Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Peywendî di navbera Xûramî û Mezdekiyê da

Peywendî di navbera Xûramî û Mezdekiyê da

Ayîna Xûramî şaxeke ji şaxên ayîna Yezdanî. Yezdanî ew ayîna kevine ya pêş Zerdeştiyê, yanê Zerdeştî bi xwe jî şaxek û geşbûnek ji wê ye. Xûramî di hin gotûbêjan da wek berdewamiya Mezdekiyê têye dîtin. Evin li jêr hin dawerên peywendiyê di navbera wan da:

Dawera yekem:
Wezîrê Selcoqiyan yê farisî Nîzam El-Mulk نِظام المُلك (El Hesen bin Elî El Tosî الحسن بن علي الطُّوسي ) gotiye ku piştî padîşahê sasanî Kisrayê Yekem (Anoşerwan) tevgera ayînî mezdekî têkbir, êdî tikesî ji wan newêrî li dijî dewletê serî hilde. Lê belê kebaniya Mezdek, navê wê “Xurme keça Fade” bû, bi du kesan ra ji alîgirên Mezdek çûn “nêziya El Rey الرَّيّ û derdorên wê. Li wir û ew herdu kes jî li gel wê, bi nehînî doza belavkirina ayîna malxiyê xwe kir û piştî demekê gelek kesî ji Mecosan ev ayîn wergirt. Gelê herêmê nav li wan kir “Xûřemiye”, lê belê wan doza xwe neda der û newêrîn di nav gel da ayîna xwe aşkere bikin”[1].

Divêt em bêjin ku bajarê El-Rey bajarekî Madan yê kevine. Gelek kesên navdar di warên çandî û siyasî da di serdema îslamî da ji vî bajarî ne û bi leẍema “El Razî الرَّازي ” têne naskirin. Navê “El Rey” şêwazê erebî ye ji navê “rê” û “rêẍe” yê kurdî bi maneya “rê, rêk”. Ev bajar niha li dora 6 km li başûr-rojhilatê Tehranê (paytextê Îranê) dikeve. Berê li ser rêya hevrîşim (ĥerîr) bû, ya ku ji welatê Çînê dihat û digihîşt Derya Sipî. Ev bajar xwediyê girîngahiyeka bazirganî bû, ji lew ra nav lê kirin “Rey”, yanê (rê, rêk).

Me ev agahdarî got ku em bidin xuyakirin, Mezdekî bêhtir li herêmên Mîdiya çalak bûn û cemawerê wan bi piranî neviyên Madan bûn. Ji lew ra, “Xurme = Xûrme = Xûrmê” bi maneya “Şemsê” kebaniya Mezdek çû wan herêmên mîdî[2]. Gelek gengaz û mimkine ku Mezdekî di rastiya xwe da îdeologiyeka niştîmanî be ku neviyên Madan (Kurd) wek bingeh û çarçew ji xwe ra girtibin, daku li dijî serdariya farisî ya hevpeyman li gel ayîna Zerdeştî rawestin, û piştî wê Xûramiyan jî wek îdeologiyeka niştîmanî girtibin daku li dijî dewleta Xîlafeta Îslamî serî hildin ( emê paşê vê mijarê pêşkêş bikin).

Dawera duwem:
Leẍema “Xuřemî / Xûramî” ji navê rojê (Xûr = Hûr = Sûr) di zaravayên kurdî da hatiye. Şaxek ji şaxên here mezin ji pêşiyên Kurdan bi navê (Xûrî = Ĥûrî = Hûrî) hatiye naskirin, ji ber ku “roj” sembola wan ya ayînî û niştîmanî bû. Heya niha jî navê (Hûr = Xûr = Sûr) di navên kesan, çiyan û bajarên kurdî da maye; ji navê bajarê (Xûrem Abad) da, yanî bajarê rojê, li başûrê Kurdistanê, bigire heya navê çiyayê (Hûrî) li herêma Efrîn li rojavayê Kurdistanê. Ev nav di navê (Xûrme = Xurmê), kebaniya Babekê Xûramî da jî maye. Beşdariya Mezdekî û Xûramiyan di pîrozkirina sembola rojê da sedema wê yekê ye ku navê (Xûramî) di navbera wan da hevbeşe.

Dawera sêhem:
Hem Mezdekî û hem jî Xûramiyan rengê sor wek sembol ji bo alayên xwe û cil û bergên xwe birine. Ji wan ra digotin “Surkhalaman” (Sorxalaman), yanê xwediyên alayên sor û “Surkhjamagan” (Sorxijamagan), yanê xwediyên cil û bergên sor. Ji lew ra, di jêderên îslamî da bi leẍema “El Muĥemereh المُحَمَّرة”, yanê xwediyên rengê sor hatine naskirin. Wisa tê xuyakirin ku sembola rengê “sipî” bêhtir li ba Zerdeştiyan belavbûyî bû. Ji Zerdeştiyê ra digotin “ayîna sipî” û ji alîgirên wê ra leẍema “El Mubeyîdeh المُبَيِّضةّ  ” hatiye gotin. Heya niha jî rengê sipî di cil û bergên oldarên Zerdeştî û Êzîdî da gelek diyare[3].

Sembola rengê sor careka din di sedsalên 14-an û 15-an da li ba Kurdên Elewî (Alawî = Halawî) hate xuyakirin. Bi turkî ji wan ra “Qizilbaş” hate gotin, yanê (xwediyên seriyên sor), ji ber ku şalên sor didan seriyên xwe. Dîrokzan birêz Mihirdad Izadî Mezdekî û Xûramiyan wek pêşiyên Elewiyan dihejmêre[4].

Dawera çarem:
Husên Qasim El Ezîz حسين قاسم العزيز gotiye ku Xûramî şaxeka ayînî pêşketî ye ji Mezdekiyê, ew bi keftelefta navbera xêrxwaziyê (xwedayê ronahiyê) û şerxwaziyê (xwedayê tarîtiyê) bawer dikin. Ew xwediyên rêbazeka civakî şoreşgerî ne, doza belavkirina zeviyan li cotkaran dikin, beşdariya wergirtina sûd û mifayê ji hebûnên gelemper dixwazin û rizgarkirina jinan ji wê asta nizim ku gihîştiyê. Herwisa doza berxwedanê li dijî zordarî û çewisandinê û nepejirandina sernixûniyê li ber derebeg û desthilatdariyê, û nepejirandina dayîna bacên girandikin. Ji alîgirên wan kesên cotkar yên here bêhtir bûn. Xûramiyan ev gilî û gazinên xwe li dijî zordariyê bi zincîreka raperîn û serhildanên gelemper derbirîn[5].

Dawera pêncem:
Birêz Mihirdad Izadî gotiye ku Mezdekî û Xûramî di baweriya veguhartina giyan da hevbeşin; bi taybetî jî giyanê rêveber û kesayetiyên ayînî navdar. Ew di milk û saman, û alavên berhemê da alîgirên hevbeşbûn û hevhebûneka civakî bûn, herwisa alîgirên rakirina cudahiyên çînayetî civakî bûn. Alîgirên van herdu ayînan bi pêkanîna dêlîndêzên cinsî tevayî hatin sucdarkirin ku ew di şevekê da li hev dicivin û mûman vedimirînin. Dijminên Yezdaniyê heya dema niha jî van buĥtaniyan di Êzîdî, Kakayî (Yarsanî) û Elewiyan didin.

Ev buĥtanî di serdemên îslamî da pir hatin belavkirin û mebest jê ew bû ku nav û dengê alîgirên şaxên Yezdaniyê çepel û rahol bikin; wan bidin xuyakirin ku ew bê nirxin, bê merc û bendin. Bingeha vê tawanbariyê ewe ku alîgirên şaxên Yezdaniyê dêlîndêzên xwe yên ayînî di hin yadên ayînî da bi tevayî pêkdianîn; wek cejna “Ayini Jam” (Ayînî Cam), û jêra “Jamekhane” (Ceme Xane) jî dibêjin. Di wan dêlîndêzên ayînî da jin jî beşdar dibin; ji ber ku civakên Yezdanî cudahiyê naxin navbera mêr û jinan. Heya niha jî Elewiyên Dimilî (Zaza) van dêlîndêzên civakî pêktînin. Hin dîroknas û zaniyarên fiqha îslamî beşdarbûna jinan di wan şahiyên civakî da bi mebest wisa hejmartin ku ew şahiyên cinsî civakî ne[6].

Kurtahiya gotinê di vê mijarê da ewe ku di navbera Mezdekî û Xûramiyê da tiştên hevbeş yên ayînî, civakî û siyasî bingehînî hene. Ev du tevgerên ayînî ne di çarçewa hêrzana baweriya Yezdanî resen da ne. Ev jî di wan şoreşan da tê xuyakirin ku Xûramî li dijî dewleta Xîlafeta Ebbasî pê rabûn. Evê mijara xeleka me ya dahatî be.
Çarşemb, 18.05.2016
Jêder

[1] Nizam Al Mulk: Siyasetname, rûpel 254.

[2] Nizam Al Mulk: Siyasetname, rûpel 254

[3] Al Shatibi: Al Ihtisam, 3/356. Al Zahabi: Siyer A’lam Al Nubela, 2/292. Al Tabari: Tarix Al Rusul we Al Muluk, 9/109.

[4] Mihrdad Izady: The Kurds. rûpel 131.

[5] Huseyn Qasim Al Aziz: Al Babkiye, rûpel 146.

[6] Mihrdad Izady: The Kurds. rûpel 151.

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)

wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev