Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Bijî biratîya reşik û spîyan!

Bijî biratîya reşik û spîyan!
Salên 1770an bû li xopana Emerîkayê şerekî giran qewimî bû, şer di navbera niştecîhên Emerîkayê û dagirkerên Ewrûpayê de derketibû. Serokê Emerîkayê ferman da ku li her deverên Emerîkayê gelê Emerîkayê tev li vî şerê giran be, divê her welatparêz ji bo axa xwe, ji bo ola xwe tev li vî şerî be û xeber dan her çar aliyê Emerîkayê gotin:”Gelî birano, gelî xwîşkno îro roja şer e, divê em cudatiyên di nava xwe de daynin alîkî û li hemberî kafira, li hemberî zordesta şer bikin”. Axa û mîrên bajarê Mississippi jî li hev civiyan û biryara xwe dan yê ji bo birayên xwe yên spî herin şer, îro roja li hev xwedî derketinê bû, îro roja şerê pîroz bû.
Reşikan di nava xwe de gelek xortên çeleng kom kirin, li hespên xwe siwar bûn û berê xwe dan qada şer, şer nêzê çar salan berdewam kir û di dawiyê de hêzên Emerîkayê dijminên xwe rijandin li behra Pasîfîk û Atlantîkê. Reşikan gava ev xeber bîhîstin gelek bextewar bûn, çend rojan def û dewat li bajarên reşikan de rû dan, dayikên wan ciwanên reşika, her dema xeberdidan bi serfirazî digotin: ”Me zarokên xwe ji bo dînê îsa, ji bo dewleta Emerîkayê da. Em serbilind û serfiraz in, çend lawê me hebin emê dîsa di vê rêyê de bidin”. Keşîş jî di nava bajarên Mississippi digeriyan û digotin: ”Bijî ola îsevîtiyê, bijî biratiya me û spîyan”. Êdî şerê çekan qediya bû, dor bi dora şerê maseyan bû, ji bo peymana Hawaii nûnerê Emerîkayê serleşker Irvin yê biçûya Hawaii berê wê, çûbû di nava bajarên reşika û ji wan re digot : ”Em hezar sal e bi hev re dijîn, erdnigariya me yek e, baweriya me yek ; her çiqas rengê me ji hev cuda be jî em birayên hev in, emê bi hev re, bi aştiyane bijîn.” (Irvin jî bi eslê xwe Mississippiyî bû û ew jî reşikî bû ).
Di peymana Hawaii de Emerîkayê serkeftineke mezin bi dest xist; li gorî vê peymanê li erdê Emerîkayê de îngilîz, fransî û neteweyên din yê bikişin, reşikên li başûrê Emerîkayê dijîn yê wek niştewarên Emerîkayê bên qebûlkirin. Di nava reşikan de jî ev biryara bi dilxweşî hat qebûlkirin, lê bilî çend kesên zane! Çend kes hebûn ku xwedî aqil bûn, zanibûn dê bên xapandinê, li her cihî ketin qadan û xwestin reşikan hişyar bikin da ku mafê wan jî heye dewleteke serbixwe ava bikin, ne pêwist in di bin mahiyeta spîyan de biperçiqin. Jixwe bav û kalên wan bi destên bav û kalên spîyan de nehatibûn serjêkirin, nehatibûn qetilkirin? Lê reşikan ev zane piştguh kirin û heta rojekê leşkerên Irvin ketin di nava gelî û gundên Mississippi û ew mirovên zane û alîgirên wan hildan birin û dadgeheke beredayî kirin di nava çend rojan de jî li ser kursiya sêdarê bûn ew kesan! Belê, berê bi peymana Hawaii xaka reşikan kiribûn çar parî, her pariyek xistibûn devê gurekî, keftarekî, berazekî û kûçikekî kurmî. Parçeya mezin di devê guran de bû û gur bi darvekirina papaz û keşîşên zane ve qîlê xwe nîşanê birayên xwe yên ”reşik” da bû. Serokê Emerîkayê George Washington berê hanî reşikên der û dora xwe li holê rakir, dema reşikên xwefiroş li George pirsîn: ”Hûn çima li me wiha dikin, ne me alîkariya we kir, me bi hev re dijminên xwe qirkir?”, George bersiv da û go: ”Yê kêrê birayê xwe nehat û birayê xwe firot yê min jî bifroşe.” û sirgûnê Meksîkayê kir.
George Washington makezagona yekem derxist û di makezagonê de ji bo reşikan qasî zîlika pîvazekî maf tune bû jixwe navê reşikan jî di makezagonê de derbas nedibû. Heşt salên damezrandina Emerîkayê bû, rojekê George bîhist li navçeyeke reşik lê dijîn serhildanek derketiye û qesabê xwe Irvin rê kir da ku raperînê biqedîne û serê wan îsyankaran jê bike! Irvin wek hurçekî li pey hingiv bikeve kete li nava bajarên reşika 17 hezar kes li newal û geliyan de qirkir, destdirêjahiya jina, kuştina zarokan jî jixwe mafekî rewa bû ji bo Irvin û leşkerên wî. Sal û meh her çiqas derbas dibûn ewqas spîyan zor li reşikan dikirin, li her cihî reşik dihatin kuştin û kîsê bavê xwe diçûn. Salek ji mirina George mabû li devereke reşikan de dîsa serhildanê dest pê kir, George keçika xwe Hadwyn ji bo vê serhildanê peywirdar kir, Hadwyn keça George ya damarî bû û pîlot bû. Rojekê esmanên welatê reşikan de dîsa mirinê xuya dikir, sê şev û sê roj bombe li ser reşikan de barîn, Hadwyn di hevpeyvîneke xwe de digot: ”Me ne dixwest teqemeniyên me biqedin, me bi daran serê reşikan dipelixand.” Dîsa jin û zarokên reşikan perîşan û belengaz li serê rêyan ketin, yên xwe li destên çerm spîyan rizgar nedikirin, xwe li ser zinarên li jora robara Mississippi diavêtên xwarê, goştên wan li ser zinaran, li ber tavê diheliyan, dibûn xwarina teyir û maran! û George mir, ji şûna wî Irvînê bi eslê xwe reşik, lê kujerê reşika hat li meqama wî.
Welatê reşikan xwîn dirijiya hertim, birçîbûn, tazîbûn û belengazî ger axa û mîrên reşika dest li qirika reşikan dikirin, ger dewleta Emerîkayê dev diavêt li qirika reşika. Ne kar hebû li welatê reşikîstanê û ne jî aramî hebû, di havînan ji bo çend dolaran diçûn li welatê spîyan dixebitîn, li wir derd û bela li dûrê wan nediket, dîsa nîjadperetî, zordestî, kuştin her berdewam bû reşekî nikaribû bi zimanê xwe bêje ”merheba”, derhal lî wî didan û digotin reş tune, zimanê reşa tune, hûn meymûn in bi eslê xwe û hwd. Lêbelê rojekê di nava reşikan de merivek derket û li hemberî dewleta Emerîkayê serî bilind kir, ew û bi çend spîyan li hemberî dewletê derketin, bi çek û rextên xwe, xwe avîtin çiyayên Mississippi û demeke kurt de reşikên êdî ber zilma dewleta Emerîkayê bêhal bûne ketin rêya û xwe gîhandin serok Alfred.
Alfred li Newyorkê beşa ekonomiyê xwendibû, li gor yên derdora xwe gelek çalak bû, jixwe ne wisa bûya ji xeynê xwe nikaribû kesî li derdora xwe kom bike. Serhildana Alfred her ku diçû xurttir dibû, ref bi ref ciwanên reşika xwe li çiyê didîtin, hêviyên reşika bûn serok Alfred û şoreşgerên wî. Li gundan heta metropolan gelek sempatîzanê wî hebûn, birastî Alfred gelekî jî li dewleta Emerîkayê da, dewletê hemî çekên xwe û leşkerên xwe li bajarên reşikan de bi cîh kirîbû. Bi navê têkoşîna li hemberî Alfred leşkerên Emerîkî li bajarên reşika kuştin û destdirêjkirina jinan didomandin, her dema mirovekî/e çermreş dikuştin, çekek daydînin li nik wî/ê digotin: Me îro jî çekdarekî koma Alfred kuşt!
Sal derbas dibûn û her roj ciwanekî reşik yekî wek şêran bi destê gurekî har dihat xwarin, sal diçûn hêsir gurr dibûn, sal diçûn qêrîn zêde dibûn û rojekê li Brezîlyayê serok Alfred hate girtinê û kirin girtîgeha Guantanamoyê! Sal diçûn, meh diçûn ciwan li serê çiyan, li bin berfa zivistanê, li ber germa havînê, li bin bombeyan dimirin û dikuştin kûçik, beraz û guran! serok Alfred çiqas li dûr gelê xwe ket ewqas mezin bû, çiqas bêdeng ma ewqas ramanfireh bû heta ku fikir û ramanên wî wisa fireh bûn kesî pirtûk û nivîsên wî nikaribûn fehm bikin, bi înglîzîke nezelal li derheqê ekolojî, xweda û neteweperestiya hoveber de zehf nivîsên balkêş dinivîsî!
Serok Alfred rizgariya reşika di modernîteya Emerîkayê de didît, li gorî Alfred heke nîjadperetiya di nava reş û spîyan de biqediya, ev şerê jî biqediya, dewleta Emerîkayê û serok Alfred bi hev re çend salan ketin têkiliyê, lê dewlet kone (hişyar) bû, tu car li xwe destê serok de berneda, li pişt deriyan gotûbêj dikir û rojekê jî panek li pêvajo û serok da, carek din şer û xwîn da destpêkirinê. Di sîstema serok Alfred damezrandibû de cihê zimanê reşika tunebû, li gorî wan dîroka reşan bi wan dest pê dikir, pêwistiya ala reşikan jî nîn bû! Di nava xwe de keç û xort tev parçekî têkoşînê bûn, kalekî 70 salî jî ”heval” bû, zarokeke 13 salî jî, ji ber ku ev rêbazeke têkoşînê bû!
Rêveberiya li pey serok dihat, her roj li ser kursiyan ser milên xwe yên çepê hinekî xwar dikirin û li bin siya daran de digotin: ”Emê li hemberî partiya desthilatdar serkevin û ew têk diçin û ye herin, ”lê gava meriva rewşa şer didît di nava bajarên reşan de her roj bombe dihatin reşandin, reş mîna sêwiyan her yekî li bajarekî xwe avîtibûn ber destê malbatên xwe û li radyoyan de kavilbûna malên xwe guhdar dikirin û yek tiştek hînê reşikan kiribûn, çi dibe bila bibe em dest ji ”bijî biratiya reşik û spîyan bernadin em hemû nîjad birane, çermsor û çermzer her çiqas ji bona dewletê ji me re dijminahiyê bikin jî, bijî biratiya nîjada!” Di artêşa Emerîkî de leşkerên nîjada zerik û çerm sor hebûn û dihatin jêrzemînan de ciwanên reşika dişewitandin, jinên wan tazî dikirin li meydana, lê ”Bijî çermzer û çermsor!”
Di van salên dawîn de êdî reşik jî nizanin çi bifikirin, xanima Suzan çavê xwe li tewle û pangan de vekiriye van rojan ”xweseriya demokratîk ”re mijûl e, camêrê hêja Jack jî ji şivanî û gavaniyê lingê wî nagrin li van roja behsa ”neteweperestiya neteweyî ”dike li ser xêrê.
Ça diqewime li Mississippi xwîn, xwefroşî, kuştin û talanî dê berdewam bike, hêvî serok Alfred bû, ew jî di Guantanamoyê de di nava pirtûkan de bi fikra ”Emerîkaya demokratîk ”de xeniqiye, heyf hezar heyf şêr û pilingên ji bona zerik, çerm sor û taybetî jî ji bo spîyan dimrin, heyf zimanê reşikayê xweşik di nava xwe de reşkirine, heyf hezar heyf û hew…
Rêzan Erzirom

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev