RÊWÎTIYA DI NAVA EWRAN DE

RÊWÎTIYA DI NAVA EWRAN DE
Rojek ji rojan, dîsa ketibû nava mij û ewrên li asîmanê banî. Ji ber ku rêwîtiya li asîmanê ne wek ya li erd û kadan e, gelek tiştên ecêb dihatin dîtin.
Rêwî li ber kuleka balafirê ketibû nava xewn û xeyalan. Geh dîtina tiştên sosret ew vediciniqand, geh jî ya tirsnak û hovane… Ha wilo di binê tîrêjên gutla roja li asîmanê çaran de, mû bi mû kort û mesîlên li banê ewran didît û şiroveya wan dikir.
Balafira rêwiyan xwe li yazdeh hezar metroyên bilindahiyê wergirtibû û bi xaza 750-800 km mîna Teyrê Mîrze Mihemed li riya Çîn û Maçînê ku qesda Gul û Sînem paşa dikir, ber bi welatê Skandinavyayê ve bi lezgînî diçû û dixwest çirkek berî çirkekê bigîje daketingeha xwe…
Lê belê di rabûn daketinê de balafirê dema ku di nava ewran de avjenî dikir, gelek tiştên kesnedîtî dihatin dîtin.
Temaşeya li ber kuleka wê, hiş û bîr daxistibûn nêv xurcika zînê hespê Rexşê Belek û digerandin. Ew lêmêzekirin ji jorê ve diçû digeha asoyekê ku êdî lirêçûn radiwestiyan, tenê bihurandina pêxemberan li wê herêmê çêbûye, ji bo pêrgê Cemala Xwedê bibin bi alîkariya Cebraîlê dilovan geşt û geryan kirine.
Bal û hişê ku ji jêrê ve dadikete ser ewrên mîna çiyayên Zagrosê û di geliyên mîna yên Bedlîsê de ku bi dar û dehlan dagirtî bûn ferqaz diavêtin.
Ha wisa di wê rêwîtiyê de carek ji nişka ve pêrgê çend qadan bû ku li wirê Sêpiyên ciwan pê ve daleqandî xuyakirin. Li aliyê din axîn û oxîna dayikan, qîr û zarîna zarûkan, hewar û feryada kal û pîran, mexlûqatên li ezmên kerr û gêj hêlabûn.
Lê dema çav bi komên komkujiya jin û zarûkan diket, herwekî li îşkenceya Cuntaya Faşîst de be, tevzûnek bi laşê wî ve dihatin û diket xewa sergêjiyê.
Îcar dema pêrgê derxistina zarûkên dayikan bi singoyê ji rehmê dibû, êdî ne hedan dima û ne jî semax û sebra Xwedê…
Li wê rajorê dema çavên wî li jin û zarûkên zindî yên di binê sîlekana erdê pîroz de ketin, hema dikir cama kuleka balafirê bişkêne û xwe tê re bavêje jêrê.
Jixwe kul û kesera zêdetir ew bû ku dema qîrewîra ciwanên di îşkenceyan de dibihîztin, dojexaneya ku Yezdanê me ji Kemo, Ismo, Segdo û xwediyê hêstiran re amade kiriye didît.
Lê bergê herî zor û zehmet ew bû dema li wî erdê pîroz firotina keç û bûkên şerefdar li bazarên fisilmantiyê didît, êşa totmeyê xwe lê dilefand.
Bêguman birrîn û şewata rez û pezên gundiyan, êşa Çora Zirav dadixist nêv kevçika dilê Rêwî…
Ji vê zêdetir, tevlihevkirina dexl û danê malbatan ji aliyê leşkerên Ocaxa Pêxemberî ve, fûrandina laneta Xwedê derdikete ser ewran.
Şewitandina xaniyên malbatan bi berikên sotemeniyê, ji kimyebarana bajarê Helebçeyê girantir xwe dijenand.
Û qedexetiya zar û zimanê dayikan, nikar û mandelakirina gunehkariya li pêşberê Roja Axirzemên bû.
Berxwedana dayikan ji bo dîtina hestiyên zarûkên xwe, bilindkirina Qurana pîroz li sê qadên welêt, êşa herî giran daxistibû ser ewrên pak û temîz. Ji aliyekî ve jî waz û xweşbêjiyên meleyan bo korkirina ciwanan, li hemû deverên bala yên ewrstanê dihatin dîtin.
Rêwiyê ku wê rêwîtiyê dîtiye û pêrgî wan xax û sosretan bûye, ji Xwedê dixwest ku kesekî dî nebîne û pêrgî wan hovdaran nebe.
Bi hêviya lêkolîneke berfireh ji aliyê we ciwanên hêja ve li ser babetên wisa xofnak û xeternak her şad, şadan, bextewer û berxwedar bin.
Zeynelabidîn Zinar

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev