Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Civîna Koma KURMANCÎ ya 58an li paytextê Kurdistanê dest bi karê xwe kir

Civîna Koma KURMANCÎ ya 58an li paytextê Kurdistanê dest bi karê xwe kir
Rênas Awdal
Hewlêr: 21 ê Gulanê 2016 ê Civîna Kurmancî ya 58:an li Hewlêrê, li Kurdistana Başûr dest bi karê xwe kir. Ev xebata bê hember ya ku pitir ji 28 salan dewam kirîye, bi dehan pispor û zimanzanên kurd beşdarî kirin, hîn jî berdawame.

Hevalên koma Kurmancîyê bê rawestîyan û bê hember salê du caran civînan çêdikin û hercarê zêdeyî heftîyekê, di rojê da weke 10 sietan didûmîne. Berî vê civînê biryar hatibû dayîn ku civîna tê li Kurdistana Başûr be. Pêşnîyar Zaxo, Amêdî yan jî Hewlêr bû. Vêca biryara dawî bû Hewlêr. Berî niha jî 3 civînên Kurmancîyê li başûr hatibûne lidarxistin.

Rêveberê koma Kurmancîyê birêz Reşo Zîlan bi xêrhantina endam û beşdarên civînê kir û hîvîya heftîyek berhemdar û xweşbextîyê bo hemî alîyan xwest. Mijara vê civînê gelek babetên cihê cihê ne. Gengeşe û vekolîn wê li ser babetên xwarê bê kirin:
¤ Balindeyên Kurdistanê, beşa duyem
¤ Peyvên ji pirtûkên Xelîfe Ûsiv
¤ Hin heşare
¤ Hin peyvên kêmnas/nenas
¤ Termînolojîya pizîşkî
¤ Çêkirina benî, bastêq û helîlan
¤ Flora û fawûna
¤ Ba û hewa.
Endamên beşdar yên Koma Kurmancî ev kes in:
Reşo Zîlan, Ziya Avci, Têmûrê Xelîl, Hemîd Kilicaslan, Mistefa Aydogan, Lezgîn Çalî, Emîn Narozî, Zinar Soran, Rênas Awdal, Mehmûd Lewendî.
Mêvanên ku alîkarîya karê koma Kurmancî dikin ev kes in:
Eyub Sînan Kiran, Ahmedê Dirihî, Îsmaîl Taha Şahîn, Fazil Omer, Omîdê Mistefayê Celalî.
Civîna Kurmancî ya 58:an heta roja şemîyê 28 Gulanê dûm dike.

Balkêş e, ku berpirsyarê malpera Riataza yek ji endamên Koma KURMANCÎ ye.
Ev nûçe bi taybet ji bo malpera Riataza hatîye nivîsîn.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev