Radyoya Rewanê û Eznîva Reşît

Radyoya Rewanê û Eznîva Reşît
Xwendevanên delal, îro 90 salîya bêjera radyoya kurdî a Rewanê Eznîva Reşîd e (18.05.1926 – 16.09.2000), ku ji destpêka weşanên radyoyê, ango ji sala 1955an heta sala 1982an, ango 27 salan bêjerîya wê radyoyê kirîye, ku bi mîlyonan kurd şîyar kirin. Di vê şîyarkirinê da keda wê gelek e.

Li jêr em gotara sîyasetmedar û nivîskarê gelekî mezin Kemal Burkay a pir ji dil ser Eznîva Reşîd raberî we dikin, ku ewî di sala 2000î, sala wefatbûna Eznîva Reşîd nivîsîye.

Sipas ji bo keda van herdu kesên bo gelê me bi qîmet.

Radyoya Rewanê û Eznîva Reşît
Kemal Burkay
SMXLL

Wek duh îro jî, di dilê min da ji bo Kurdên Sowyêt şa û hezkirinek heye. Ev şa û hezkirin ji xortanîya min tê, ji radyoya Rewanê dest pê dike. Ger şaş ne bim, radyoya herî pêşîn ku bi Kurdî dest bi weşanê kir ew bû û devikê wê jî, wek devikê Serhedê gelek nêzî me bû. Piştra Radyoya Bexdayê û ya Kirmanşahê jî dest bi weşanê kirin. Lê delalîya me ya pêşîn, ya Rewanê bû. Sal 1955 yan jî 1956 bû. Me radyoyek kirîbû û kêfxweşîya herî mezin ji bo me guhdarîya radyoya Rewanê bû. Weşanê beşa Kurdî dora saet pênc, pênc û nîvan dest pê dikir û me ev saet ji dest xwe bernedida.

Wê demê wextê radyoya Rewanê da beşa Kurdî gelek kurt bû, 10 yan jî 15 deqqe. Piştra dirêj bû û giha nîv saetê, heya saetekê û saetnîvekê. Herçiqas birînên serhildana Dêrsimê hîn teze bûn jî, li der û dora me kesî li ser pirsa Kurd qise ne dikir. Li gundê me yan li der û doran ger di dilê çend kesan da bîr û bawerîyên welatparêzî hebûn jî, kesî dilê xwe ji yên dinê ra venedikir. Tirs hebû. Belê em Kurd bûn, zmanê me ji Tirkî cuda bû; lê Kurd çiqas in, li ku dijîn me ne dizanibû. Di derheqa Kurdistanê û dîroka Kurdan da tu kitêb ne xwendibû û du gotinên Kurdî bi nivîsandî ne dîtibû. Lê radyoya Rewane bi zmanê me bû. Gundî cara pêşîn ku pê hesîyan radyoyek jî bi zmanê wan qise dike û kilaman dibêje, him ecêb man, him jî gelek kêfa wan hat. Klamên radyoyê dilê Kurdan disot. Dema diçûn bajêr û ji xwe ra radyoyek dikirîn, ji dikandar ra digotin “radyoyeke usan ku, bila radyoya Rewanê bikişîne!”

Min ji hemû kilaman zêdetir ji kilama “Dayîkê” hez dikir ku Karapêtê Xaço digot. Dengê wî wek avekê dixulxulî, dikişîya, dilorîya. Hîn jî ew klam faworîya min e, ango klama min a herî hezkirî ye. Dengê spîkera radyoyê ji bîra min naçe. Yeke jin bû. Bi dengê xwe yê nerm û şîrîn xeberên rojê û şirove dixwendin. Bi axaftina wê ya zelal em tê gihîştin ku bi zmanê Kurdî jî meriv dikare xweş qise bike, merama xwe bêje, pirsan şirove bike… Navê xwe Eznîva Reşît bû. Dîya hevalê me ê delal, Têmurê Xelîl e, ku me bi salan şunda naskir. Ji tiştên xweşik yên ji berhemên radyoya Rewanê yek jî berhemên folklorî, destan û çîrokên Kurdî bûn. Yek ji bîra min naçe: Çîroka “Memê û Eyşê”. Mêrê Eznîva Reşît, Xelîlê Çaçan ew çîrok bi zmanê şiêr careke din nivîsandibû, ango kiribû menzûm. Gor çîrokê Mem teze zewicîye, lê ji bo kar diçe Şamê, bi salan dimîne. Jina wî tim û tim ji rêvingîyan, ji qulingan, ji bayê seherê wî dipirse, dibêje: “Gelo, we Memê min dît, çawa ye û kîngê tê?”

Wî zemanî ne name heye, ne jî têlefon. Rojekê jî Mem vedigere, şev e, dîya xwe hişyar nake û bi delalîya xwe va dikeve nivînê, radizê. Şiêrê da usa tê gotin: “Memê hunguv mêt ji cila Eyşê”. Lê dê sibê radibe, dibîne ku di nivînan da li cem bûka xwe yekî biyanî radizê, nizane ku kurê xwe ye, radihije bivir û li stûyê Kurê xwe dixe, dikuje. Hingê Eyşê hişyar dibe, dike qîrîn û gazin, lê êdî dereng e. Ji gotinên wê ev çend rist heya îro di bîra min da mane: “Dayê dayê ev Memê ye, Nîvşevê hat ji Şamê ye, Dayê keftarê, gurê ser çîyê!..”

Piştra hînbûm ku ew berhema delal jî ya Xelîlê Çaçan Muradov e, mêre Eznîva Reşît, bavê Têmur. Xelîlê Çaçan nivîskar bû û bi salan jî serkarê Radyoya Rewanê bû. Xuya ye malbateke welatparêz, hunermend, jîr û jêhatî… Xelîlê Çaçan zû va çûbû heqîya xwe. Çend roj berê jî me bihîst ku Eznîva Reşît jî koça xwe barkirîye. Jineke Kurd, hunermend û bi salan spîkera radyoya Rewanê bû; ango xwedî kar û xebateke hêja. Para wê di çand û hişyarîya Kurdan da heye û navê wê jî, bi gotineke Kurdên Sowyêt, “ketîye defteran.” Bila serê zarok û merivên wê û nasên wê saxbe.

*** Belê, şik tune, digel sebebên dinê sebebek jî radyoya Rewanê ye ku ez ji Kurdên Sowyêt, her usa jî ji sazûmana Sowyêt hez dikim. Di çêbûn û geşbûna hîss û bawerîyên min ên welatparêzî da, para vê radyoyê heye. Dîsa bawer im ku, li Kurdistana Bakûr li ser gelek kesan ew tesîr çêbûye. Hin kesan digotin ku, radyoya Rewanê “behsa çêlekdoşan dike” û bi vî awayî ew piçûk didîtin. Lê çêlekdoş jî mirovên hêja ne, heya ji gelek giregiran çêtir in; ji ber ku ji civakê ra feyda wan heye, lê zirara wan tune…

Lê helbet ji bo hezkirina me ji Kurdên Sowyêt sebeb ne tenê Radyoya Rewanê ye. Kurdên Sowyêt di gelek warê din da jî berhemên baş dan û bûn pêşeng. Ereb Şemo şivanekî Kurd bû û di saya şoreşê da pêşva çû, bû romannivîsê pêşîn di zmanê Kurdî da. Di Kurmancî da çîroknivîsên pêşîn jî di nav Kurdên Sowyêtê da derketin. Di Kurmancî da, ger ferhenga herî pêşîn nebin jî, yên fireh û têkûz berê li wir derketin û berhemên Qanatê Kurdo, Çerkez Bakaev û ya Îvan Farîzov bûn. Di warê şiêr da di nav Kurdên Sowyêt da wek Fêrikê Ûsif, Şikoyê Hesen, Eskerê Boyîk, Mîkaêlê Reşîd û gelek kesê din hene. Di berhevkirina folklora Kurmancî da jî Kurdên Sowyêt pêşeng in û xwedî pareke mezin in. Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Xelîlê Çaçan, Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Cemîla Celîl, Nûra Cewarî di vî warî da xwedî gelek berhemên delal in. Li Sowyêt, gelek dîrokzanên Ermenî, Rûs û Kurd (wek Mînorsky, Xalfîn, Hasretyan, Lazarev, Şekroyê Xido û ên din) ji bo eşkerekirina dîroka Kurdan kar û xebateke baş kirin û berhem dane. Digel hin kêmasî û şaşîyên xwe û tevî hin neheqî û xirabîyên ku li Kurdan jî bûn di dema Stalîn da, dîsa jî ew Sazûmana Sowyêt bû ku cara pêşîn li pêş Kurdan rê vekir û Kurdê Sowyêt ku bi hejmar ne gelek bûn, lê di rewşeke azad da xwendin, bûn xwedî zanîn û huner, di warê çanda Kurd da berhemên baş dan. Ger sîstema Sowyêt ji bo Kurdan tiştekî din ne kiribe jî, ev yek divê ji bîran neçe.

Di wêneyê li ser bergê da: a çepê helbestvana ermenîyan ya here binavûdeng di sedsala 20an da Sîlva Kapûtîkyan hatîye mêvanîya mala Eznîva Reşîd.

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev