We dizanibû…? – 41

We dizanibû…? – 41

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…Soane yê lêkolîner ku li Kurdîstanê jiyaye û bi kurdî zanibûye, wiha dibêje: “Heger em Kurdistan û Ewropaya 600 sal berê bînin cem hev û kurdan û ewropiyan ji aliyê îdeal û exlaqê ve bidin ber hev, wê bê dîtin ku kurd zêdetir bi pêş ketine. Hezar kurdên ji rêzê werin hilbijartin û hezar jî Ewropiyên ji rêzê werin hilbijartin, di muqayeseyê de wê were dîtin ku xerabiya Ewropiyan ji ya kurdan zêdetir e.”

…profêsorekî ermenî A. Papazyan, ku li Matênadaranê (mûzexaneya destxetên kevinare, ku ya yekemîn e li cihanê) kar dikir, dema dersdayîna li zanîngeha Rewanê gotîye: ”Eger nivîsên dîrokî yên ser kurdan, ku di Matênadaranê da têne parastin, bên çapkirin, dîroka Rojhilata Navîn wê serobinî hev bibe”.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev