Fermana Tanzîmatê û Serhildana Mîrê Botan-3

Fermana Tanzîmatê û Serhildana Mîrê Botan-3
Bo çi Mîr Bedirxan ajot ser Kurmancên Êzdî
Welat Agirî
Di demsala 19mîn de, pirraniya Ezdiyan li Başûr û Bakûra Kurdistanê û hinek jî ji wan li Serhedê jîyana xwe didomandin. Wê sedsalê de bûbûn xwedî hêz û quwet jiber ku şêxê wan an jî em bêjin rêberê wan di civakê de yekîtîyeke baş anîbû holê. Baweriya wan Êzditî bû û bi wê baweriyê serfiraz bûn, dijberî Misilmana wana jî pesnê xwe, pesnê pirtûkên xwe didan, bin bandor û tesîra oleke din de nediman.

Ew cîh û warên Êzdî lê dijiyan, bi navê dar-ul harb (warê kafira) hatibû nav kirin û qetlîama Êzdiyan, destxistina mal û milkê wan wek wecîbeke dînî yanî wek ferz dihat pejirandin. Di cepha Êzdiya de jî rewş ne cuda bû. Wana jî herdem Misilman wek neyar û dijmin didîtin, êrîş dibirin ser karwanan û tucar dikuştin, ziyaneke giran didan bazirganiyê. Tifaq navbeyna Kurdên Misilman û yên Êzdî de nîn bû, hema firsend biketa destê komekê jehra diranê xwe bêminet berdida nava dil û hinavên koma din. Paşayên Osmanî jî ji wê xirecira navbera Kurmanca aciz bûbû. Ew nakokî miqdarekî weha dewam kir û encamê de Mehmûd Paşa ê Osmanî, hêzek şand ser Êzdiya. Artêşa bin fermana Reşît Paşa Şengal, Telafer û Garzanê talan dike û Êzdiyên wan herêman hildide bin kontrola xwe.

Beriya Mîr Bedirxan, sala 1931î de Mîr Mihemedê Rewandûzî dihajo ser Êzdiyan ku heyfê hilîne. Serokê eşîreta Mazûrî ji aliyê Êzdiyan ve hatibû kuştin. Mihemedê Rewandûzî dest bi planên tolhildanê kiribû û anegorê planên xwe berê xwe da aliyê Şengalê, bi dû wê êrîşê re Mihemedê Rewandûzî bi hezara meytên Kurmancê Êzdî pey xwe hîştin.

Pey Rewandûzî dor derbasî Mîr Bedirxan bûbû. Di serî de Mîrê Botan nedixwest xwîna birayên xwe birêjîne. Nav Kurdên Êzdî de jî yên fesadî dikirin û zirar û zîyan didan mîrekiyê hebûn. Cezayê wan jî cezayê daring bû, anegorê mezintiya tawan û gunehê xwe ji mal û milkê xwe bêpar diman. Lê mixabin di dawiyê de mîr biryara seferê digre û berê şûrê xwe vedigerînin aliyê herêma Garzan. Vê êrîşê de gelek Kurdên Êzdî tên kuştin û yên mayî jî dibin hêsîr.

Pey vê seferê re dijmintiya nav Kurda mezin dibê, ji hev dûr dikevin. Ev dûrketin ne derheq sînorên navbera wan de ne, ev derbarê dûrketina dilan e, sînor ketibûn nava dilan. Kurdên Êzdî jî dest bi planên heyfhilînê dikin, lê xwedî hêzeke wisa nebûn ku Mîr Bedirxan re serî derxin. Wana jî plana xwe guherandin û şerê Osmanî û Mîr Bedirxan de piştgirî dan Osmanîya.

Gotareke nû de em ê ser şerê Osmanî û Mîrê Botan bisekinin.

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev