Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Sêmînera Têmûrê Xelîl li ser rewşa kurdên Sovyet

Sêmînera Têmûrê Xelîl li ser rewşa kurdên Sovyet
Reşîd Battê (li ser navê komîtêya karger)
Di roja 8 gulana-2016 de li Komela Swêdî-Kurdî ya li bajarê Uppsalayê li Swed semînerek li ser rewşa kurdên Sovyetê pêk hat.
Nivîskar û rojnamevan Têmûrê Xelîl qala van tiştan kir:
*Kurd kengî hatine Rusya/Sovyetê , bi çi sebebê hatine, li ku bi cî bûne, çi kar û xebat kirine.
*Xebat û çalakiyên wek birêvebirina radyoya kurdî ya Rewanê, rojnameya Rya teze,  nivîsandina pirtûkan/helbestan, dersdayîna bi zimanê kurdî, şanogerî, berhevkirina folklora kurdan û tiştên din yên çanda me a dewlemend, berhemên kurdzanên bi nav û deng.
*Karên siyasî, wek otonomiya Kurdistana Sor bi paytextê Laçînê va, ku ji sala 1923-1931ê da hebû, sebebên hilweşîna wê.
*Reva kurdên Êzîdî di fermana ermeniyan de û dostaniya ermaniyan bi kurdan ra.
*Têkiliyên kurdan bi ermenîyan, azeriyan, gurciyan û rûsan ra di rewşa di wê demê da da zanîn.
* Dema Stalîn û dîktatoriya wî de ji kurdan re çi dihat kirin û paşî mirina wî çi guhêrîn pêk hatin.
* Paşî hilweşandina Sovyetê li wan welatan çi hat serê kurdan.
Piştî Têmûrê Xelîl zimanzan Reşo Zîlan bi zanebûnên xwe yên pir derheqa kurdên Naxçivana Azirbêcanê û sirgûnkirina kurdan ber bi komarên Asîya Navîn û Qazaxistanê agahdarîyên gelek dagirtî dan û xemleke bedew da sêmînera Têmûrê Xelîl a dewlemend.
Nivîskar û rojnamevan Têmûrê Xelîl bi hatina xwe û bi agahdariyên li ser rewşa kurdên Sovyetê a gelek serketî û dagirtî endamên komeleya Swêdî-Kurdî gelekî şa kirin. Wî zanebûnên wan di gelek pirsan da dewlemend kir.
Paşî agahdariyan, Têmûr bersiva pirsên beşdaran bi awayekî xweş û dagirtî da û di navbera wî û beşdaran de diyalogeke dostane peyda bû.
Em ji navê komela Swêdî-Kurdî pirr spasiya birêz Têmûrê Xelîl dikin, ku endamên me li ser wan babetên dîrokî li Sovyetê rûdayî haydar kirin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev