KIŞANDINA SÎNORÊN TIRKÎYÊ-ÎRANÊ

Me di 38 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, ji 3 cildeyên berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê ji pirtûka profêsor N. A. Xalfîn a bi sernavê ”Têkoşîn ji bo Kurdistanê” beşa duduyan a bi sernavê ”KIŞANDINA SÎNORÊN TIRKÎYÊ-ÎRANÊ (di salên 40-50î yên sedsala XIXa da)” raberî we dikin. Ev pirtûka zanyarî sala 1963an bi zimanê rûsî li Moskvayê çap bûye.

Piranîya van berhemên giranbuha heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine kurdî.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

KIŞANDINA SÎNORÊN TIRKÎYÊ-ÎRANÊ

(di salên 40-50î yên sedsala XIXa da) – 2

Bi nameya Strêtford-Kannîng ra tevayî nivîsareke taybetî jî hate şandinê, ya ku xebatkarê Îngilîs yê sîyasî û arkêologê navdar O. H. Lêyard amade kiribû. Ewî li Împêratorîya Osmanîyê lêkolîn dikirin (di salên 1845-1851 da). Di wê nivîsê da ew pirs dihatine kivşkirinê, ku hînbûna wana bona hukumetê gelekî giring bûn, ji bo nimûnê, firsenda vekirina rêyên nû berbi Îrana Merkezîyê ser rêyên Erzurum-Tewrêzê û Bexda-Kêrmanşahê ra. Lêyard dinivîsî, ku riya rast ji kenarên derya Navwelatîyê berbi Îsfahanê bi riya Îskenderûn-Heleb-Mûsil-wilayeta Rewandûzê dibe. Riya ji Îskenderûnê berbi Mûsilê eyan e, lê para rê ya mayîn hetanî Îsfahanê girtî ye, ku “eşîrên netebitî” li ser dijîn, û çûyîna bi wê rê ra tê dijwarkirinê rûyê “pereçopandina xweserî ya dîwana cî – kurda û tirka”. Komîsyon gerekê riya diha destdayî û kurt destnîşan bike û zelal bike, ku ji dîwana cî kê bi awakî eşkere çûyîna karwana berbend dike, an jî şerpeze dike.

“Riya here kurt berbi Farizistanê,- wê nivîsê da tê gotinê,- bona her dera firekirina bazirganîya me gelekî giring e”.

Hindava hebûna binerd Lêyard pêşnîyar dikir bi hûrgilî hemû cûrên medena nas bikin, yên ku dikarin bêne firotanê, wek nimûne, dermanên denkirinê (rengkirinê), ku kurd bi kar tînin û “bi geşbûn û xweşikbûna xwe va bi nav û deng in”, pêxwerinên, ku ji şînkayê û kulîlka çê dibin û herwiha gûzên taybetî, ku “dîwana cî û serekên kurdan nahêlin ew ji wir bêne derxistinê”. Bi wê yekê ra girêdayî, bi gotina Lêyard ew gûzên taybetî “ji bo bazirganîya Îngilîs gelekî giring in”, lema jî ber Wîlyams pêşnîyar hate kirinê, ku bizanibe ka cema baca ku ji bo derxistina wê tê sitendinê, çiqas e.

Lêyard dida kivşê, ku li Kurdistanê gelek meden hene, ku piranîya wan ne eyan in, lê ewana ji alîyê binecîyên cî da têne bêcerkirinê. Ewî bi awakî berk pêşnîyar dikir, ku hewil bidin ferhenga zaravên kurda û gelên Kurdistanê yên mayîn, înformasîyayên bi her awayî yên derheqa ziman, erf-edet, dîn, hêşnayî û heywanetên wê da amade bikin(22).

Sîyasetmedarên Îngilîs gelek cara ji bo kara bazirganîya Brîtanîyayê vedigerîyane ser pirsa derheqa bi hûrgilî û heralî hînbûna Kurdistanê. Awa, 16-ê çileya pêşin sala 1848a Strêtford-Kannîng nameya duda ji Wîlyams ra şand û ber wî pêşnîyar dikir matêrîyala berev bike derheqa bazirganîyê û şertên pêşdabirina wê li qeza Sivasê da.

“Ji bo nimûnê, ez dixwezim ji xwe ra zelal bikim,- bayloz nivîsîye,- ku bi bîr û bawerîya we eger em li Sivasê konsûlxana Îngilîs vekin, firotana eşîyayên me wê çiqasî zêde bibe. Pêwîstî tune serda zêde bikim, ku hûn gerekê me agahdar bikin, ka em ji çi-çiqasî, bi kîjan riya bişînin, ku zirarê nekevin û kareke mezin bistînin”(23).

Ji van nimûneyan zelal xuya dibe, ku komên Brîtanîyayê yên serokatîkir dixwestin xebata komîsyonê bi kar bînin bona firekirina dagîrkarîya xwe ya bazirganîyê li Kurdistanê. Ew yek jî gerekê bidine ber hesêb, ku di nîveka sedsala XIXa da problêma firotina malê xwe li ber Îngilîs bi awakî sert sekinîbû.

Sala 1846a li Îngilîs bacdayîna ji bo nên hate rakirinê, lê pey sê sala ra (sala 1849a) hemû bacdayînên mayîn hatine hilanînê. Di nav van şerta da prînsîpên kirîn-firotana aza bi ser ketin. “Sûk, sûk û sûk!” – hukumeta Brîtanîyayê di karê xweyî praktîk da bi van bangên çîna hukumdar – xwedî karxana, fînansîsta, tucarên mezin – va dihate rêvebirinê. Ewê dixwest Kurdistan û wargên mayîn yên Împêratorîya Osmanîyê û Îranê bike sûka firotana mal û milkên xwe û bona wê yekê binerdê wan jî bi kar bîne. Hema xût ev alîyê problêmê ji bo bûrjûwazîya Brîtanîyayê hewaskar bû, lê ne ku derbazkirina sînorên Tirkîyê-Îranê yên rast û durust.

Di hêla sîyasî da tevgelîya di nav kişandina xeta sînora da firsendek dida dewletên kapîtalîstîyê, bona hukumî li ser welatên Rohilatê bike û wana bin tesîra xweda bihêle. Daxaza hukumeta Îngilîs di vê pirsê da gelekî ferih ji alîyê wezîrê karên der Palmêrston da dîyar dibe. Ewî ber wezîrê der va yê Rûsîyayê Nêssêlrodê pêşnîyar kir, ku xeta ser sînor ya Tirkîyê-Farizistanê bi hizûra nûnerên Îngilîs û Rûsîyayê, ku li Sitembolê ne, bê kivşkirinê, ew jî anegorî bîr û rayên peymana Erzurumê. Gerekê hukumetên Împêratorîya Osmanîyê û Îran xerîta xeta sînor raber bikin û gerekê eşaretî bidne wan, ku komîsarên Brîtanîyayê û Rûsîyayê wê destxweda bên bona li cî da karê sînorkişandinê pêk bînin. Komîsarên “Awropayê” wê ew fikir û pêşnîyar hildine ser hesêb, yên ku dikarin ji alîyê “hevalbendên wan yên musulman da” bêne kirinê, lê biryara hemû pirsên şikber û ne zelal gerekê ji alîyê awropîya da bê dayînê û safîkirinê.

Ji çar dewletên, ku tevî karê komîsyonê dibin, her dewletek wê bergirtina (kopî) xerîta temamîya sînor bistîne, ku ji alîyê komîsarên Brîtanîyayê û Rûsîyayê da hatibe qolkirin. Dewletên çavdêr-navçîgar wê bi resmî “hukumetên Tirkîyê û Îranê hayadar bikin, ku ew xetên sînora, ku li ser xerîtê hatine kişandinê, îdî nikarin bêne guhastinê û têne hesabkirinê wek sînorên di navbera Îranê û Împêratorîya Osmanîyê; gerekê qedirê wê biryarê bigrin û wek wê bikin. Eger yek ji alîya sînor biteribîne û ziyan û zirarê bide hêla mayîn, wê demê dewletên navçîgar wê alîkarî û piştgirîya yê ziyanêketî bikin”(24).

Bi awakî mayîn, Palmêrston Nêssêlrodê dida femkirinê, ku bi zora “dewletên Awropayê” be jî, gerekê “welatên musulmanîyê” bidne razîkirinê, ku derbazkirina xeta sînor di navbera Tirkîyê û Îranê da bi destî nûnerên Îngilîs û Împêratorîya Rûsîyayê be.

Wek ku Sêymûr elamî Londonê kir, Nêssêlrodê bi temamî bi plana Palmêrston ra qayîl bû, lê di serda zêde kir, ku bi raya wî, piştgirîya dewletên navçîgar ji bo “ziyanêketîyê”, ku dema ji hêla alîyekî teribandina sînora da pêşda hatibe, gerekê piştgirîya “moralîyê” be, lê ne ku warguhêzî şêr be.

Sêymûr mecbûr ma Nêssêlrodê bide bawerkirinê, ku qesta Palmêrston di pêşnîyara wî da hema bi wî awayî bû, wek ku ew niha dibêje(25).

Lê ji vê yekê dereca sîyasîyê ne guherî. Gilî hema xût derheqa sîyaseta dagîrkarîyê ya dewletên kapîtalîstîyê da bû li welatên Rohilatê.

Di wê demê da mîssîyonêr, xwesma yên Amêrîkayê, li Rohilata Tirkîyê û Roava Îranê gelekî aktîv bûn. Wana hêvîya xwe danîbû li ser baylozê Dewletên Yekbûyî li Sitembolê û nûnerên dîplomatîyê yên welatên kapîtalîstîyêye mayîn li Împêratorîya Osmanîyê, berî gişka Îngilîs; ev alîkarî ser bingeha armancên wekehev yên ji hêla piştgirên dîndara û olperesta û daxazkarên serketina dewletên mezin, ku hewil didan jîyana gelên Rohilatê bona kara xwe biguhêrînin, dihate kirinê.

Wek her cara, ew mîsîyonêrên ku diçûne Rohilata Nêzîk û Navîn (herwiha navçeyên mayîn yên Asîyayê û Afrîkayê jî) bi taybetî dihatine hazirkirinê. Ji bo nimûnê, S. Î. Rîa, ku Amêrîkayê ew şandibû navça Ûrmîyê, zanîştgeha taybetî ya ruhanîyê li Nyû-Yorkê xilas kiribû (sala 1850î), zimanê kurdî û yê sûryanî xwendibû, û herwiha çend zaravên zimanê tirkî jî zanibû(26).

Emirkana (xelqên Amêrîkayê) hewil didan tevgirêdana saz bikin tevî komên Kurdistanê yên navdar. Ji bo nimûnê, ji wan ra li hev hat bi keşayê nêstorîyana Mar Yohan ra bikevine nava danûsitandina û wî şandine Amêrîkayê (sala 1843a)(27).

Karkirina piştgirên xaçparêzîyê gelek cara bi awayê şerletanîyê (provokasyon) dihate kirinê û carna ew dibû sebebê pevçûna di navbera binecîyên bi dînê cihê-cihê va. Hinek cara qewimîye, ku tevbûna emirkana di nava jîyana binecîyên cî qet ne bi dilê xelqê bûye û ji ber wê jî pevçûn çê dibûn. Ji bo nimûnê, li Erzurumê havîna sala 1846a binecîyên hêrsketî ketine mala mîsyonêrekî emirkan, bezyane wî û ew têr kutane. “Emelên van mîsyonêra yên fanatîkîyê û tevlihevkirinê,- welîyê Kavkazê Voronsov derheqa vê yekê da elam kirîye,- gişka va eyan in, û tiştekî li ber çava ye, ku gelek cara ew bi xwe dibine bela serê xwe…”(28).

Mîsyonêr S. Î. Rîa, ku ji sala 1851ê hetanî sala 1865a li Gebarê (Kurdistana Tirkîyê) û Ûrmîyê dima, û D. V. Marş, ku weke deh sala li Mûsilê ser qulixa mîsyonêrîyê bû, xwe mukur hatin, ku destdirêjayên Amêrîkayê li Kurdistanê nerazîbûneke mezin pêşda tîne. Binecîya, Marş daye kivşê, bi yekdengî dixwestin, ku emirkana ji wir derxin û wana çend kesên xwe şandine bal welîyê Gebarê, ku ew ji wî karî da piştgirîya wan bike(29).

Di nava wargehên mîsîyonêrîyê yên pirjimar da, ku li Îranê bûn, xwesma kemala (rola) navbenda propogandayê ya Amêrîkayê pir bû, ku navçeke bi stratêjî giring da bû li dora gola Ûrmîyê (Rizayê), li ku sînorên Împêratorîya Rûsîyayê, Tirkîyê û Îranê digihîştine hev. Erdnîgarvan (gêograf) û dîplomatê rûs N. V. Xanîkov, ku bahara sala 1852a li wir hêwirîye, derheqa karkirina mîsyonêrên Dewletên Yekbûyî ya aktîv da elam dikir, yên ku wira 70î zêdetir dibistan vekiribûn(30).

Bîr anîna derheqa dibistana da gerekê me tevlihev neke û em gotî li ser vê pirsê bisekinin. Rast e, xebatkarên DAY yên ruhanîyê (herwiha yên dewletên kapîtalîstîyêye mayîn jî) bi her awayî dixwestin temamîya cihanê bidne bawerkirinê, ku armanca wan tek-tenê ya xêrxwazîyê ye û daxaza wan ya bingehîn ew e, ku piştgirîya xaçparêzîyê bikin û “binecîyên şûndamayî bidne ber xwendinê”, lê propoganda wan ji bo meremên sîyasî bûn, lê ne ku yên ruhanîyê bûn (em îdî derheqa wê yekê da nabêjin, ku dînê xaçparêzîyê temî-şîretên xwe – yên lihevanînê û bi zordestîyê derneketina dijî xirabîyê, gelekî bi dilê dagîrkara bû, ji ber ku wana jî xudêgiravî usa dixwest). Derheqa wê yekê da hetanî wan dîtindara jî digotin, yên ku qedirê mîsyonêra digirtin.

Rêwîyê Îngilîs H. F. Lînç bi dilekî baristan nivîsîye, ku “mîssîya Amêrîkayê ya pirjimar li Wanê di bin piştovanîya konsûlê Brîtanîyayê ye, û gelekî hewaskar e bibînin, ku ew herdu çawa usa bê deng û bê his di pêşengîya gotinên derheqa mirovhizîyê û pêşketina gel da kar dikin”(31).

Di dîrokê da gelek nimûnên usa hene, ku nûnerên dewletên kapîtalîstîyê yên dîplomatîyê çawa bi fesadî sîyaseta talankirinê û zordestîyê li Rohilatê pêk anîne, û konsûlê Brîtanîyayê li Wanê yek ji wan bû. Himberîhevkirina “du êlêmêntên… mirovhizîyê û pêşketinê” gelekî balkêş e. Dû ra Lînç daye kivşê: “Çiqasî ku ez tê gihîştim, prozêlîtîzm (ango, wek yekî ji dînekî mayîn bikine xaçparêz.- N. X.) armanca mîsyonêrên Amêrîkayê ya taybetî û sereke nîne”(32). Rêwîyê Brîtanîyayê rast derc kirîye. Ne ku parastina xaçparêzîyê, lê hêsakirina şertên dakutana (bi destî zorê ketina li cîkî) kapîtalîstîyê û zêrandina binecîya “armanca sereke” ya “ronahîdarên” ji Dewletên Amêrîkayê bû.

Ew pirsdanîn herwiha “lêkolînên zanyarî” jî safî dikirin, yên ku mîsyonêra derbaz dikirin. Malûmatîyên erdnîgarîya Kurdistanê, ku ji alîyê qewalên Amêrîkayê li Tirkîyê – A. Smît û li Îranê – A. Pêrkînson da hatine çapkirinê(33), herwiha ew matêrîyalên ku hevalbendên wan derheqa ziman û edet-toreyên gelê wira da berev kirine, alî wê yekê kirin, ku wira sîyaseta dagîrkarîyê bi serketin pêşda here.

Buroya Amêrîkayê ya komîsyonêra bona mîssîyayên welatên dereke bi 20î zêdetir zimana pirtûk û belge weşandine, nav wan da bi zimanê erebî, tirkî, ermenî, sûryanî û zimanên mayîn(34). Di bin destê wê da 17 çapxane hebûn. Matêrîyalên propogandîstîyê yên Amêrîkayê li temamîya Kurdistanê dihatine belavkirinê.

Karkirina komîsyon navnetewî ya lihevanînê dirêj kişand. Hema pey girêdana peymana Erzurumê ra konflîkteke mezin çê bû girêdayî pirsa Kotûrê ra, çika ew erdê kê ye. Gundê Kotûrê, herwiha temamîya navça Kotûrê, ku eşîra kurda ya şemsika li wira dima, biryar kiribûn bidine Îranê. Lê dîsa jî, arê tirk Derwêş paşa, ku dijderketina endamên komîsyonê bendî tiştekî hesab ne dikir, sala 1848a biryar derxist, ku eskerên Împêratorîya Osmanîyê wê axê bikine bin destê xwe(35). Ew hîm dibû li ser peymanên berê yên di navbera Tirkîyê û Îranê da, li ku derheqa wê pirsê da ne gelekî ferih hatibûne gotinê. Kotûr bona tirka xwedîyê kemaleke stratêgî bû. Ewê rêyeke kese vedikir bona êrîşkirina li ser Xoyê, Ûrmîyê, Tewrêzê û bajarên mayîn yên Bakûr-Roava Îranê(36). Derebegê kurda Mesûd paşa, bi hevrapevketina tevî Derwêş paşa, çar kalemêr anîne li civîna komîsyon lihevanînê, yên ku şedetî dan, ku navça Kotûrê “berê û pêş da” bin destê Împêratorîya Osmanîyê da bû. Îngilîsa zanibû jî, ku ew kalemêr derew dikirin(37), lê dîsa jî piştgirîya Derwêş paşa kirin, yê ku biryara derheqa derxistina eskerên xwe ji erdê Kotûrê ne qedand.

Hukumeta şah, ku ji dest şerkarîya gundîyên Îranê ya dijî dîlkirinê (“serhildana babîda” di salên 1848-1852 da) ji qudûm ketibû, mecbûr ma bi wê dagîrkarîyê ra qayîl be(38).

Komîsyona navnetewî ya lihevanînê (barişkirinê) di nava xebata xwe ya çar sala da (di salên 1849-1852a da) matêrîyal berev kirin bona amadekirina xerîta sînor. Lê ji rûyê şerê Qrîmê yê di salên 1853-1856a da karê komîsyonê hate sekinandinê û di wî şerî da Îngilîs pişta Împêratorîya Osmanîyê sekinî û derkete dijî Rûsîyayê. Farizistan jî bi destî Îngilîs kete nava şêr (“Konflîkta Hêratê”, salên 1856-1857a), lê amade bû bi Rûsîyayê ra tevayî dijî Tirkîyê şer bike.

Mayîna Yê. Î. Çîrîkov û hevalbendên wî li Kurdistanê bona pêşketina kurdzanîyê li Rûsîyayê roleke mezin lîst. Cîyên, ku komîsyon lê hêwirî ye, û herwiha matêrîyalên cihê-cihê derheqa deb û edet-toreyên eşîretên kurda, derheqa rewşa erdnîgarîyê û sîyasîyê ya Kurdistanê, ku ji alîyê alîkarê komîsarê Rûsîyayê M. Hemazov da hatine çapkirinê, hetanî niha jî kemala wan ya zanyarîyê hene(39).

Elametîyên derheqa daxaza Şamil, ku bi çend derebegên kurda ra pêwendîya dayne, tirs û xof kire dilê dîwana Rûsîya padşatîyê. Rûyê şerê Rûsîyayê bi Tirkîyê ra di destpêka salên 50î ya sedsala XIXa da şerkarîya li Kavkazê ya dijî Şamîl ji bo hukumeta Rûsîyayê xwedî kemaleke giring bû. Eger daxaza serokên mirîda ku pêwendîyan bi serekeşîrên kurda ra dayne, bi ser keta, ewê zirareke mezin bida planên komên serkarîkir yên Împêratorîya Rûsîyayê. N. V. Xanîkov, ku demekê konsûlê Rûsîyayê bû li Tewrêzê, cara pêşin derheqa wê yekê da elam kir, ku Şamil çend kesên xwe yên amin şandine Kurdistanê.

Ji sala 1846a Şamil bi kurdên sunî yên ji “desta îmam Şefî” ra, ku bi “daxistanîya ra amin in”, pêwendîya datîne,- Xanîkov sala 1852a ji Çîrîkov ra nivîsîye, yê ku hatibû Ûşnûyê(40). Xanîkov dida kivşê, ku “murşîd hatine” bal kurda. Ji wana yê herî bi nav û deng – şêx Sehîd Taha ye, ku bi deha hezara mirîdên wî hene û navbera wî û Şamil gelekî xweş e.

Bi malûmatîyên Çîrîkov, Şamil name û hedya ji şêx Sehîd Taha û derebegê kurdayî mezin Kerîm-xanê Rewandûzî ra dişand. Nûnerê (wekîl) Şamil – Huseyn (carna jê ra Hecî Murtaz jî digotin) bi sipartina wî li gundên kurda yên Ûşnûyê û Newçê qesidî(41).

Pêwendîyên Şamil bi serekên kurda ra qet ne bi dilê serokên dîwana padşatîyê bûn. Wana gelekî dixwest şerkarîya mirîda bi ser nekeve, ji ber ku bi destpêbûna şerê Qrîmê ra tirs hebû, ku Şamil wê bighîje eskerên tirka, yên ku dixwestin bikevine Pişkavkazê(42).

Hukumeta padşatîyê, ku bi Împêratorîya Osmanîyê ra nava şêr da bû, her firsend bi kar dianî, ku kurda bîne hêla xwe. Ewê ne dihîşt, ku Şamil û serekeşîrên kurda yên dînî bighîjine hev. Şerê Qrîmê mecbûr kir, ku guhdarîya mezin bidne ser tabîya binecîyên Kurdistanê.

Çavkanî:

22. Ibid., pp. 8-9.

23. Ibid., p. 9.

24. Ibid., p. 13.

25. Ibid., p. 14.

26. D. W. Marsh, The Tennesseean in Persia and Koordistan…, pp. 97-98.

27. “Correspondence respecting the demarcation…”, p. 51.

28. ASDR, Sankt-Pêtêrbûrg, arşîva sereke 1-9, sal 1837, dokûmênt 16, belge 11. Nama Voronsov ji Nêssêlrodê ra ya 24-ê sibatê sala 1847a.

29. D. W. Marsh, The Tennesseean in Persia and Koordistan…, pp. 97-98.

30. K. F. Svênskê, Şiroveya rêwîtîyên sereke di nava pênc salên dawî da,- “”Nûçeyên para Kavkazê ya komela erdnîgarîyê ya Rûsîya Împêratorîyê”, par 12, sal 1854, rûpel 5; “Matêrîyalên bona erdnîgarîya Tirkîya Asîyayê û Farizistanê. Kovara Çîrîkov, komîsar-navçîgarê rûs di pirsên lihevanîna Tirkîyê-Îranê da, salên 1849-1852a”, rûpel 464.

31. X. F. Lînç, Ermenîstan, qise û êtyûdên rêwîtîyê, rûpel 117.

32. Hema li wir, rûpel 119.

33. Binhêre: “Journal of the Amerikan Oriental Society”, vol. 2, sal 1851, pp. 61-119.

34. “Journal of the Amerikan Oriental Society”, vol. 1, sal 1849, p.61.

35. Arşîva navbendî ya Gurcistana Sovyetistanê, fond 11,, sal 1849, belge 18 û yên mayîn.

36. ASDR, Sankt-Pêtêrbûrg, arşîva sereke 1-9, sal 1848, dokûmênt 12, par 1, rûpel 316-317.

37. [F. Mîllîngen], The wild life among the Koords…, pp. 328-329.

38. R. G. Watson, A history of Persia from the bedining of the nîneteenth century to the year 1858, pp. 335-338, 378.

39. “Matêrîyalên bona erdnîgarîya Tirkîya Asîyayê û Farizistanê. Kovara Çîrîkov, komîsar-navçîgarê rûs di pirsên lihevanîna Tirkîyê-Îranê da, salên 1849-1852a”, [M. Hemazov], Ji Bosforê hetanî Devtanga Farizistanê. Ji malûmatîyên komîsyona parevekirina sînorên Tirkîyê û Îranê yên dema karê wan yê çar sala; “Siyahet-name-n-hidud. Şiroveya rêwîtîyê li ser sînorên Tirkîyê-Îranê”.

40. ASDR, Sankt-Pêtêrbûrg, arşîva sereke 1-9, sal 1848, dokûmênt 12, par V, belge 209. Nama N. V. Xanîkov ya 25-ê hezîranê sala 1852a.

41. Hema li wir, belge 237-242. Nûçeya bona hînbûna “rêça Şamîl berbi Şêx Taha” ya 11ê tîrmehê sala 1852a, ya ku M. Hemazov bi sipartina Y. Î. Çîrîkov amade kirîye.

42. Binhêre A. V. Fadêyêv, Kavkaz di sîstêma danûsitandinên navnetewî di salên 20-50î yên sedsala XIXa da, rûpel 28.

Riataza

records Source:Têmûrê Xelîl

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev