Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Têkoşerê Kurdistana Sor: Şamil Esgerov

Têkoşerê Kurdistana Sor: Şamil Esgerov
Gava behsa ”Kurdistana Sor” tê kirin, cara ewil ew tê bîra me. Ji hêla tevahiya kurdên Qefqasyayî ku haya wan ji kurdîtiyê hebû an jî kurdên ku ji Qefqasyayê hatibûn nefîkirin dihate naskirin. Lê li Kurdistanê piştî mirina wî navê wî hate bihîstin. Şamil Esgerovê ku sala 1928ê li Axcakenda Kelbecera Kurdistana Sor hate dinyayê, 20ê Gulana 2005ê bi hesreta Kurdistaneke serbixwe xatirê xwe ji me xwest.
Her çiqas şanenavekî wî yê akademîsyeniyê tunebe jî, Esgerov mirovekî zanyariyê bû. Ew ne tenê mamosteyekî akademîsyen û profesoran bû, her wiha ew kesayetiyekî wisa bû ku gelek zanyar heyranê wî bûn.
Di zarokatiya xwe de şivantî kiribû. Xwendina destpêkî, navendî û lîseyê bi dereceyên bilind biribû serî. Sê dibistanên bilind, bi dereceyên bilind û bi ”madalyaya zêrîn” temam kiribû: Dibistana Azerbaycanê ya Bilind a Mamosteyan, Dibistana Bilind a Partiyê ya li Bakûyê û Zanîngeha Pedagojiyê ya Azerbaycanê.
Şamil Esgerov li Kelbecerê ji bilî edîtoriya rojnameyê, serokatiya rêxistina ciwanan kiriye. Bûye serkarê dibistanê, serokê perwerdehiya xwendinê ya bajêr, serokê mûzeya tarîxê û waliyê bajêr. Di serdema serokatiya wî de Rêxistina Ciwanan a Kelbecerê, li seranserê Yekitiya Sovyetê di beşê ”Pêşbirka Sosyalîst” de bûye yekemîn.
Esgerov xwediyê pirtûkxaneyeke pir mezin bû. Li gorî saloxdayîna kurê wî yê rojnameger û nivîskar Hejarê Şamil, 30 hezar kitebên bavê wî hebûne ku 5 hezarê wan li ser kurdan bûne ku di nav wan de kitêbên bi zimanê kurdî jî gelek bûne.
Kelbecer ji bo Şamil Esgerov ne nîvê dinyayê, lê temamiya dinyayê bû. Wî sê hezar kulîlkên çiyayên Kelbecerê li ser şûşeyan neqişandibû û navê wan bi rûsî û kurdî nivîsandibû. Mamoste Esgerov cihê bi sedan kaniyên Kelbecerê dizanibû û wêneyên wan di arşîva xwe de parastibû. Arşîvkariya wî hewçend mezin bû ku tevahiya arşîva rojnameya Rya Teze li mala wî peyda dibû.
Kêm kes behsa hiş û hafizeya wî dikin. Jê re ”mirovê ansîklopedîk” dibêjin. Matematîkzan bû, lê li ser fîlolojiyê tez nivîsand. Tevî ku li ser matematîkê kar nedikir jî, heta dawiya temenê xwe bersivên tevahiya pirsên matematîkê yên lîse û zanîngehê yekser çêdikir.
Esgerov nav û salên jidayîkbûna piraniya zana, şaîr û nivîskarên kurdan ji Baba Tahir bigire heta Hejar yek bi yek ji ber dizanibû. Li ser hafizeya wî gotineke Prof. Kinyazê Îbrahîm heye: “Dema di edebiyata azeriyan de behsa kurdan dihate kirin, mamoste Şamil wiha digot: -Di filan rêza kitebxaneyê de, di filan rûpelên filan kitebê de li ser vê mijarê agahî heye.”
Şamil Esgerov li ser edebiyat, etnografya, hunerên bedew û tarîxê bi zimanên kurdî û azerî bêhtirî 40 kitêb bexşî me kirin. Wî li ser xebatên Cegerxwîn doktora kiriye û Mem û Zîna Ehmedê Xanî wergerandiye zimanê azerî. Piraniya helbestên helbestvanên kurdan ji ber zanibû û ji kurdî kiribû azerî. Wî helbestên gelek helbestvanên azerî jî kiribû kurdî û weşandibû. Esgerov ferhenga azerî-kurdî û kurdî-azerî amade kirîye û yekem ferhenga qafiyeyan a kurdî-azerî li kitêbxaneya kurdî zêde kiriye.
Esgerov tevahiya jiyana xwe pêşkêşî kurdan û doza Kurdistanê kir. Ji ber vê yekê gelek caran rastî zehmetiyên giran hat. Sala 1978ê kete zindanê û 4 salan tê de ma. Di salên xwe yên girtîgehê de jî bû neferekî dilsoz ê doza xwe. Ji ber kurdîtiyê ketibû hebsê. Li wir destana bi navê ”Lal Kiz/Keçika Lal” nivîsî, ku behsa tarîxa têkoşîna gelê kurd dikir.
Kamîz Cebrayîlov (Kamîz Şeddadî) yê serredaktorê rojnameya ”Drujbayê” -li Moskovayê û bi zimanê rûsî- piştî mirina Mamoste Esgerov bi demeke kurt, di heman rojnameyê de bi sernavê ”Bazê Çiyan” li ser vî mêrxasê kurd wiha dinivîse: “Rûhê Esgerov şaîrane bû. Kurdolog, zimanzan, rojnameger, wergêr, dîrokzan, etnograf, folklorîst, zanyarê xwezayê û muzevan bû. Dijminê wî jî qedrê wî digirtin. Kedkar, zîrek û dilê wî bi evîna mirovahiyê mist tije bû. Çavên wî ne li mewkî û meqaman bû. Xwe li pêşberî her kurdî deyndar didît. Ew lawekî gel ê şermoke bû.”
Sala 1993 yê, piştî ku Kurdistana Sor kete destê ermeniyan, ji neçarî berê xwe da Bakûyê û heta rehma Xwedê kir li wir wekî penaberek jiya. Hejarê Şamil li ser vê penaberiyê wiha dibêje: “Çar salan di zindanê de ma, qet ne xema wî bû. Lê piştî Kelbecer kete destê ermeniyan û bavê min bû penaber, di nava salekê de 10 sal ji temenê wî çû.”

 

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev