Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Şengal û kemîneyên li ber Kurdistanê

Şengal û kemîneyên li ber Kurdistanê
Kurdên me yên êzdî li dorûbera çîyayên Qerejdax, Evdilezîz û Şengalê belavbûne. Ligel dorûbera gelîyên van çîyayan hejmareke zêdeya kurdên êzdî li Sovyetîstana berê jî hene. Dema em li şopa wan dinêrin em dibînin  ku her tim xwe spartine çîyayan û îbadetxaneyên xwe jî li wan çîyan danîne. Kurdên ezdî ji bo ayîn û ferhenga xwe heta niha 74 caran rastî komkujîyan hatine. Komkujîya herî dawî ya di sala 2014an de li Şengalê pêk hat.

Selefîyên bermayîyên Rejîma Baas DAIŞ’ê di 4ê Tebaxa 2014an de bi ser bajarê Şengalê de girtin û bi hezara kurdên êzdî qetil kirin. Herwiha bi hezaran keç, kal û pîrên kurdên êzdî jî dîlgirtin. Selefîyên dirinde di encama operasyoneke dîrokî, di meha Çirîya Paşîna a 2015an de ji Şengalê hatin derxistin. Operasyona rizgarkirina Şengalê bala hemû cihanê kişand û serkeftina Pêşmergeyan a di operasyonê de jî demeke dirêj di rojeve medya cihanê de ma.

Di proseya rizgarkirina Şengalê de firkoyên hevpeymanên Herêma Kurdistanê navendên DAIŞ’ê yên leşkerî hemû bordûmankirin. Ji ber bordûmana di nava 8-9  mehan û operasyona dawî de Şengal wêran bû. Beriya bi çend hefteyan min serdana Şengalê û herêmê kir. Di serdana meha Nîsanê de min dît ku rêxistina terorîst li nava bajêr mîn û tnt danîne û li binê bajêr jî tûnêl kola ne. Tîmên taybet ê Pêşmergeyan wan tnt û mînan pûç dikin û hewl didin ku kemînên DAIŞ’ê danîne hemûyan ji nav bibin.Bi serperiştîya Qasim Şeşo, Fermandarê Pêşmergeyên Êzdî, birînên Şengalê tên pêçan. 9 hezar Pêşmergeyên Êzdî yên bi ser Wezrata Pêşmergeyên Kurdistanê ve ne niha parêzvanîyê li Zûmar, Rebîe,Şengal Şerfedîn Sînûnê û gundewarên êzdîyan dikin.

Ligel Pêşmergeyên bi ser Wezareta Pêşmerge, Yekîneyên Berevanîya Şengalê ku ji xwe re dibêjin YBŞ – Di bin serperiştiya Heyder Şeşo de ne – xwedî alên cuda ne jî li Şengalê xwedî baregeheke leşkerî ne.

Herwiha YBŞ bi ser milîşeyên şîe Haşdî Şabî ve ye û yekser piştgirîyê ji Artêşa Îraqê distîne. Çek û maşînên wan hemû yên Artêşa Îraqê ne. Hêzeke bi ser PKK’ê jî li Şengalê heye û navê wan jî YPŞ e ye. YPŞ’ê jî li ser rîya Şengalê meqereyek danîye. Nêzîkî 300 şervanên wan jî li wir hene. Şîrovekarên sîyasî hebûna YBŞ – YPŞ a li Şengalê weke destêwerdaneke Hikûmeta Îraqê û Îranê pênase dikin. Herçend Qeymeqamîya Şengalê doza derketinê jî li wan herdu hêzan bike jî ew eşkere dikin ku fermanê ji Bexdayê distînin û ew bi ser Bexdayê ve ne.

Ji ber ku Şegnal wêranbûye û xetereya mînan û tntyan heye hejmareke kêm a xelkê sîvîl vegerîyane nava Şengalê. Xelkê sivîl li dorûbera Şerfedînê û li gelîyê Sînûnê di konan de dimînin. Hejmareke zêde ya xelkê êzdî jî li kampên penaberan dimînin û debara xwe jî bi xwedîkirina sewalan dikin. Li gor zanyarîyên ku me ji rayedarên herêmê stendine ew ê ji bo demkî konbajarek ji êzdîyan re bên çêkirin û ew ê xizmetguzarî ji wan re bêne şandin.Şengal bi awayekî îdarî bi ser Mûsûlê ve ye. Mûsûl jî di destê DAIŞ’ê de ye. Ev rewş jî destê rêvebirên herêmê qels dike û nikarin ji bo siberojê bernameyekê deynin. Nîqaş li ser wê yekê heye ku bajarekî nû bê avakirin û Şengal jî têvî kavilbûna xwe weke mûzeyê  bê hiştin.

Wisa xwîya dike ku qedera Şengalê û Başûrê Kurdistanê yek e. Eger rêveberîya Herêma Kurdistanê lîstîkên li ser Şengalê vala derxîne ew ê bikaribe lîstikên din jî pûç bike. Lewre hêzên rêgirîyê di der aramîya Başûrê Kurdistanê dikin hemûyan kemînên xwe li Şengalê danîne.

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev