We dizanibû…? – 39

We dizanibû…? – 39

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…serokkomarê DAY Woodrow Wilson (di salên 1913-1921) terefdarê wê yekê bû, ku hemû milet bi xwe biryara qedera xwe bidin û dema DAY ketine nava Şerê hemcihanê yê yekê (1914), ewî got, ku Împêratorîya Osmanîyê gerekê bê perçekirin. Di ”Çardeh xalên” çareserîya aştîyane da, ku serokkomar Woodrow Wilson piştî Şerê hemcihanê yê yekê îlan kiribû, ji bo kurdan jî hatibû gotin, ku ew gerekê dewleta xwe ya serbixwe damezirînin.

…di îdola Rûsîyayê ya sala 2006an da kurdeke êzdî, ji qebîla Sitûrkî, ji Sankt-Pêtêrsbûrgê – Zera Paşa cîyê 3an girt û li hemû Rûsîyayê deng da. Ew li bajarê xwe – Sankt-Pêtêrsbûrgê di nav hemû dengbêjan da cîyê yekemîn girtibû û bûbû dengbêja salê. Zerê bûka serekbajarê Sankt-Pêtêrsbûrgê Valêntîna Matvîyênkoyê bû, mêrê Zerê cîgirê prêzîdêntê banka ”Sankt-Pêtêrsbûrg” bû. Zerê dengbêja êstradayê ya gelekî bi nav û deng e. Ew Akadêmîya Sankt-Pêtêrsbûrgê ya Têatroyê xilaz kirîye. Ewê heta niha çend klîpên sitiranan derxistîye, xelata ”Zolotoy Gramofon” (”Sazê Zêrîn”) sitendîye. Dê û bavên wê li Ermenîstanê mezin bûne, paşê cîguhastî Sankt-Pêtêrsbûrgê bûne. Bavê Zerê – Paşayê Bînbaş doktorê fîzîkayê ye, apê wê – Prîskê Mihoyî gelek salan di rojnameya ”Rya teze” da kar kirîye, xalê wê Moskovê Cemal profêsorê Ûnîvêrsîtêta Vîrcînîyayê ye (li DAY), mamostayê fîzîkayê ye. Lê ji bo Zerê bextewarîya here mezin ew e, ku ew di mala xwe da timê bi kurmancî axivîne û bi kurdî mezin bûne. Ew wek dengbêj bi navê ZARA deng daye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev