Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

We dizanibû…? – 40

We dizanibû…? – 40

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…dîrokzanê leşkerîyê û erdnîgarvanê Rûsîyayê û Sovyetê yê bi nav û deng N. G. Korsûn (Korsûn N. G. Turkîye. Nivîsên zanyarî yên derheqa erdnîgarîya leşkerî da. M., 1923, rûpel 37), dinivîse, ku ermenî, ku jimara wan berî şerê hemcihanê 1 500 000 meriv bû (piranîya wan xaçparêz bûn), piranî li ser axa wilayetên Ermenîstanê (beşeke Ermenîstana Mezin û Biçûk) diman (li wilayetên Wanê, Bîtlîsê, Erzurumê, Xarpêtê, Dîyarbekirê, Sivasê, Trapêzûnê û Edenê. Li Konstantînopolê jimara wan 15 selef bû). Li ser tevaya wê axê musulman (tirk û kurd) bi jimara xwe va pênc caran ji ermenîyan zêdetir bûn… lê li ser axa nêzîkî sînorê me, berî şerê di salên 1914-1918an da ji hemû ermenîyên, ku li ser axa Tirkîya Asîyayê diman, ji sisîyan dudu ermenî bûn, lê vira jî ermenî serhevdu dikirin 25 selef û musulman bi jimara xwe va sê caran ji wan zêdetir bûn (tenê li ser axa senceqa Wanê û li besta Mûşê, ku serhevdu weke 20 selefê hemû ermenîyan lê diman, van deran 65 selefê binecîyan ermenî bûn û ji musulmanan du caran zêdetir bûn). Niha jimara ermenîyan li Tirkîyê, di rûyê şerê hemcihanê û opêrasyonên piştî şêr li pêşenîya Pişkavkazê, gelek kêm bûye (gorî hinek malûmetîyan, bi 1 000 000 kesî va). Li hinek herêman di rûyê mihacirîyê û zêrandinê da, tu ermenîyek jî nemaye (gelek gundên ermenîyan tam hatine hilweşandinê).

…di destpêka salên 20î da kurd li wan wilayetên Anatolîya Rohilatê piranî bûn, ku berê yên Ermenîstana Roavayê (Tirkîyê) û Kurdistana Bakur û Bakur-Roavayê bûn. Di nîveka salên 20î da, gorî çavkanîyên Sovyetî, tirk di wilayeta Bîtlîsê da 12 selef, Wanê – 20, Dîyarbekirê 32, Memuret-ul-Ezîzîyê (Xarpêtê) – 55, li axên berê yên di bin destê rûsan (herêma Qersê) da – 27 selefê binecîyan bûn. Di rûyê zêrandin û koçbarkirina ermenîyan da binecîyên sereke li van wilayetan îdî kurd bûn. V. P. Nîkîtîn bi bawerî îzbat dike, ku ermenî ”li Ermenîstana Tirkîyê, bi kêmanî li gundan, hema bêje qet tunene”. Ew valahîya dêmografîyê kurdan û tirkan tije kirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev