Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Çapa duyem ya “Meme Alan ” a Evdirehîm Rehmî Hekarî ji Weşanên Lîsê Derket

Çapa duyem ya “Meme Alan ” a Evdirehîm Rehmî Hekarî ji Weşanên Lîsê Derket
Ev berhema giranbiha a Evdirehîm Rehmî Hekarî cara pêşîn di Kovara Jînê (1918-1919)an de hate weşandin. Gava ku meriv vê berhema wêjeyî ya hêja di bin çavan re derbas dike, dibîne ku Ebdirehîm Rehmî Hekarî zanyarîyên bingehîn ji bo nivîsandina dramayê bi dest xwe ve anîne. Em dibînin ku wî li gor pêbendên vî tovê hunerîyê ev drama xistiye du tekstan: Teksta sereke û teksta tenişt. Di teksta sereke de dîyalogên di navbera lîstikvanan de û monologên ku lîstikvanek bi xwe re diaxive, tên. Di teksta tenişt de, agahdarîyên ku nivîskar ji bo birêveçûna şanogerîyê nivîsandine, wekî raxistin û xemilandina sehneyê tên.

Gava ku em vê berhema wêjeyî ya rewşenbîrê Kurd Ebdilrehîm Rehmî Hekarî li gor mercên nivîsîna dramayê di bin çavan re derbas dikin, em dibînin ku nivîskarê me di vî warê hunerî de xwedî hostatîyeke wisa mezin bû ku em dikarin bi dilxweşî pê serbilind bibin.
Meme Alan, Evdirehîm Rehmî Hekarî, Şanoname, 41 rûpel, Weşanên Lîs 2016, Amed
ISBN: 978-605-9295-30-7

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev