Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Yücel Aslan (Koçer )

Yücel Aslan (Koçer )
Erdoxan gotiye bila kurd herin sirûda îstiklalê bixwînin, ez jî dibêjim hemberê sirûda we, ez dikarim hezar heb sirûd, helbest û bi hezaran şairê kurd nîşanî te bidim, lê heyfa min bi wan qelemzêrîna tê, sirûda Ey Reqîb jî li zêndana Bexdayê de bi qelema Yûnis Rauf (Dildar) ê dilzêrîn ve reqîbekî (gardiyanekî) wek te re hatiye gotin heyfa min yekcar wê sirûdê tê.
Ez ne helbestvan im, lê hema wek ciwanekî Kurd van herçar rêzikên xwe didim hemberî te û Akifê te fermo…
Ez Şengalê de Êzdî me
Çîyayê Dêrsimê de Elawî me
Kerbelayê de Qizilbaş im
Kobanî yê de Kurdê reş im
Ber beyta Lalişê de Şêx Adî me
Kela Xoşabê de Mîr Hesenê Welî me
Şagirtê Medresa Sor im
Ez kurdekî Mehmûdî me
Ber sûra Dîyarbekirê şûrê destê
Badê Dostikî me
Li qeraxê Çemê Ridwanê rimê destê
Mîrzikê Zaza me ,ez lawikê Xaltî me
Ser tixubê Îranê mamûzera destê
Simko yê Şikakî me
Ber gola Ûrmîyê Emirxanê Lep Zêrîn im
Pênûsa Elîyê Teremoxî yê ziman şêrîn im
Nobedarê doza Berzanîyê mezin im
Guhê keçên şervan de guhar
Zendê wan de bazin im
Ez gêrîla me hêvîyên min
Qasî Zagrosan mezin in
Ser vê axê ji nû ve şîn dibim
Ormixa ter û terazin im
Koka min ji dîrokê tê
Ez Dewrêş im Edbên dibezînim…

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev