Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

‘Kurtenêrînek li ser edebiyat û çapemeniya kurdî’

‘Kurtenêrînek li ser edebiyat û çapemeniya kurdî’
Nofel Edaletê 34 salî edebiyata kurdan bi azeriyan dide naskirin
Gelê kurd li Asya Navîn û Qefqasyayê bi salan e ku bi her awayî hewla jiyanê dide. Lê herî zêde li Azerbaycanê bi zehmetiyên giran re rûbirû dimîne. Kurd li vî welatî rastî asîmîlasyoneke mezin hatine û tê gotin ku bi sedhezaran kurd asîmîle bûne. Bi deh hezaran kurd îro bûne xerîbê çand û nasnameya xwe. Ji ber vê yekê jî dema ku berhemeke kurdî li vî welatî ronahî dibîne, ev yek dibe sedema şabûneke pir mezin. Berhem û kitêbên li ser jiyan, dîrok û edebiyata kurdan bi qasî ku li nav kurdan dibe sedema şabûnê, her wiha dike ku ji hêla azeriyan ve jî werin naskirin.
Nivîskarê kurd Nofel Edalet, li Azerbaycanê yek ji nivîskarên serkeftî û naskirî ye. Di van rojên dawî de bi kitêbeke girîng kete rojeva kurd û azeriyên vî welatî. Kitêba bi navê “Kurd Edebiyatı ve Matbûati Tarîxîne Kisa Bîr Nazar” bi zimanê azerkî ronahî dît û di demeke kurt de deng veda. Kitêba ku em dikarin sernivîsara wê wek “Kurtenêrînek li ser edebiyat û çapemeniya kurdî” wergerînin zimanê kurdî; berhemeke bingehîn a tarîxa kurdolojiya li Azerbaycanê ye. Berhema navborî li Azerbaycanê wekî teoriya giştî ya Edebiyata Kurdî tê nirxandin. Kitêb ji bilî mijar û nimûneyên edebiyata devkî ango folklora kurdî, ji destpêkê heta niha behsa dîroka çapemeniya kurdan jî dike.
Di beşê yekem ê kitebê de derbarê edebiyata devkî ya kurdî; çîrok, destan, dengbêjî û gotinên pêşiyan de agahiyên berfireh têne dayîn. Di beşeke din de jî li ser jiyan û berhemên nivîskar û helbestvanên klasîk û modern ên kurd nirxandinên girîng cih digirin. Borazboz, Ehmed Dinevari, Baba Tahirê Ûryan, Îsmaîl Ebûl-Îz, Melayê Batê, Feqiyê Teyran, Ehmed Cizîrî, Ehmedê Xanî, Mahşeref Xanim Mestûre, Hacî Qadirê Koyî, Şêx Riza Talebanî, Pîremêrd, Erebê Şemo, Hejar Mûkrîyani, Cegerxwîn, Abdulla Goran, Yûnis Raûf (Dildar), Mûsa Anter, Nûreddin Zaza, Ebdûlrehman Hejar, Ferhad Şakelî, Mehmed Uzun, Şêrko Bêkes, Dilşad Merîvanî çend navên mezin in ku nivîskar di berhema xwe de behsa wan kiriye.
Mînakên ji berhemên nivîskar û şaîrên kurd

125 salên Dîroka Rojnamegeriya Kurdî û serdemên geşedanên wê di beşê ‘Çapemeniya Kurdî’ de cih digire û ev beş bi rojnameya ‘Kurdistan’ destpê dike. Li hêla din di kitebê de mînakên ji berhemên nivîskar û şaîrên kurd cih digirin. Piraniya van berheman ji hêla Nofel Edalet ve li zimanê azerkî hatine wergerandin. Bo nimûne beşek ji şanoya ‘Birîna Reş’ a Mûsa Anter, tekane helbesta Borazbozê avakarê edebiyata nivîskî ya kurdî ku gihîştiye ber destê me, rûbaiyên Baba Tahirê Ûryan û mînakên ji berhemên Ferhad Şakelî, Şêrko Bêkes, Nûreddin Zaza, Egîtê Xudo û Mehmed Uzun li zimanê azerkî hatine wergerandin û di kitêbê de hatine bicihkirin.
Pêşgotina kitebê ji hêla nivîskarê kitêbê ve hatiye nvîsandin. Nofel Edalet di pêşgotinê de balê dikişine ser Dîroka Kurdolojiyê li Azerbaycanê û diyar dike ku li Komara Azerbaycanê derbarê edebiyata nivîskî ya kurdî de, miqaleya yekem sala 1945ê ji hêla profesöre azerî Cafer Xandan ve hatiye nivîsandin.
Kitêb derbarê xebatên Hûseyîn Kurdoglu û Şamil Esgerov de agahiyan dide ku di navbera salên 1960-1970yî de li ser jiyan û berhemên Ebdulla Goran û Cegerxwîn xebitîne û berhemên hêja efirandine. Her wiha behsa xebata Zûmrûd Şefiyeva jî tê kirin ku di helbesta kurdî de cih daye mijara destanan. Hêjayî gotinê ye ku ev berhem di dewra xwe de wekî tezên doktorayê hatine nivîsandin.
Nivîskar di berhema xwe de behsa xebatên Adilê Cemal, Hejarê Şamil û Kamîz Şeddadî jî dike ku rola wan li Azerbaycanê li ser nasandina edebiyat, folklor û dîroka kurdan berbiçav e.
Nofel Edalet li hêla din xebatên Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm ên li ser têkiliyên edebî yên azerî û kurdan bi bîr tîne û cih dide monografiyen wi yên bi navê ‘Edebiyata neteweyî û têkiliyên edebî’ û ‘Asoyên edebî’
Nofel Edalet kî ye?

Nofel Edalet sala 1982yê li Axcakenda Kelbecera Kurdistana Sor hatiye dinyayê. Piştî şerê Qerebaxê ji neçarî tevî malbata xwe herêma kurdan diterikîne. Fakûlteya fîlolojiyê ya Zanîngeha pedagojiya dewleta Azerbaycanê qedandiye. Xwediyê çend kiteban e. Edîtorê beşê azerî yê rojnameya ‘Dengê Kurd’ e ku li Bakûyê çap dibe. Yek ji kedkar û hîmdarên komên folklorî yên kurdî ye. Çend kitebên wî li ber capê ne.
Salihê Kevirbirî

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev