Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

“Selaheddîn: Serokatî, Stratejî, Dijberî”

“Selaheddîn: Serokatî, Stratejî, Dijberî”
Berhema David Nicolle “Selaheddîn Serokatî Stratejî Dijberî” bi wergera Aynur Kaş di nav weşanên Avesta de derket.
Fermandarî:
Paşeroj, stratejî, taktîk û tecrûbeyên qada şer ên fermandarên herî binavûdeng ên dîrokê
Selaheddîn:
Ev kitêb qala tecrûbeyên leşkerî û mêrxasiyên qada şer ên El Malik el-Nasir Yûsiv Îbn Necmeddîn Eyûb Îbn Şadî Ebû’l-Mûzafer Selaheddîn, an jî weke ku li dinyayê tê naskirin Selaheddîn, dike û ev xweşmêr heta li Ewropayê weke lehengê herî mezin ê Seferên Xaçparêzan tê qebûlkirin.
Piraniya dîroknas wî weke camêrekî xwediyê dilpakiyeke bêemsal, wêrekî û hunerweriyên siyasî pêşkêş dikin. Lê belê di van demên dawî de ji bo portreyeke Selaheddîn a weke mêrekî azwer, bêmerhamet, siyasetmedarekî fenek û fermandarekî -berevajî ku tê zanîn- ne ewqas nuwaze bê çêkirin hinek hewl didin. Ev kitêb nîşan dide ku rastî, weke her car, ne ev an jî ya din e.
Selaheddîn: Serokatî, Stratejî, Dijberî
David Nicolle
Wegera ji ingilîzî: Aynur Kaş
ISBN: 978-605-5279-82-0
16.5 x 24, 72 rûpel 22 TL
www.avestakitap.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev