Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

KOFIYA JINA KURD

KOFIYA JINA KURD
KOFÎ beşek ji wergirtina jina Kurd e û bi hezarê salan e ku tê bikaranîn.
Kofî ji textikekî tenik ku jê re “elbik” tê gotin çêbûye û di nava wê de jî qedîfeyekî mîna kum heye, temeziyên rengî -bi hindikî heft temezî- bi hawayê honandina keziyan lê têne pêçan. Herweha li hawîrdorê kofiyê pelikên nîvzêrk jî pê ve têne daleqandin.
Li gor qeda malbatê, bi hin kofiyan ve 24, bi hinan ve kêmtir nîvzêrk hene.

Li ser kofiyê gelek stranên folklorî jî hatine gotin. Yek ji wan jî, jinek dema dil ketiye Emînê Ehmed, li serê weha gotiye:

“Ha wer delal, ha wer delal
Çem û çemê Bişêriyê
Zozan xweş e li koçeriyê
Kolos xweş e li ber KOFIyê
Zewac xweş e li ser hêwiyê…”
Di straneke din de jî xort ji evîndara xwe re gotiye “kofîxwarê”. Ji ber ku di girêdana temeziyan de hin caran girêbest li tangava eniyê bilind tê bestin û bi aliyekî ve tê tewandin. Ji ber hindê KOFÎXWAR tê gotin.

Piraniya jinên Kurd KOFÎ didan/didin serê xwe. Hinek jinên ciwan çarik jî li ser kofiyê dipêçin, lê jinên navsere bi piranî bê çarik didin serê xwe. Li herêma Serhedê (Bakûrê Kurdistanê) jî bi piranî pêşî çarik didin serê xwe û kofiyê jî datanîn ser çarikê.

Kofiyên jinên her eşîreke Kurd ji hev cuda ne. Dema li bajarekî yan li riyekê jineke bi kofî bê dîtin, ji ber kofî û kincên wê, tê naskirin ku ew ji kîjan eşîrê ye.

Li şêniyekê, yan di nava êleke Kurd de kofiya serê jina kesên xuyanî jî bi hawayekî cuda ye û tê naskirin ku ew jin ji maleke mezin e.

Ji aliyê din ve jî kofî wek kaseya zêr û pere tê bikaranîn. Hetanî dawiya salên 1970yî jî pere û zêrên parastinê yên malê, di binê kofiya jina malê de dihatin parastin.

Îcar dema ku diz diketin malekê, pêşî çavên xwe li kofiyan digerandin. Herweha dema şer an talanek jî çêdibû, pêşî kofî ji serê jinan dikirin û dibirin.

Niha li Kurdistanê wergirtina kofiyê zêde nemaye, lê belê kofî niha jî di nava Kurdên koçer, Êzîdî, Elewî û li nava Kurdên li Anatoliyayê tê bikaranîn.

Hêvîdar im ku ciwanên me li ser vê babetê lêkolîn bikin û berfirehiya KOFIYA JINA KURD derxînin holê.
Zeynelabidîn Zinar

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev