Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

KILAMÊ BENGÎTÎYÊ – 2

KILAMÊ BENGÎTÎYÊ – 2
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema çilûyekê me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa duduyan a “Kilamê bengîtîyê” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Ev beş Hecîyê Cindî berevkirîye. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Ji zargotina me – 41
ELEGEZÊ, ELEGEZ
Elegezê, Elegez,
Esmer canê,
Elegezê cot kanînê,
Van cot kanîya
Min gul çinîne.
Elegezê, xweş Elegezê,
Elegezê xweş zozanê,
Ci meskenê xweş gulanî,
Ava Hampêrtê tê xweş sar
Em bîr nakin, qet tu car.
Çevbelekê nebilindî,
Bejin qalimî, zefe rindî.
Zozan sed carî zozan
Dîsa tera bivim mêvan.
GUNDÎNO
Gundîno, Gorgan bêrîyê tê,
Bejin zirave, dêre lê te.
Bêrî, bêrîa nava roja,
Devê min xela bişkoja.
Bêrî, ji bêrîa êvara,
Pez berdane beyara,
Devê min xala guhara.
Bêrî, bêrîa berbanga,
Pez berdane dor zanga,
Devê min xala bijanga.
Bêrî, bêrîyê herdu dena,
Pez berdane zozana,
Sev xatirê şivana.
Got: Gogê Ûsiv.
GEDE LAWIKO
Gede lawiko!
Pezê bavê gede lawikê min geleke,
Nîvî qere, nîvî qerbeleke,
Ezê îro qêmîşî gede lawikê xwe navim,
Tu nifirrîa li pê bikim.
Belkî pezê bavê lawikê min here Qersa şewitî,
Pihîn li keve, pez biha neke.
Pezê bavê lawikê minî pirre,
Nîvî kele, nîvî kurre,
Belkî Qersa şewitî pihîn lê keve, kes nekirre.
Kerî pezê çendî vaye,
Nêrî navda weke gaye,
Ser şivan kurê bavê mine
Dûajo kurrê xelqêye, xewda maye.
Kerî pezê vê silsilê,
Nerîyê kever serda hilê,
Gede qurban, were yêqîn şivantîyê biterkîne,
Têkeve nava sîng û berê min cahilê.
Kerî pezê dev newalê,
Min jimirîye şivedarê,
Mîkê ji wî pezî kême,
Min nas kirîye mîya kurre sore dest Nîgarê.
Got: Gogê Ûsiv.
LAWIKO, ÇÎYA BILINDE
Lawiko, çîya bilinde, rê li bera,
Te qemerê birû sera,
Lawiko, tu şaîşa mekişîne,
Ezê te xaykim nola berxa heval cêwî bera.
Lawiko, ez bengîme, ez bengîme,
Sêveke sore xelatîme,
Ser kurxalê xwe bengîme,
Gava çevê min çevê kurxalê min nakeve,
Hesêvkî ez mirîme.
Lawiko, çîya bilinde, meskenê baran berfa,
Nizam kotîyê mêra çi bihîstîye,
Kewa gozel dixwe guran û gefa.
Mala xelqê delal barkirye nizam ku danî,
Av hêsirê kewa gozel bûne cew, kanî,
Nizam kotîyê mêra çi bihîstye,
Çepilê kewa gozel girtye mal deranî.
Kerî pezê vê zozanê,
Serî çêrandine, binyêda guhêr danê,
Çaxê ez dimirim, gunê min stûyê we be,
Kefenê min bibrrin ji kirasê Perîşanê.
Lawiko, ne cîye, ne welate,
Ne sebre, ne tewate,
Ezê şevekê bin şevêda bifirim bême ba te.
Nivîsî: Zeyneva Îvo.
LAWKO, XEMA NEKE
Lawiko, xema neke, xem xiravin,
Cixarekê bikşîne, bira xemê dilê te bela bin,
Wekî xema te heft sala tevî hev bin,
Hê weke xema mine lezekê nabin.
Lawiko, tuyî diçî, min bive bi xwerra,
Ezê şîvê biçinim cenûya tera,
Heger xelqê ji te pirsî bê,
-Keweke gozele, min qorix kirye nefsa canê xwera.
Lawiko, mala xayê rê şewitî.
Cenûya lawikê mine tor bû, lê şimitî
Ez dikim herim pêşîyê, cînarê kurê xwe bikujin,
Wê bêjin:”dilkitîa wî bû, dilê wê şewitî”.
Lawiko, çîya bilinde, te navînim,
Ezê dest gerdena zer werînim,
Hezar xweyî xudanê min derê malê bin,
Ezê kerba haj xwe nînim.
LAWIKO, GULIM
Lawiko, gulim, gula hênî,
Hêşîn dikim ser quba xênî,
Lawikê min, pîreke keftarî
Ser xwe kirye sewdênî.
LAWIKO, EZ NE BERFIM
Lawiko, ez ne berfim, çîya bigerim,
Ezê bivim qaymeqaymê romê, derê mala bavê te bihêwirim.
Were ramûsanekê li min evdala xwêdê keremke,
Ezê rêwîme, ezê dabihirim.
Berf barî, çîya hilû kir,
Werdek ketîye gola av şêlû kir,
Par vî çaxî kewa gozel ya nefsa canê min tenê bû,
Îsal kotîyê mêra ji min kûvî kir.
Derê mala me meydane,
Hespê lawikê min yekî situ qeytane,
Lawiko, çika were, min û te kîjan qewl-qrarê xweyî poşmane.
Lawiko, dilê min baxçengê gulî-milî.
Mêrga derê malê tev xemilî,
Xelqê ketîye derdê mal û milkê dinyaê,
Ez jî ketime derdê xwe vî dilî.
Mêrga lawikê min rihane,
Van rihana kulîlk dane,
Hergê pirsa lawikê min dikin,
Serhonazê pala hemûyane.
Lawiko, mêrga derê malêda,
Xortekî bejin ziravî nazik têda,
Xêra xwezil lezekî teniştê rûniştama,
Minê kolozê wî girêda çokada.
Gelîyê Qaqizmanê kûre,
Wan lawika fûre-fûre,
Herge dipirsin ser kawranya Aspetûre.
LAWIKO NE LI VIRIM
Lawiko, ne li virim, ne li wême,
Tevî tevî, teyrokê, tevî bê me.
Par vî çaxî ez jina kotîyê mêra bûm,
Îsal berdilka xortekî çême.
Lawiko, rê ji dila naçe dila,
Agirek ketîye kela mexînê têda,
Dişewite baxçê gula.
Min sond xarîye xên ji xelqê delal,
Destê kesî naçe van paxila.
•••
Kavilê gundê me Derece,
Lê şîn dike kete, lavlak, gîhayê pence,
Lawiko, were ramûsanê min keremke,
Gelekî dû-dermanê canê tera qence.
Lawiko mala digerî, male wane,
Derê hêsûyê, kon xuyane,
Wekî heft sala sipîk canê lawikê min
Li welatê xerîba bigerre,
Vira ruhê min eyane.
Lawiko, dilê min sitêra berî benda,
Qulbaxîyê kewa gozel daketine ser qulbaxîyê herdu zenda.
Bejina kewa gozel tarihana tere,
Cote konderê alfirengî pêke,
Derê dêrzînga mêrê xwe bigere.
LAWIKO SIVEYE, SIVE NAVE
Lawiko, siveye, sive nave,
Destê min ji gerdena zer venave.
Lawiko, kavilê gundê me sipinge,
Lawikê min digerre qeme, qirme bi tivinge,
Wekî min xay-xudana şerm nekira,
Ezê royê heft cara biçûma sola linge.
Lawiko, derdê dila ez danîme,
Tu bê xemî, ez bengîme,
Wekî xay-xudanê xwe şerm nekira,
Minê bigota ez merîke wekîlnefse bê xayîme.
Lawikê min, sekinî ser qubayê.
Li bêderê têx da bayê,
Lawiko, dikim, nakim,
Destê dêla jina te, ji pêsîra te dernayê.
Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev