Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Ayîna Mezdekî (beşê çarem) Rastiya Felsefeya Mezdek ya Civakî

Ayîna Mezdekî (beşê çarem) Rastiya Felsefeya Mezdek ya Civakî
Yekem şoreşa sosyalîstî:
Ji bo şoreşa mezdekî ya civakî – wek rewşa hemû şoreşên civakî kevin – bingeheka ayînî heye. Di wan deman da ayîn îdeologiya here bi şiyan û bandor bû ku cemawerên gel hişyar bike, bi rêxistin bike û berê wan bide serhildan û raperînan. Kurtahiya bingeha ayînî ji bo şoreşa Mezdek ya civakî ewe ku Xweda “Ahûra-Mezda” xwedayekî dademende, wî ev cîhan afirandiye û her tiştê di wê da heye ji bo mirovatiyê kiriye hebûn û saman; ew xêr û bêrên wê di navbera xwe da bi wekhevî parvedikin. Nabe ku hin kes li hêlekê xêr û bêrên suriştê ku bêhtirî pêwîstiya wan be di dest xwe da bigirin û li hêla din hin kes jê bêne bêparkirin.
Li ser vê bingeha ayînî Mezdek li dijî vê cudahiya tûj di civaka ariyanî da rawestiya, li dijî çewsandina çînekê ji çînên din ra. Di serdema padîşahê Sasanî Qubad kurê Feyrûz da wî serkeftineka gewre pêkanî. Cemawerên bindestan ayîna wî wergirtin û bûn hêzeka îdeologî organîzekirî li hember çînên serdar. Bi me ra derbas bû ku Qubad ayîna mezdekî ne bi bawerî, lê ji ber sedemên siyasî wergirt û hêza cemawerî ya bawermendên mezdekî ji bo şikestina kelîja çînên serdar bi karanî, ji ber ku ew çîn li ber hêza serdariya wî bûbûn bend û kelem.
Piraniya kesên ku di warê Mezdekiyê da lêkolîn kirine ji wê baweriyê ne ku Mezdek bi awayekî îdeologî û pilankirî yekem şoreşa sosyalîstî di dîrokê da diyar kiriye. Lê belê tiştê pir balkêş ewe ku derbarê doza Mezdek hatiye angaştkirin ku wî jin kirine malê civakê; angaşt kirine ku Mezdek li ser her bawermendekî mezdekî ferz kiriye ew jina xwe ji bo kesên din  ceba bide. Ev gotûbêjên wisa derbas serdema niha jî bûne; Mezdekî wisa dane xuyakirin ku ew ayîneka tevliheviyê ye û di warê peywendiyên jin û mêran da azad û serberdayî ye, nirxên mirovî kavil dike û li ser hewesa cinsî hatiye avakirin. Gelo rastî çi ye?
Çepelkirina şoreşa mezdekî:
Wisa tê xuyakirin ku gotûbêjên xweserî hevpişkiya jinan di Mezdekiyê da ne li ser rastiyê ne, di wan da bi mebest çepelkirina ayîna mezdekî heye. Sedem jî ewe ku Mezdekî di heyama padîşah Xusroyê Yekem da raserî perçiqandin û qirkirinê hatine. Tikes ji wan rizgar nebûye, tenha ewên ku li warên dûr, li warên çiyayî û asê bûn, sax mane. Raman û rêbazên ayîna mezdekî jî raserî çepelkirin û reşkirinê hatine. Di serdema Îslamî da jî vê serferberiya perçiqandin û çepelkirinê ji aliyê du koman va berdawam kiriye:
– Koma yekem: Zerdeştî û Kirîstiyanên Nestorî ne; ew dijminên kevin yên baweriya mezdekî ne. Kelîja hin kesan ji wan li ba xelîfeyan û waliyan gelek mezin bû.
– Koma duwem: Pisporên ayîna Îslamî û siyasetmedarên Misilmanan. Van kesan Mezdekî jî mîna Manewiyan xistine nav koma zendîqan, û şerê wan bi tundî kirine, ji ber ku Mezdekiyan nexwastiye Îslametiyê wergirin.
Gava em vegerin ser gotûbêjên dîroknasên Misilmanan, emê bibînin ku ya her kevin gotûbêja El Tabarî  الطَّبَري ye. Berhema El Tabarî jêdereka berfirehe li ser dîroka gelên ariyanî û ayînên wan. Di wir da derbarê Mezdekiyê gotiye: “Kesê ku li ba wî saman, jin û tişt bêhtirî pêwîstiya wî bin, ew ji bilî xwe ne hêjatirî wan tiştane”. Dîsa têda hatiye ku Mezdekî “diketin malên xelkê û zor lê dikirin”[1].
Di gotûbêja El Tabarî da ti tişt li ser hevpişkiya jinan û azadiya cinsî tineye. Ew piştrast dike ku felsefeya Mezdek ya civakî bi taybetî li dijî dewlemendan bû, li ser wan ferz dikir ku ew dest ji tiştên bêhtirî pêwîstiya wan ji saman û jinan berdin û bidin kesên xizan û belengaz. Bi herhal mebest li vir bi “jinan” cariye û koleyên malê ne, ji ber ku ew beşekin ji hebûn û samanê.
Tawanbariya tevliheviya cinsî û hevpişkiya jinan ku bibin malê civakê di gotûbêjên piştî wê heyamê ra jî xuyabûne. Şehristanî الشَّهْرِستاني gotiye ku Mezdek “Jin rewa kirine”[2]. Di gotûbêja Ibin El Esîr da jî hatiye ku “tiştên heram û bed rewa kirine”[3]. Ibin Qeyim El Cewziye  ابن قَيِّم الجَوْزِيّة ew wek “teres” bi nav kiriye[4]. Di gotûbêja Ibin Xeldûn  ابن خَلْدُون da jî hatiye ku “Mezdek zendîq û serberdayekî cinsî bûye”[5]. Lê belê gelek nîşan û dawerên din hene ku ola Mezdekî ji van tawanbariyên serberdayiyê û hevpişkiya jinan bêsûc dikin, ew jî evin:
1 – Bi me ra derbas bû ku Mezdek pêş diyarkirina pêximberiyê mobedekî zerdeştî bûye. Dîsa bi me ra derbas bû ku ayîna wî li ser bingeheka Zerdeştî-Manewî hatiye avakirin. Ne di Zerdeştiyê da û ne jî di Manewiyê da ti bingeh nîne ku serberdana cinsî û hevpişkiya jinan têda hebe.
2 – bi me ra derbas bû ku Mezdek ariyaniyekî resen bûye. Bi herhal yan Kurd bû yan jî Faris bû. Ne di kelepora civakî kurdî û ne jî farisî da tiştekî derbarê serberdana cinsî û hevpişkiya jinan tineye.
3 – El Nuweyrî النُّوَيْري di gotûbêjekê da li ser navê sehabî Ebdellah bin Abbas عبد الله بن عَبّاس gotiye ku Xweda “namûs û xîret kiriye deh beş. Neh ji wan di Kurdan da hene û tenha yek di kesên din da heye”[6]. Mezdekiyan pir caran li dijî xîlafeta Ebbasî serî hildaye û ew bi navê “Xûřemî – Xûramî” hatine naskirin. Beşekî mezin ji wan Kurd bûn. Çawa Kurdên pir bi namûs û xîret wê razî bibin ku jinên wan ji kesên din ra azad û beredayî bin?
Wisa tê xuyakirin ku dijminên Mezdekiyan têgîna wekheviyê di parvekirina saman û şûbûna jinan da badane û çepel kirine û wisa şîrove kirine ku ew doza hevpişkiya jinan dikin. Me berê gotibû ku jin di civakên rojhilatî kevin da beşek ji hebûn û samanê bûn; bi taybetî jî cariye. Tiştê ku Mezdek xwastiye ewe ku wî şûbûna (zewaca) mêrekî bi pir jinan ra bend û qedexe kiriye, li hêla ku pir xizan û reben nikarîbûne şû bibin.
Lêkolînerê Kurd Dr. Cewad Elî جَواد علي  mijara Mezdekiyê hildaye dest û titişt derbarê “serberdana cinsî û hevpişkiya jinan” negotiye, ew dibêje:
“Nameya Mezdek û rêbaza wî ne diyare. Em titiştî li ser rastiya wî nizanin. Pirtûkên Mezdekiyan hatine kavilkirin. Zanyariyên derbarê ayîna wan di heyama Anoşirwan da hatine wendakirin. Ji wan titişt nemaye ji bilî çend gotinên di pirtûkên erebî da ku ji jêderên pehlewî hatine wergirtin û di heyama bobelata Mezdekiyan da û piştî wê hatine tomarkirin. Ji van çend gotinan tê xuyakirin ku Mezdekî tevgereka ayînî civakî û siyasî bûye, doza belavkirina samanê di navbera mirovan da bi wekhevî kiriye, û doza standina saman û zeviyan ji delemendan kiriye ku ji bo xizan û belengazan bêne dayîn; heya ku ew kesên pir jin li ba wan hebûne ji wan bêne standin û ji bo kesên pêwîstiya wan pê heye bêne dayîn. Ramana vê tevgerê li gor vê danasînê ramaneka sosyalîsî tundrew bûye”[7].
Çarşemb, 11.05.2016
Jêder
[1] Al Tabarî, dîroka pêximber û padîşahan, 2/92.
[2] Al Shehrestani, Al Milel we Al Niĥel, 2/54.
[3] Ibin Al Asir, Al Kamil fi Tarîx, 1/377.
[4] Ibin Qeyim Al Cewziye, Al Muntezem fi tarîx Al Muluk we Al Umem, 2/108.
[5] Ibin Kheldun, Tarîx Ibin Kheldun, 2/208.
[6] Al Nuweyri, Nihayet Al Arab, 1/293.
[7] Jawad Ali, Al Mufessel fi Tarîx Al Ereb qebil Al Islam, 7/160-161.

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)

wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev