Jina rewşenbîr, çeleng û dengxweş Aslîka Qadir

Guhdarên delal, guhdarîya beşeke bernameya Radyoya Ria taza “Dengbêj û hunurmendên kurd” diyarî dengbêja bi nav û deng Aslîka Qadir bikin. Nifişê me ber dengê dengbêj û sazbendên radyoya kurdî ya Yêrêvanê mezin bûn. Her wiha bi wan kilam û awazan, bi wê mûzîka delal nifişê me yên nû jî xwe fêrî vê amûreyê bikin ji bo her çaxa ew di nav qeyd û miqamê kurdî de hebin.

Me şîrnaya kilam û awazên kurdî ji dengên wan fem kir: Şamilê Beko, Egîtê Cimo, Reşîdê Baso, Xelîlê Evdile, Egîtê Têcir, Memoyê Silo, Zadîna Şekir, Fatima Isa, Bêmalê Keko, Karapêtê Xaco. Nav pir in, em dikarin gelekan bidine rêzê. Ji wan her yek bi taybetmendiya deng, awaz û kilamên xwe ketine nava ruhê me. Wan derê dengbêjîya kurdî ya resen ber me vekirin û bûn nimûneke bervçav ji bo qîmetkirina deng û dengbejên nû. Bê gilî em nav û keda dengbejên xwe, yên xweyşurete mezin tu caran ji bîr nakin. Yek ji wan dengbêjan jina çeleng û dengxweş, xweya kubra nazik Aslîka Qadir e. Bi rastî jî bi deng û sewta xweye delal Aslîka Qadir şîrnayî û ronayî, xweşî û şayî dike nava ruhê guhdarvana. Aslîka Qadir bi rya radyoya Yêrêvanê biye mêvana mala bi mîlîonan kurda, deng û awazê wê ketîye her malake Kurdistanê, dilê her evdekî kurd. Aslîka Qadir bi strana “Welatê me Kurdistan e” bi nav û deng bû. Ew yek ji rêzên wan hunurmendên kurd e, yên ku têne nasîn û têne hizkirin.
Aslîka Qadir sala 1945an li gundê Elegezê, navça Axbaranê li Ermenîstanê ji dayka xwe bûye. Dibistana navîn ya gundê xwe temam dike. Piştî çend salan Aslîka Qadir di gel malbeta xwe koçî Yêrêvanê dibin û li wêderê ew salên 1963-1968an di fakûlteta Rojhilatzaniyê da ya zimanê ermenî û wêje û zimanê farsî ya Zanîngeha Yêrêvanê ye Dewletê de perwerdebûna xwe bi cî tîne û gava perwerde, xwendina bilind distîne, di dibistaneke Yêrêvanê da 22 salan mamostatîya ziman û edebiyeta Ermenî dike û li vir digihîje posteke bilind û bi rûmet ya serwêra beşa perwerdê. Lê 6 salên dawîyê yên mamostatîyê, bi awayekî pispor Aslîka Qadir di Wezareta Ermenistanê ya Ronkayê (perwerdê) da dibe mêdodîst (pispora karê mamostatiyê). Piştî hilweşina Yekîtîya Sovêtê Aslîka Qadir dest ji Ermenîstanê berdide û li Evropayê cî-war dibe. Li wê dere jî xanima rewşenbîr û welathiz, dengbêja delal lorîna awaz û kubra xwe berdewam dike. Îro jî li Evropayê ew dev ji mûzîkayê bernedaye, konsêrtên xwe li darê dixe, di Newrozan de stranên xwe pêşkêşî tameşevanan dike. Vê demê Aslîka Qadir li Almanyayê dijî.

Fermo guhdarîya bernameya Radyoya Ria taza “Dengbêj û hunurmendên kurd” diyarî dengbêja bi nav û deng Aslîka Qadir bikin.

Amedekar û bêjera bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev