Pêwendîyên me bi kurda ra û karên me yên dijî wan di sala 1853a da

Pêwendîyên me bi kurda ra û karên me yên dijî wan di sala 1853a da

Me di 39 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, yek jî ji cildeya 3an ya berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov çend beşên biçûk yên pir balkêş raberî we bikin.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine. Rewşa çapemenîya kurdî û gelê kurd îro ev e.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Ji berhemên kurdzanên me – 40

Destpêbûna kampanîya sala 1853a ji bo welîyê herêma Kavkazê maqûl Voronsov tiştekî nişkêva bû, ji ber ku heta deqa kutasîyê me hêvîya xwe danîbû li ser wê yekê, ku emê bi hevraxeberdanên aşîtîyê va bi ser kevin û em hazirî şêr ne bûbûn. Ji ber wê jî me berî şêr tu pêwendî bi kurdên Tirkîyê ra danenî, lê me ew jî zanibû, ku hinek serekên kurda li benda pêşnîyarên me bûn, ji ber ku di şerê berê da me bi wan ra têkilî danîbûn û ewana di destpêka şêr da demeke dirêj xwe li tirka ne digirtin, nediçûne pişta wan. Lê paşê, di dema şêr da me destpê kir bi germî ne tenê bi kurdên ser sînor ra têkilî danîn, lê herweha bi kurdên paşalixîya Wanê jî, ku li başûrê gola Wanê diman. Me di dawîya sala 1853a û destpêka sala 1854a jî li meydanên şêr pêwendîyên wî awahî bi kurdên Qersê û Êrîvanê ra danîn.

Bûyerên sereke li herdu meydanên şêr di sala 1853a da ev bûn:

Li meydana Êrîvanê

Di meha çirîya pêşin sala 1853a li herêma Êrîvanê rex çemê Erez tenê 4 taxbûr, bêlûkek, alayîke kazaka û çendsed mîlîsên ermenî û musulman di bin destê me da hebûn. Bûyerên paşdemê dane xuyanîkirin, ku desteya xwedî hêzeke usa dikare herêma Êrîvanê rind biparêze. Lê em wek berê li der-dorê çemê Erez bûn û me karên xwe bi fesal dimeşand, ji ber ku bin destê meda tu malûmatî tunebûn derheqa neyaran da û me qîmetekî zêde dida hêz û karebûnên wî, lê di rastîyê da ew ne ewqasî bi quwet bûn. Di rûyê neaminbûna meda temamîya devera Surmelîyê (ji çemê Erez bigre hetanî Erdehanê) payîza sala 1853a ji alîyê kurda da hate talankirinê. Ji pirbûna kurda musulmanên herêma Êrîvanê çevtirsiyayî bûn û xof kete dilê wan.

Di meha çirîya pêşin desteya tirka (4 bêlûk, 6 top û 2 hezar kurda va) ji qereqola Orgovê ji Agrîdaxê derbaz bû û Îdir zevt kir. Jimara eskerên me, ku bere-bere berbi Îdirê diçûn, ji eskerên tirka kêmtir nîbû, lê di rûyê salixên derew, ku xudêgiravî desteya tirka ya 20 hezarê destpê kirîye ji Arpaçayê êrîşî li ser Serdarabadê dike, em ji çemê Erez paşda vekişîyan, hatine rex Êçmîadzînê. Bi paşdavekişandina me ra tevayî tirk jî paşda vekişîyane berbi qereqola Orgovê, ji ber ku derewên wî awahî ber guhê wan jî ketibû. Tirk usa bizdîya bûn, ku paşdavekişandina wan zêde weke revê bû.

Di wê demê da, gava ordîyên herdu dewleta pey hev paşda vekişîyan, cerda kurda, ku berevî dora bajarê tirka – Qaqizmanê bûbû, êrîş bire ser gundê Qulpê, li ku kanên (medenên) xuyê hebûn, her tişt talan û wêran kirin û temamîya xuyêya hazir bi xwe ra birin.

Zivistana sur û serma tirka mecbûr kir vegerine berbi senceqa Bayazîdê û me carek din Surmelî zevt kir.

Li meydana Qersê

Kurdên eşîra Zîlan, ku li paşalixîya Qersê, rex kenarê rastê yê çemê Arpeçayê diman, texmîn kirin, ku em lap hazirî şêr nebûne û ji me jî tu pêşnîyar ne sitendibûn, daxaza mişîrê ordîya Armavîrê qebûl kirin û biryar kirin bikevine nava ordîya tirka. Eşîrên Cemadî, Millî û Bezikî jî gihîştine wan, ku ji devera Êrîvanê revîbûn, hatibûn paşalixîya Qersê, ji ber ku li cîyê berê lê diman, zordestî li wan dihate kirin. Serhevdu weke 4-5 hezar siyarîyên kurda ketine nava ordîya tirka. Bi desteyeke xwe ya zêdeyî hezar siyarîyan va wana çend cara êrîş birine ser navçeyên Şûregelê, Axalsîxê û herêma Êrîvanê û li wan dera gelek gund şêlandin.

Dawîya meha çirîya pêşin me destbi êrîşê kir.

30ê çirîya pêşin, dema desteya mîrlaw Orbêlîyanî êrîşî li ser Bayandûrê kir, 200 kazakên me raserî (tûşî) çend cerdên kurdan bûn, ku bi jimara xwe va 10 cara ser eskerên me ra bûn. Kurd di wan dema da bi talankirina gundên ermenîya va mijûl bûn û îdî destpê kiribûn jina, zara û dîndara dikuştin û kazakên me êrîşî li ser wan kirin, zora wan birin û ew mecbûr kirin ku hemû tiştê dizî bihêlin û xwe li riya revê bigrin(1).

Eskerên me cara duda 19ê çirîya paşin sala 1853a di şerê rex Baş-Qadiklerê rastî kurda hatin. Bin destê Ahmed paşa da xênji 20 hezar eskerên peya û 3 hezar eskerên siyarî û 46 topa, weke 14 hezar mîlîs jî hebûn û ji wana weke 4 hezar kurd bûn, ku ketibûne nava ordîya tirka bi hêvîya, ku wê firsend bikeve wana gundên ermenîya talan bikin. Ew ser wê bawerîyê bûn, ku ordîya tirka wê zora me bibe, ji ber ku tenê 10 hezar eskerên me û 32 topên me hebûn, ku çar cara ji ya tirka kêmtir bû(2).

Cerdên kurda xwe dabûne dora eskerên tirka, ew diparstin, û piranîya wan li pêşenîya ser milê rastê bû, ku Hesen-yazicî serokatî li wan dikir. Eskerên me yên siyarî berî destpêka şêr xwe dabûne alîyê pêşenîyê yê çapê ji bo xwe ji cerdên kurda biparêzin. Serleşkerê siyarîyên me gênêral Baggovût bû.

Pêşî kurda gulle berdan. Ji ber wê jî me bi serokatîya serhing Yêvsêêv 400 kazak bi 4 topa va şande dijî wan. Piştî êrîşa me kurd ji hev bela bûn û ji wana gelek kes şehîd ketin. Piştî wê têkçûnê tenê çend kurd di meydana şêr da man, ew jî îdî hew dest davêtine çekên xwe, lê piranîya wan destpê kiribûn gundên ermenîya û tirka talan dikirin.

Dema me zora tirka bir û ew xwe li riya revê girtin, kurda da dû wan, destpê kirin esker şêlandin, hebûna wan û çekên wan ji dest wan girtin û berê xwe dane qişle û zozanên xwe. Pareke kurda jî çûbû Qersê, ketibû bazarê û wira jî tirka û xaçparêza talan kiribûn(3).

Bi vî awayî, kurd gihîştine armanca xwe. Wana nikaribû rûs talan bikirana, lê gelek tirk talan kirin. Û tenê bi hêvîya ku wê bikaribin talanê bikin, ew ketibûne nava şêr. Û eger wana piştgirîya tirka dikirin jî, ew jî tenê ji bo wê bû, ku tu cara texmîn ne dikirin, ku eskerên tirka wê ber eskerên rûsa yên kêmjimar têk bidin.

Di nav nameya xwe ya ji bo wezîrê parastinê(4) mîrlaw Voronsov nivîsîbû: “piştî şerê me yê 19ê çirîya paşin li girên Başkadiklerê, mîlîsên Tirkîyê ku ji bo wê yekê hatibûne wira, ku him di dema şêr û him jî piştî wî pêşîya talana û dizîyê bigrin, çûne malên xwe, û hemû kurd bi lezo-bezo çûne zozanên xwe û tenê kurdên Zîlan û Cunûkî bi serokatîya Şemdîn axa niha bi jimareke mezin va nêzîkî bajarê Qaqizmanêne”. Kurd dîtin, ku heta niha eskerên rûsa bi ser ketine, ew jî wî çaxî, gava jimara eskerên wan ji yên tirka pir kêmtir e.

Di dawîya sala 1853a me destpê kir bi xurtî bi kurdên Tirkîyê ra pêwendî danîn.

Mîrlaw Voronsov de’w kir, ku pera bidine wî bona bikaribe bi kurda ra pêwendîyan dayne û ji bo wê armancê zûtirekê weke 100 hezar çêrvonês sitend, ango ewqas pere, çiqas ku di kampanîya salên 1828-1829a da bona wê armancê dabûne mîrlaw Paskêvîç(5).

Pêwendîyên me yên pêşin bi kurda ra û germaya di navbera me da wî çaxî zêdetir bûn, dema tirk di şerê rex girên Başkadiklerê dane der (têk dan). Di meha çileya pêşin sala 1853a 14 serekeşîrên kurda yên eşîrên Cemaldînî, Millî û Bezikî hatine Alêksandropolê û aminaya xwe hindava me da anîn zimên. Di dema vegerê her yekî ji wan hedya sitend, dû ra jî herdu alî li hev kirin, ku ji wana çar serekeşîr wek girav (amanet) li Alêksandropolê bimînin. Zûtirekê ji serekên eşîra Zîlana Qasim xan, Ahmed axa û Serac name hatine sitendinê. Di wan nameyan da serekên kurda daxaza xwe dîyar dikirin, ku wê bi her awayî piştgirîya me bikin û derkevine dijî tirka.

Bi van firsenda em gihîştine wê yekê, ku ji dawîya çirîya paşin sala 1853a kurdên ku li paşalixîya Qersê diman û serhevdu 4-5 kîlomêtra dûrî sînorên me bûn, tu cara êrîş ne birine ser binecîyên am û tam û “em bi erênî dikarin bêjin, ku heta di demên aş da jî kurd ewqas rehet û milahîm nîbûne”(6).

Çavkanî:

1. Hesabdayîna mîrlaw Baryatînskî ji bo mîrlaw Voronsov, ya 31ê çirîya pêşin sala 1853a, hejmar 557 (Rûpel 765, ya cilda 10a ya Aktî gêografîçêskoy komîssîî).

2. Ahmed paşa dît, ku rûs bi desteyeke kêmjimar va êrîşî li ser ordîya tirka ya pirjimarê dikin, bi “hovîtîya” wî awayî va zendegirtî ma û got: “Rûsa hişê xwe unda kirine, an jî bi vodka xwe serxweş bûne”.

3. Şirovekirina şerê li girên Baş-kadiklerê, 19ê çirîya paşin sala 1853a, ya gênêral-milazim Bêbûtov (Rûpel 773-779, ya cilda 10a ya Aktî gêografîçêskoy komîssîî).

Înstrûksyona ji bo gênêral Rûad. Nameya mîrlaw Voronsov ya 1ê adarê sala 1854a (Rûpel 95, ya cilda 10a ya Aktî gêografîçêskoy komîssîî).

4. Nivîsa mîrlaw Voronsov ji bo wezîrê parastinê, ya 27ê çileya pêşin sala 1853a, hejmar 667 (Rûpel 757, ya cilda 10a ya Aktî gêografîçêskoy komîssîî).

5. Nameya mîrlaw Voronsov ji bo mîrlaw Dolgorûkov, ya 15ê tebaxê sala 1853a, hejmar 310 (Rûpel 754, ya cilda 10a ya Aktî gêografîçêskoy komîssîî).

Hesabdayîna mîrlaw Dolgorûkov ji bo mîrlaw Voronsov, ya 10ê sibatê sala 1854a, hejmar 151 (Rûpel 494, ya cilda 10a ya Aktî gêografîçêskoy komîssîî).

Ji perên xwestî 50 hezar çêrvonês di meha sibatê sala 1854a şandine Kavkazê, lê yên mayîn di meha hezîranê sala 1854a şandine wira.

Di temamîya dema ji sala 1854a heta sala 1856a ji bo pêwendîyên bi kurda ra û ji bo bertîlkirina wan, ji 100 hezar çêrvonêsa, ku bi kûrsa wan sala dikir 293.333 rûbl (her çêrvonêsek 2rûbl 93 kapêk bû), ser hev 139.714 rûbl hatibû xerckirinê (Rûpel 494, ya cilda 11a ya Aktî gêografîçêskoy komîssîî).

6. Binhêre serdsazêdekirina hejmara 6a. Malûmatîyên derheqa kurda da, ku bi fermana gênêral Rêad di 5ê tîrmehê sala 1854a hatîye amadekirinê.

Riataza

records Source:Têmûrê Xelîl

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev