Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Leyl û Mecrûm

Leyl û Mecrûm
Ji nimûneyên zargotina me – 39
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina xwe berdewam dikin. Berhema 39an me ji pirtûka Hecîyê Cindî ya bi sernavê “Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê” hildaye, ku sala 1962an li Moskvayê bi kurmancîya kirilî ya kurdên Sovyet va ji alîyê “Weşanxaneya Edebîyeta Rohilatê” hatîye çapkirin. Em beşa wê ya bi sernavê  “Leyl û Mecrûm” raberî we dikin.
Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin di pirtûkê da yên Hecîyê Cindî ne.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Leyl û Mecrûm
Navê bavê Mecrûm Mehmed Emîn bûye, bi xwe jî kurmanc bûye. Navê diya wî Eyşê bûye.
Mehmed Emîn siyar dibe li hespê xwe yê bozî gulî şamê ye,
Berê xwe dide rasta jorin ravê û nêçîrê ye,
Qûm li kapê hespê ye.
Lê dinihêre obeke teze hatîye li wê ye,
Konekî li fêzê ye,
Çît û perdê wî konî ecemî ye,
Sitûneke pêşîyê ye-
Sitûna pêşin zîvî ye.
Qîzeke bedew binê wî konî ye-
Dev û diran qudretî ye,
Navmila çil û çar kezî ye,
Her gulîkê – mircanek qîmetî pêva ye.
Mehmed Emîn bi dilekî na, hezar dilî ji xwe ra eşq bûye.
Diçe xwe bi bavê xwe ra digihîne,
Bavê wî lê dinihêre medê Mehmed Emîne lê tunîne.
“A, dibê, lawo, te xêr e yan şayî ye?
Çima medê te tunîne?”
Go: “Bavo, şikir min him xêr e, him şayî ye!
Ez îro çûme rasta jêrin ravê û nêçîrê ye!
Obeke teze li wê ye,
Çît û perdê wî konî ecemî ye,
Sitûneke pêşîyê ye-
Sitûna pêşin zîvî ye.
Qîzeke bedew binê wî konî ye-
Dev û diran qudretî ye,
Navmila çil û çar kezî ye,
Her gulîkî mircanek qîmetî pêva ye,
Herge tu min ra tînî,
Welle kurê te bi dilekî na,
Bi hezar dilî ji xwe ra maşoq bûye”.
Were hay lê, hay lê
Lê, lê, lê wey lê.
Sekinî sibê ye,
Siyar bû bavê Mehmed Emînê ye,
Ajot, çû deşta jêrin e,
Lê nihêrî rast xebera kurê wî ye:
Obeke teze hatîye li wê ye,
Konê mezinî li fêzê ye,
Sitûna mezin zîv e,
Xezaleke binê wî konî ye.
Ajote derê kon sekinîye,
Bi dilekî na, hezar dilî kurê xwe ra hebandîye.
Eynê serê milê xwe fitilîye,
Hespê Mehmed Emîn nas kirîye,
Banz daye qeyd û çîdar anîye,
Hespê wî qeyd û çîdar kirîye,
Doşek û balgî danîye.
Bavê Mehmed Emînê ser orxan û doşekan rûneniştîye,
Ji xulam pirsîye, gotîye:
“Kuro, kursîyê xwazgînîyê kîjan e?”
Xulaman kursî nîşanî wî kirine,
Çûye ser kursîyê xwazgînîyê sekinîye.
Cab dane bavê Eynê ye,
Go: “Merîkî hatîye ser kursîyê xwazgînîyê rûniştîye”.
Go: “Kuro, gazî bikinê, bînin dîwanê ye”.
Gazî kirin, birin dîwanê ye.
Go: “Pizmamo, li te xêr e yan şayî ye?”
Go: “şikir min xêr e jî, şayî ye jî!
Ez hatim îstekîya ji kurê xwe ra ji te kirîye”.
Bavê Eynê ye –
şandîye def û zurne anîye,
Gazî melle kirîye,
Eynê ser Mehmed Emîn nekha kirîye.
Sê rojan maye li wê ye,
Eynê siyar kirîye ji Mehmed Emîn ra birîye.
Di mala xwe peya kirîye,
Def û zurne lê xistîye,
Ketine kêf û eşqa dinê ye,
Hetanî êvarê ye.
Xulam û xizmetkar ketine bin milê Mehmed Emînê ye,
Mehmed Emîn birine heremê ye.
Ew û Eynê va ketine kêf û eşqê dinê ye
Heta bû nêzîkî sibê ye,
Hat ser ruhê Mehmed Emîn fermana Xwedê ye.
Cab dane bavê Mehmed Emînê ye.
Go: “Kuro, hûn Eynê siyar kin hespê bozî gulî şamê ye,
Bidin dest du kurên xelqê ye –
Berê wê bidine mala bavê ye”.
Cab dane Eynê ye,
Go: “Bavo, tu çima min siyar dikî
Hespê bozî gulî şamê ye?
Tu çima berê min didî mala bavê ye?
Eqrebên min gelek in,
Çika wê bêjin: “Lekeya Eynê çiye?”
Heta sal here serê salê ye,
Îşale wê hêşîn bibe dewsa Mehmed Emînê ye!”
Go: “Lawo, ku ez berê te nedime ber bi malê ye,
Ku hêşîn bibe dewsa Mehmed Emînê ye.
Heta sal here ser salê ye,
Eqrebên min gelek in,
Wê bêjin “Weylê min ha-ha kirano,
Kî zane bîcê kê ye?”
Eynê siyar kir hespê bozî gulî şamê ye,
Da destê du xulama ye.
Eynê xêlekê ajotîye,
Rûyê wê negirtîye
Here mala bavê ye.
Hespê wî û herdu kurên xelqê vegerandîye,
Ji xwe ra çol û yabanîyan gerîyaye.
Gelekî belengaz bûye,
Kete parsa nan e,
Heta sal hat serê salê ye.
Xwedê hêşîn kir dewsa Mehmed Emînê ye.
Sê milyaket hatine wê ye,
Yê mezin go: “Navê wî Mecrûmî ye”.
Yê ortê go: “Maşoqê Leylê ye”.
Yê çûk go: “Cîyê herduyan li erdê tune, ezmanê Xwedê ye”.
Xelq bi salan mezin bûn, Mecrûm bi rojan mezin bû. Heft salên Mecrûm temam bû, diya wî jî nan pars dikir, xwe û kurê xwe xwey dikir.
Xelqê, cimaetê jê ra got:
“Kurê te mezin e, bira ji xwe ra here ber golikan, emê heqê wî bidinê, bira ji xwe ra îdara xwe bike”.
Mecrûm got: “Dayê, ezê herime ber”.
Go: “Na lawo, ez qurbana te me, ez pars dikim, tu îdareya xwe bike, tu biçûk î, belengaz nabî”.
Rabû çû nava gund, got, go: “Golikan bidin min, ez herime ber”.
Golik dane Mecrûm, serê golikan deh girvanke ceh. Mecrûm rabû, golik gi top kirin, ji xwe ra bir çêrand. Bi emirê Xwedê eşqa Mecrûm ser saz bû, ji xwe ra çû ser hostayê sazan, nîvekî heqê xwe da, sazek ji xwe ra da girêdanê, sazê xwe hildida, diçû ber golikan, heta êvarê li sazê xwe dixist, êvarê golik dianîn nava gund.
Rojekê golik ji xwe ra diçêrîyan, lê nihêrî koç tên û diçin, hildikişine zozanan. Lê nihêrî qîzekê ser pişta deveyan, meriv ne bike, ne bixwe, lê binihêre, qîz wisa bedew e, wisa dilê wî kete qîzê, bi dilekî na, bi hezar dilî heband; aqilê wî ji sêrî çû.
Dilê qîzê jî ewqas kete wî. Qîz hinekî lê sekinî, koç para hatin, gihîştinê, qîzê ajot, çû.
Mecrûm rabû, pey koçan ket, ji şivanan, gavanan pirsî, go:
“Navê vê qîzê çi ye?”
şivanan, gavanan jê ra gotin:
“Navê wê Leylê ye”.
Rabû golik top kirin, hate gund, go:
“Diha naçim ber golikan”.
Çû ji diya xwe ra got, go:
“Dayê, îro koç hatin, min Leylê dîye, go, ew mefê da rûniştî bû, rabe, go, here wê li fêza gundê me danîye, yanê tuyê Leylê ji min ra bixwezî, yan ez ji te ra kurtîyê nakim”.
Diya wî rabû torbe-morbên xwe hildan, çû, go: “Ezê herim ji kurê xwe ra bixwezim”. Xapand. Lê xist çû kete nava konan, dest pê kir pars kir. Leylê çav pê ket, huba wê wisa çû cem, hew zanibû ku Eynê Mecrûm e. Carîyeke xwe şand, go:
“Here gazî belengaza hana ke, bira bê”.
Carî çû, ji milan girt, anî hat.
Leylê çû cem diya xwe, go:
“Çiqa belengaz tên, tu didêyî; ca îzinê bidin ez bidime vê belengazê”.
Go: “Ez qurbana te me, dewlet Xwedê serê bavê te, here, çi dixwezî bidê”.
Herçê naz û nemetên xwerinê yên dinyayê hebûn, temam berev kir, tijî çewalê xwe kir, go:
“Çî te heye?”
Go: “Kurekî min heye”.
Go: “De bibe, tu û kurê xwe bi hev ra bixun”.
Gava çû, Mecrûm go:
“Dayê, te Leylê ji min ra xwest?”
Go: “Ez qurbana te me,
Ew Leyla te dîtîye,
Min jî dîye,
Xebera te ye,
Ew Leylê rind e,
Di bejinê da bilind e,
Hema esil- esas e,
Geroka nava gund e”.
Go: “Çi incûza dewra berê,
Xwedê bike ji serê te,
Herdu çavên te derê,
Tu çima didî rûyê Leylê wê xeberê”.
Mecrûm hilda saz û tembûr e,
Rabû ji diya xwe xeyîdî,
Hat ser kanîya Mesêbûl e,
Ji xwe ra ser kanîyê got,
Li sazê xwe xist,
Leylê rabû gumgum hilda hat ser kanîyê avê bibe.
Gava lê nihêrî Mecrûm ser kanîyê rûniştîye,
Ji derdê xwe ra li sazê xwe dixe.
Herdu axir maşoqê surê bûn. Wêderê gumgumê xwe danî. Revî cem Mecrûm, ew û Mecrûm destegerdenî hevdu bûn: herdu wisa bi hevdu şa bûn, ku her Xwedê zanibe. Mecrûm go: “Leylê, çiqas xewa min tê! Çoka xwe dayne ez çîçikekî razêm, rabim”.
Serê xwe danî ser çoka wê, raza.
Leylê li dora xwe nihêrî: “Pey, lê gumgum va ye. Ez hatime avê”. Leylê rabû dawa dêrê xwe, çuxê xwe birî, morîya xewê danî ser guhê wî, go: “Ezê avê bibim herim, bêm”. Gava çû, lê nihêrî malan ji wî warî bar kir, çûn yê jorin. Hema çav pê ket, diya wê pê ra şer kir, danî ser devê, here ku here, çûne çiyayê jorin.
Leylê wisa digirî, wisa digirî, her Xwedê zane, wisa digirî, ku hêsirên xwînê ji çavan tên.
Rojekê lê nihêrî reşek wê ji deştê hildikişe tê. Gazî hevaleke xwe kir, go:
“Qîzê, a, a,- lê nihêrî, gava lê nihêrî teyr, go,- hela pirsekê ji wî teyrî bike, bêje qe li deştê çi heye?”.
Go: “Leylê, em hatine bindarûkê, tu mena li me digerî, teyr e, teyrê ji min ra çi bêje, ezê ji teyr ra çi bêjim?”
Leylê rabû ji hevalan qetîya, bezî di pêşîyê da çû.
Leylê hetanî çû, teyr derbaz bû, Leylê bi dengekî kire gazî, go:
“Teyro, tu bi keremeta perr û baskên xwe kî,
Tuyê perran bikutî, bisekinî”.
Teyr gerrekê di ser da zivirî, go:
“Xezala ji xezalê, tu veqete ji nava hevalan,
Ezê ji te ra bêjim pirs û hewalan”.
Go: “Ez zanim tuyê pirsa Mecrûmê ji min bikî”.
Go: “Mecrûm wê ser kanîya Mesebûl e,
Qamîş li dorê bûye sûr e,
Ez nizanim sax e, yan mirî ye.
Hema li ser çavê çepê çêkirîye hêlîna çivîka meşûr e”
Go: “Weylê min porrê xwe kurr kirê,
Min pirsa xwe ji teyrê hurr kirê,
Xema dinê hêja min xwe pirr kirê”.
Zivirî hate mal, wisa digirî, ku hêstirên xwînê ji çavan tên.
Wext û sehet temam bûn, got: “Emê bar kin, dîsa herin ser gundê xwe, ser warê jêrin e”.
Leylê sibê zû rabû, li deveyê xwe siyar bû, hîvîya kesî nesekinî, hema deve rast ajot hat ser warê xwe. Ji deve peya bû, deve berda, bezî çû ser kanîyê. Lê nihêrî qamîş bûye hesabê kêranan, nizane Mecrûm kêderê ye. Qamîş vî alî, wî alî şikênand, kire xisîl, hat rastî Mecrûm hat. Gava lê nihêrî kincên wî temam rizîne, qetîyane, çivîkan li ser çavê wî hêlîn çêkirine, hê qirşên wê tê da ne; çivîkê cûcikên xwe derxistine, çûye.
Rabû pûşê hêlîna çivîkê ji çavên wî derxist, ji wêderê hilda danî ser qamîş, girîya, go:
“Ez çawa bikim? Mecrûm diha mirîye, ez çawa bikim ku Mecrûm bê ser rengê xwe?”
Rabû gazî Xwedê kir, Xwedê dua wê qebûl kir: dezmala xwe di avê da kir, li kincên wî xist. Meriv dibê qey hêja razaye, rabû dest avîte morîyê, morî ser guhê wî hilda.
Rabû go: “Ha Leylê, te çima ez rakirim, te çima ez ji xewa şîrin rakirim? Ez hinekî razama”.
Leylê gotê da:
“Hey Mecrûm, malxirab,
Malên me çûne zozan e,
Berxên me çûne ber beran e,
Golikên me bûne ga ne.
Malxirab, çima eva çi sal e,
Çi zeman e?”
Go:
“Leylê, bese bike derewan e,
Wekî malên me çûne zozan e,
Berxên me çûne ber beran e,
Golikên me bûne ga ne.
Çima te ji min ra nanî
Tasek avê belekîyan e,
Çima te ji min ra nanî
Baqe gul, sosinên çavkanîyan e?”
“Mecrûm, ez qurbana te me,
Wekî Mecrûm mabû aranan e,
Leyla merûm çûbû zozanan e,
Min sondeke wisa xweribû,
Min nexweribû ava belakîyan e,
Min neçirpandibû gulên mêrgan e”.
Ew bi Leylê va bi hevdu bawer kirin, hevdu hemêz kirin. Lê nihêrî wê bavê Leylê dewar û hespên gund rakirine anîne ser kanîyê. Dewar xwe li xwe qamîş xist, qamîş raxist erdê, herdu mane cîkî rastî dûz.
Bavê Leylê lê nihêrî ewa hana Leylê ye, wê ji xwe ra cem xortekî ye.
Hat herduyan jî bikuje.
Herduyan go: “Ya Rebî, go, tu me têxî du siteyrikan, bavêjî rûyê ezman”.
Lê nihêrî nola çivîkan çûn rûyê ezmanan.
Îca naka wexta biharê tên digihîjin hevdu, Leylê diçe çîyê, Mecrûm dimîne aranê. Carekê jî wexta payîzê ji jor da tên, herdu bi hevdu dikevin; Leylê diçe aranê, Mecrûm diçe alîyê çiyê – rohilat û roava.
Naka jî carekê biharê, payîzê, wexta li hev dikevin, meriv lê binihêre çi ji Xwedê bixweze, Xwedê wî didê da.
Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev