Li Alma Ataya Qazaxistanê dersdar û emekdarekî qedirbilind: Profesor Mihemedê Misto

Li Alma Ataya Qazaxistanê dersdar û emekdarekî qedirbilind: Profesor Mihemedê Misto
Li Qazaxistanê bi dehan navên hêja û naskirî hene ku mirov bi nav û dengên wan serfiraz û serbilind e. Yek ji wan navan profesor, kedkarê civaka miletiyê, dilsozê çand û hunera kurdî Mihemedê Misto ye.
Di dîroka kurdên Qazaxistanê de navê Mihemedê Misto wekî profesor-doktor, rojnemeger û xebatkarê çanda kurdî tê naskirin. Malbeta wî sala 1937-ê ji Naxçivana Azerbeycanê ber bi Qazaxistanê ve hatiye sirgunkirin.
Malbeta ku sala 1937-ê di bin çavdêriya Artêşa Sor de li gundê Baxit-Baxtiya Balqaşê tê bicihkirin, salek paşê ango sala 1938-ê hatiye li gundê Kayçûkê –ku niha jê re dibêjin Aşîbûlak- bi cih û war dibe.
Rehmetiyê bavê wî Mistoyê Ûsiv mirovekî şareza, biaqil û rûspiyekî gund bûye. Piştî mirina Stalîn û hatina Xrûşçov bi çend salan rewşa kurdên Qazaxistanê ji xirabiyê hinekî ber bi başiyê ve diçe. Li ser vê yekê sala 1957-ê malbet ji Qazaxistanê berê xwe dide Ermenîstanê. Bavê wî Mistoyê Ûsiv li wir karê malhebûna gundîtiyê dike. Mihemedê Misto sala 1956-ê ji dayîka xwe dibe. Dema ku malbet koçî Ermenistanê dike, Mihemedê Misto yek salî ye.
Mihemedê Misto piştî kutakirina dibistana navîn, sala 1977-ê li bajarê Oşa Qirgizistanê dikeve Înstîtuya Pedagojiyê û beşê kimya û bîolojiyê dixwîne. Sala 1982-yê bi rûyekî spî û dereceyeke bilind Înstîtuyê xelas dike. Piştî kutakirina Înstîtuyê, sala 1983-yê li bajarê Alma Atayê li dibistana hejmara 108-an de dibe midûrê xwendinê. Ji bo xebata baş bi rewaname û xelatên baş tê pîrozkirin.
Profesor Mihemedê Misto di xebata xwe de sal bi sal bi pêş dikeve. Sala 1991-ê di rojnameya ‘Kurdistanê’ de kar dike. Sala 1993-yê dibe redaktorê heman rojnameyê. Hema wan salan tevli xebatên civakî, çandî û edebî dibe. Sala 1994-ê li gundê Aşîbûlakê komeke reqs û govendê ya bi navê ‘Stêrk’ ava dike. Sala 1997-ê dev ji karê redaktoriya rojnameyê berdide û bi karê zanyarî ve mijûl dibe. Sala 1997-ê teza xwe ya zanyarî dinivîse û dibe ‘kandîdatê ilme siyasetê.’ Sala 2000-î teza doktoriyê temam û pêşkêş dike û dibe ‘doktorê ilme siyasetê.’ Mihemedê Misto ji sala 2000-î heta sala 2005-ê li Zankoya Asya Navîn de mamostetiya siyasetê dike.
Kitêbeke Mihemedê Misto jî heye ku sala 2001-ê hatiye weşandin. Navê kitebê ‘Dîroka kurdan, hevalbendiya wan a bi Dewletên Serbest û pêşdaçûyîna wan’ e. Profesor Mihemedê Misto ji sala 2013-ê heta niha li bajarê Alma Atayê li Înstîtuya Bîznês û Marketîngê de wekî perwerdekar kar dike.
Her cara riya we bi Alma Ataya Qazaxistanê bikeve, helbet çend kes hene ku gelek caran li ber we hazir û amade ne û dixwazin xizmeta we bikin, ku Mihemedê Misto yek ji wan kesan e. Şayanê gotinê ye ku Mihemedê Misto li gundekî kurdan ê bi navê Aşîbûlakê rûniştiye û dostekî baş ê dengbêjê navdar Mecîdê Silêman e. Helbet rehma Xwedê lê be, ew dostekî baş ê helbestvan û rojnamegerê kurd Hesenê Hecîsilêman jî bû.
Mihemedê Misto malxwê û bavekî hezkirî ye. Bavê 2 keç, kürek û çar neviyan e.

Salihê Kevirbirî

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev