Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Gurcistan-Kurdistan: Şêwra karsazîyê hate sazkirin

Gurcistan-Kurdistan: Şêwra karsazîyê hate sazkirin
21ê gulanê li paytextê Gurcistanê – Tbîlîsîyê, li hotêla ”Courtyard Marriott” heytehola sazkirina ”Şêwra Karsazîyê ya Gurcistan-Kurdistanê” (ŞKGK) hate derbazkirin, ku bingehdarên wê çend fîrma û kompanîyayên Gurcistanê yên bi nav û deng in.
Di vê bûyera giring da nûnerên fermî yên Herêma Kurdistanê, nûnerên hevaltîya karsazîyê ya gurcan û kurdan û mêvanên fermî yên qedirbilind amade bûn. Ew rasthatin bi axavtina serwêrê Şêwra Karsazîyê ya Gurcistan-Kurdistanê Davîd Nebîyêv dest pê kir. Pişt ra nûnerên fîrmayên di Gurcistanê da navdar behsa kemala învêstîsyonan li Gurcistanê di dema nûjen da kirin.
Nûnerê herêma Kurdistanê Ebdulselam Zîbarî bingehdarên Şêwra Karsazîyê ya Gurcistan-Kurdistanê pîroz kir. Bingehdarên ŞKGK Îraklî Mgaloblîşvîlî û Mîxayîl Kakûlîya derheqa planên ŞKGK yên paşerojê da axivîn û potensîyala mezin a hevkarîya di nav herdu alîyan da destnîşan kir. Aborîya Gurcistanê û Kurdistanê di gelek alîyan va hevdu tam dikin,- kesên axavtvan gotin. Îvêrî Kûsnaşvîlîyê serwêrê koma învêstîsyonê ”Golden Flis Capital” ser aborîya Gurcistanê dûr û dirêj xeberda.
Nûnerên diyaspora kurdên Gurcistanê Lîlî Safarovayê, Bêlla Stûrkî, Otarî Nadiryan di xeberdana xwe da piştgirî dane sazkirina ŞKGK û bi taybet destnîşan kirin, ku ŞKGK bi sazkirina hevkarîya aborî ra tevayî wê hewil bide karên çandî û hûmanîtar jî teşkîl bike.
Nûnerê ruhanî yê êzdîyên Gurcistanê Pîr Êdîk damezirandina ŞKGK bi dilgermî pîroz kir.
Hemwelatîyên Gurcistanê yên ji Îngilîs, Austrîyayê û gelek welatên Ewrupayê di prêzêntasyona ŞKGK da amade bûn û gotin, ku wan dil heye tevî karê proêkta ŞKGKê bibin.
Armanca Şêwrê a sereke alîkarîkirina bona pêşxistina pêwendîyên aborî ne, di nav wê da piştgirîkirin û pêşdabirina kar û barên Şêwrê yên di hêla aborî, bazirganîyê û învêstîsyonê him di çarçovaya welêt da, him jî di hêla kûrkirina pêwendîyên çandî da.
 
Di dema rasthatinê tevgelên wê nasîya xwe dane înformasyona derheqa rewşa învêstîsyonê li Gurcistanê û derheqa projeyên taybet.
Di dema hemcivînê careke din dostanîya gurcan û kurdan ya dewr û zemana hate destnîşankirin, û ew yek bingeheke mehkem saz dike bona pêşxistina pêwendîyên herdu alîyan di dereceyên cuda-cuda da.
Hema wê rojê Serwêrtîya ŞKGK ji bo qedirgirtina tevgelên prêzêntasyonê şîveke taybet da wan û pişt ra jî sitiranên gurcî û kurdî hatine gotinê û di dawîyê da jî govendeke kurdî ya xweş gerandin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev