«Folklora Kurmancîyê» ya Hecîyê Cindî ji Weşanên Lîsê Derket

 Xebata folklorê ku xîret û sebreke mezin jê re divê û bi hezkirin berhevkarîya wê tê kirin, ji pênûsa Hecîyê Cindî, ji devê çîrokbêj û dengbêjên Kurdên li Ermenistanê xwe di ser zemanan re çeng kiriye û xwe gihandiye ber destê xwînerên vî zemanî.

Xwedîyê pênûsa qewî yê sedsalek li dû xwe hiştî, bi gelek hingavên pêşîn ên ji bo pêşvebirin û geşedanên zimanê Kurdî bi xîreteke mezin xebitîye. Bi romana xwe Hewarî piştî Erebê Şemo weke yek ji romannûsekî pêşîn ê wêjeya Kurdî tê hesibandin. Hecîyê Cindî bi sekna xwe ya rewşenbîrî ya ji destan û metelokên tevgerên Kurdan wergirtî, ji bo piştgirîya hempîşeyên xwe yên Ermen ji teref Stalînî ve hatiye sizakirin û heta dawîya umrê xwe ji cehda xwe kêlîkek jî bi şûn ve nemaye.

Di Folklora Kurmancîyê de Hecîyê Cindî zargotina Kurdî di beşên bi navê Afirandinêd Êpîkîyê (Mem û Zîn, Binevşa Narîn, Sêva Hecî, Xelîlê Birazî, Lawikê Kêrê, Ferxê û Sitîya Ala, Ûsiv û Xezal, Xatê Xanim, Dimdim/Xanê Kurdan, Elîyê Xarzîya, Karvan Rabû, Rûdeve, Koroxlî û Polîbeg, Davîtê Sasûnê), Çîrok û Mijûlî, Kilamêd Hizkirinê (evîntîyê), Kilamêd Govendê, Metelok, Têderxistinok, Zûgotinok, Efrandinêd Wextê Sovêtîyê berhev kiriye. Hecîyê Cindî ji bo berevkirina van berheman gişan bi dehan mirovên Kurd re hevdîtin û qeydkirin/nivîsandina ji dengan kiriye.

Zargotinzan, nivîskar, akademîsyen, rojnamevan,wergêr, ferhengzan û rewşenbîrê Kurd Folklorzanê mezin Hecîyê Cindî bi Folklora Kurmancîyê bo qewîkirina nivîsa Kurdî ya îroyîn jî dergehên nû vedike.

Tîpguhêzîya ji herfên kurdî yên kirîlî ser kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine, bavê wan Têmûrê Xelîl jî kontrola wê tîpguhêzîyê kirîye.

Folklora Kurmancîyê, Hecîyê Cindî, Folklor, 528 rûpel, Weşanên Lîs 2016 , Amed
ISBN: 978-605-9295-25-3
Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev