmûdê duyemîn ji wê dine koç kir û Siltan Evdilmecîd ê hevdeh salî hate serî. Siltan Evdilmecîd piraniya hevdeh sale xwe li Ewropayê derbaskiribû û têkiliyên navbera wî û dewleta Îngilistanê baş bû. Bi piştgiriya Dewleta Îngiliz û îsrara Mistefa Reşîd Paşa, Fermana Tanzîmatê tê îlan kirin. Li anegorê vê fermanê;

Tu ferq navbera wan qûlên di bin împaratoriyê de dijîn nîn e, hemû wekhev in.

Yên nemisilman jî ê bibin şirîkê heq û mafan misilman xwedî ne.

Ew bacên ku Misilman û nemisilmana didan dewletê, yê êdî wekhev bûna.

Bi zêdeyî xala duyemîn dibe sedema aloziya Mîr Bedirxan û Nasraniyan. De ka em binhêrin pey vê fermanê çi qewimî?

Bi dû îlana fermanê ve gelek Fileh ji Ewropayê hatin û derbasî cîh û warên Nasraniyan bûn. Ew merivên ji derva dihatin xwediyê armancekê bûn. Wan Filehên xerîb nava Nasraniyan didan ku ji hember mîr serî rakin. Serokê Nasraniyan re dihat gotin; bi tanzîmatê ve herkes yeksan û berambere, hûn çima bindestiyên mîrên kurda ne. Eşîreta Tîyarî nav eşîretên Nasranî de ya herî mezin bû û bi wê fermanê ve wana jî dest pê kiribûn Kurmanc dikuştin, gund dişewîtandin. Ji ber van serpêhatiyan, Mîr Bedirxan du mervê xwe dişîne cem serokê eşîretê ku biratiyê bînin pê, lê mixabin ew mervên mîr bi fesadîya Filehên Ewrûpî tên kuştin. Mîr Bedîrxan jî bersîvê bi heyfhilanînê ve didê û ew jî çar mêrên Tîyariyan dukuje.

Alikî din ve jî şêxên Misilman ew wekhevîya Fileh û Misilmanan qebûl nedikirin. Mîr Bedirxan gelek nêzîkê şêxê Mûsil û Zaxoyê bû. Wan herdu şêxan jî bi fetvayê xwe ve xwestin ku mîr bajo ser Nasraniya. Mîr destpêkê de daxwaza aşitiyê dikir lêbelê bi şewîtandina gunda ve Mîr Bedirxan û 10 hezar çekdarên wî ser Nasraniyan ve diçin. Di encama wê komkujîyê de nêzîkê 3800 Nasranî tên kuştin. Xîncî kuştinê 125 hezar pez û 5700 dewar ji Nasraniya tê sitandin.

Bi xilasbûna şer ve Nasranî xwe davûjin Nûneriya Mûsilê a Îngiliza. Dawiyê de herdu alî jî xeletiyên xwe qebûl dikin. Nasranî gazina ji wan Filehên derva hatibûn dikin, li anegorê soz û peymanên wan xirîstiyanan heke Nasraniyan serî rakirina dê piştgirî ji Filehên din bidîtana. Mîr Bedîrxan jî fahm kir ku ew şer jê re defikek bû. Dewleta Osmanî ew pêvçûna navbera Kurd û Nasraniya sedeme herî mezin qebûl kir û berê artêşa xwe vegerand Kurdistanê.

Gotara şerê navbera Mîr Bedirxan û Dewleta osmanî ê bi nivîseke nû ve berdewam bike.

Welat Agirî

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev