Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Pêwendîyên me bi kurdan ra û karên me yên dijî wan di sala 1854an da -1 Li meydana Qersê

Me di 40 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, yek jî ji cildeya 3an ya berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov emê beşa pêşin a bi sernavê “Pêwendîyên me bi kurdan ra û karên me yên dijî wan di sala 1854an da” raberî we bikin.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine. Rewşa çapemenîya kurdî û gelê kurd îro ev e.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Ji berhemên kurdzanên me – 41

Li meydana Qersê

Di adara sala 1854a sipartibûne serhing Lorîs-Mêlîkov, ku ew karê pêwendîyên bi kurdên paşalixîya Qersê ra mijûl bibe. Hema di wê mehê da serhing Lorîs-Mêlîkov li gundê Kizil-Kilîsê rastî serekê kurdên Zîlan Ahmed axa hat. Di destpêka meha çirîya paşin Qasim xanê bi nav û deng jî, ku serekê hemû kurdên paşalixîya Qersê bû (rutbê wî yê kapûçî-başî hebû, ku tirka dabûyê), hate wî gundî bona rastî Lorîs Mêlîkov bê.

Di wê rasthatinê da Qasim xan soz da: bi hemû kurdên bin hukumê xwe va dest ji hukumeta Tirkîyê bikişîne, dema lazim bibe wê ji 800î heta 1000 eskerên siyarî yên bijare derxe dijî tirka û li ser sînorê me tu destdirêjayî û xweserîtî neke. Di wê rasthatinê da parastina riya ji Qulpê bigre heta Alêksandropolê danîbûne li ser Qasim xan. Ji bo wê yekê me ev soz dane Qasim xan: wê rutbê serhing yê ordîya rûsa bidine wî, wê heta dawîya jîyana xwe pênsîyayê (perê teqewutîyê) bistîne, wê hemû mafên wî li ser kurdên bin hukumê wî da wek berê bimînin, eger tirk bixazibin ji bo xayîntîya wî ceza bidne wî, eskerên me wê wî biparêzin. Pereyên mezin û hedyayên giranbuha dane Qasim xan, merivên wî û hemû giregirên eşîrê(1).

Hukumeta Tirkîyê texmîn kir, ku mêla kurda hey diçe li ser me zêde dibe, destpê kir her firsenda bi kar bîne bona pêşî li wê yekê bigre. Derbaharê da destpê kirin ji Qersê karmend şandine bal kurda û de’w ji wan kirin, ku siyarîyên kurda wek esker bidine ordîya tirka. Mişîr Zerîf Mustefa paşa dît, ku hemû daxazên wan bendî tiştekî nayêne hesibandinê, ewî ji serekên eşîrên kurdên paşalixîya Qersê ra got, ku eger ew di nav demeke kurt da eskera nedine ordîya tirka, ewê pareke eskerên xwe û hemû başî-bozûka bişîne bona qişleyên kurda wêran bikin. Tirsfirandina vî awayî nikaribû tesîra xwe li ser kurda nehîşta, ji ber ku ne hemû axên paşalixîya Qersê di bin destê me da bûn, ku li wan dera piranîya binecîyan kurd bûn. Lê dîsa Qasim xan çû bal mişîr, lê tenê bi 200 siyara va û ji wî ra got, ku ji wê zêdetir nikaribû berev bikira.

Hukumê li ser kurdên paşalixîya Qersê bere-bere kete destê me. Rast e, kurd tam ji tirka neqetîyabûn jî, lê serekên wan hema bêje her ro dihatine wargeha me ya li rex Alêksandropolê û soz didan, ku hema tirk êrîşî li ser Qersê kirin, ewê piştgirîya eskerên rûsa bikin. Wana soz didan, ku hema rûs bi ser ketin, ewê xwe ji hukumeta Tirkîyê bikişînin. Em 24ê tîrmehê di şerê rex Kuruk-derê da bi ser ketin û di wî şerî da mîrlaw Bêbûtov bi 18 hezar eskerên xwe va zora 60 hezar eskerên tirka bir. Di wî şerî da tenê 500 siyarîyên kurda di nav ordîya tirka da hebûn. Ji bo himberîhevkirinê em bêjin, ku di şerê rex Baş-Kadiklerê di nav desteya tirka da 4-5 hezar siyarîyên kurd hebûn. Piştî têkçûna şerê li Kuruk-darînê yê di meydana Qersê da sala 1854a di nav eskerên tirka da tu kurdek tunebû.

Li meydana Êrîvanê

Pêwendîyên me bi kurda ra di sala 1854a li meydana şêr ya li Êrîvanê yên here xirab bûne. Sebebê wê yê sereke ew bû, ku desteya me ya li Êrîvanê di destpêka kampanîya sala 1854a da di wî karî da xwe li sistîyê girt. Bahara sala 1854a gênêral-milazim Vrangêl hate kivşkirinê wek serekê desteya Êrîvanê (wî çaxî jimara eskerên wê hate zêdekirinê û gihîşte 3500 eskera), lê gênêral-serhing Lîxûtîn jî kirine serekê barêgeha desteyê. Wî çaxî rewş ji bo me zelal bûbû: ji serketina mîrlaw Bêbûtov li meydana şerê li Qersê, rex Bang-Kadiklerê (19ê çirîya paşin sala 1853a) em hatine ser wê bawerîyê, ku dijminê desteya Êrîvanê yê tek tenê desteya tirka ya Bayazîdê bû, ji ber wê jî di desteya Êrîvanê da îdî hew ditirsîyan, ku tirk wê di hêla Arpeçayê da derbê li wan xin. Lê dîsa jî di nav desteyê da şikberî hebû, ku tirk di her alîya da bi ser me re nin, ji ber wê jî di sala 1954a da desteya Êrîvanê pir bi fesal kar dikir û tivdîra xwe didît. Bi fermana gênêral Bêbûtov desteya Êrîvanê gerekê “pêşî wek dîtindarekî (çavdêr) bûya, bi xwe destbi êrîşê nekira, gerekê tenê herêma xwe biparasta û ji sînor derbaz nebûya heta emir nesitenda”. Piştî wê fermanê desteya Êrîvanê 20ê gulanê berevî li dora kenarê rastê yê çemê Erez bû, ku rex gundê Amaratê bû(1) û bi çendsed kazakan va Îdir û Kullik zevt kir bona bikaribe rêyên ku ji Agrîdaxê derbaz dibin, kontrol bike.

Bicîwarbûna me ya li rex Amaratê wan kurdên Surmelîyê qet çevtirsandî ne kirin, ku li ser axa bin destê me da diman û hela di ser da jî, ji ber ku ew der zimzime bû, gelek eskerên me di pevçûnên bi kurda ra şehîd diketin. Wan çaxa mîrlaw Vrangêl hîvî dikir, ku destûrê bidin destbi êrîşê bikin û bi şer ji Agrîdaxê derbaz bibin, lê mîrlaw Bêbûtov emir kir “heta Îdirê, an jî Orgovê usa bidin xuyakirin, ku hûn xudêgiravî dixwezin ji sînor derbaz bin, lê vê gavê derbaz nebin, ji ber ku ji me ra dest nade (nayê hesabê me)”. 18ê hezîranê desteya Êrîvanê berbi Îdirê va livîya û 22ê hezîranê gihîşte heta Orgovê. Kazakên me berî başî-bozûkan li wan dera dan, ji wir derxistin û bi desteya Êrîvanê ra vegerîya Îdirê. Desteya me li Îdirê hema bêje mehekê tu karek ne kir û di wan dema da kurda wek berê talanên xelkê dibirin, binecîyên Surmelîyê dişêlandin û hela serda jî bi cerdên mezin xwe li çemê Erez dixistin, derbazî berê din dibûn.

Bêkarî û neciddîtîya desteya Êrîvanê gîhandine wê yekê, ku kurdên paşalixîya Bayazîdê û Aladaxê berê xwe ji me guhastin û destpê kirin dijminaya me bikin. Heta meha hezîranê sala 1854a di desteya tirka ya li Bayazîdê da kurd gelek kêm bûn. Dema wana li ser axa Surmelîyê karê talanê dikirin jî, haya tirka pê tunebû, ji ber ku bi cerdên biçûk va êrîş dikirin û hewl nedidan jî rastî me bên bona bi mera pêwendî deynin. Û tenê di dema şerê Çingilê da, gava texmîn kirin, ku hêza me ne gelekî xurt e û em nikarin bikevine paşalixîya Bayazîdê û di hêleke mayîn da wana tu pêşnîyar ji me ne sitendin, bin zordarîya eskerên tirka ketine nava desteya Selîm paşa û desteya Bayazîdê bi hêz kirin.

Mîrlaw Bêbûtov tenê di meha tîrmehê da destûr da destbi êrîşê bikin. Lê wî çaxî desteya Selîm paşa îdî bi hêztir bûbû, û di wê da 18 hezar esker û 8 top hebûn. Ji wana 8 hezar eskerên ordîyê bûn, 5 hezar başî-bozûk(2) bûn û 5 hezar jî kurd bûn, ku ji paşalixîyên Bayazîdê û Wanê berev kiribûn. Jimara kurda timê dihate guhartin, hey zêde dibû, hey kêm dibû, ji ber ku wana pir guh ne didane Selîm paşa û gelek cara ji nav eskeran derdiketin, diçûn warên xwe. Desteya Selîm paşa li gundên Karabûlaxê (6 kîlomêtra dûrî buhurê) û Arzapê (li berpalên Agrîdaxê) bi cî bûbûn.

16ê hezîranê desteya Êrîvanê bi şev ji Îdirê meşîya, da ku tirk li wan nehesin, lê ji rûyê wê yekê da, ku ji dest baranê rê xirab bûbûn, pêşdaçûyîna eskeran bi derengî ket û dema em gihîştine gola Çingilê, pareke eskerên Selîm paşa îdî dor li wê girtibû û hela di ser da jî eskerên tirka yên mayîn ji Karabûlaxê dihatine hewara wana.

Mîrlaw Vrangêl bi 1700 eskerên xwe yên peya, 1200ên siyarî û 8 topa va şerê 18 hezar eskerên dijmin kir. Lê dîsa jî, piştî şerê ku du sehetan kişand, desteya Êrîvanê zora tirka bir û heta Karabûlaxê da dû wan. Ji dijmin 2 hezar kes hatine kuştinê û birîndarkirinê, lê 400 esker jî me wek dîl girt.

Di şerê Çingilê da 17ê tîrmehê 5 hezar kurd ji alîyê tirka şer dikirin, lê ji alîyê me 125 siyarîyên kurdên herêma Êrîvanê bi serokatîya Cefer axa şer dikirin.

Di şêr da siyarîyên kurd kareke mezin nedane tirka û sebebê wê yekê yê sereke jî ew bû, ku kurd li bendê bûn çika kê ji me wê bi ser bikeve. Eger tirk bi ser ketana, ewê bidana dû eskerên me û wê herêma Êrîvanê talan bikirana, lê ji ber ku em bi ser ketin, kurda destpê kir ew tirkên ku di nav esker da bûn, talan kirin. Derheqa vê yekê da emê li jêr ji we ra şirove bikin. Wana di şerê rex girên Başkadiklerê da jî (19ê çirîya paşin sala 1853a) usa kirin.

Kurd û mîlîsên musulman, ku di nav eskerên me da bûn, gelek xirab şer dikirin. Wana gerekê dema êrîşa eskerên me yên peya, ji wan ra bibûna pişt û ew biparastana, lê wana xwe ji agirê şêr didane paş, heta dawîya şêr jî xwe vedişartin û li vir jî ew li bendê bûn, çika kê wê bi ser keve(3).

Serketina di şerê Çingilê da tesîreke mezin li ser kurda hîşt û herêma Êrîvanê ji wê demê da ji destdirêjayên dijmin û neyara rind hatibû parastinê(4). Me koka temamîya alaya Bayazîdê anî û tenê pey çend meha ra hişê wan hate serê wan û wana destpê kirin ji nû va eskeran berevî ser hev bikin bona alayîke nû saz bikin. Kurd di şerê Çingilê da bi dil û can şer ne kirin û di dema rev û bezê da wana li ser riya Wanê temamîya hebûna serokê desteya Bayazîdê Selîm paşa talan kirin, lê kurdên herêmên Farizistanê yên ser sînor gelek dewarên eskerên tirka dizîn. Ew eskerên tirka ku di şêr da serê xwe xilas kiribûn, rex mizgevta Sûrp-Ohanês ji alîyê kurdên wan der da hatine şêlandinê. Hemû kurdên, ku di nav desteya tirka da bûn, vegerîyane warên xwe.

Piştî serketina di şerê Çingilê da desteya Êrîvanê 19ê tîrmehê bê şer Bayazîd hilda(5) û ji wira garnîzona bi du hezar eskera va xwe li riya revê girt. Li Wanê her ro li benda hatina eskerên me bûn. Kurdên paşalixîya Wanê ji wira koç kirin û çûn piş Aladaxê, nêzîkî gola Wanê. Li temamîya paşalixîya Bayazîdê û herêma Êrîvanê da bêdengîyek hebû, rewş seqirî bû, heta tucarên ermenîya bê tirs û xof bi tenê diçûne welatê neyarên xwe.

Em di şerê Çingilê da bi ser ketibûn jî û şerê rex Kuruk-derê da jî me zora dijmin biribû (heftêkê piştî serketina di şerê Çingilê da), lê mîrlaw Bêbûtov ser wê bawerîyê bû, ku rewşa desteya Êrîvanê ya li Bayazîdê pir bi xeter e û emir kir paşda vekişine berbi Agrîdaxê. 3ê tebaxê desteya me berê xwe da Tûtaxê (ber buhura Karvanserayê).

Dema ku desteya me li der-dorê Tûtaxê bi cî û war bû, me destpê kir bi kurdên koçer ra yên Kurdistana Bakûr, an jî Kurdistana Biçûk (paşalixîya Bayazîdê, perçê bakûr yên paşalixîyên Wanê û Mûşê) pêwendî danîn. Li wan dera piranî kurdên ji eşîrên Celalî, Heyderî û perçekî eşîra Zîlan diman û bi gotina serhing Lîxûtîn jimara wana weke 4 hezar mala bû. Xênji wê, li senceqa Bayazîdê weke 100 malên Êzdîyan(6) û 120 malên Sîpikîyan(7) (bi awakî din ji wan ra “sîpikanî” jî dihate gotin) diman.

Serekê barêgeha desteya Êrîvanê serhing Lîxûtîn bi hevsûdîyeke qenc li pêwendîyên bi kurda ra dinihêrî.

Bangawazîya serekê barêgeha desteya Êrîvanê ji kurdên paşalixîya Wanê ra hate şandin(8), lê nameya bi destê wî hatibû nivîsarê, teslîmî serekê eşîra Heyderîya Şêx Ubêt kirin(9).

Name û bangawazîyên bi wî awayî ji serekên mayîn ra jî hatine şandinê – ji Şêx Bekir, Heyder axa û Cangîr axa(10) û herweha Derwêş beg û gelek giregirên eşîra Celalîya ra.

Berî gişka çend qebîlên ji eşîra Celalîya, ku li Karabûlakê û Bayazîdê hêwirîbûn, aminaya xwe hindava me da nîşan dan. Serekên qebîlên ewê eşîrê hatine bal serekê desteya Êrîvanê û gotin, ku dixwezin bikevine nava desteya Bayazîdê.

Roja ku desteya me hate Tûtaxê, çend serekên qebîlên mayîn jî hatin bal me, ku wan nêzîkaya diman. Me texmîn kir, ku eskerên me çiqas pêşda diçin, ji serekên wan eşîra tenê ew dihatin bal me û dixwestin piştgirîya me bikin, ku berê da me bi wan ra pêwendî danîbûn. Qebîlên, ku dûr diman, bersîva nama serekê desteyê ne dan û bi me ra neketine nava pêwendîyan. Usa xuya bû, ku wana tam bawerîya xwe bi sozdayînên me ne dianîn û li bendê bûn ji wan serekên kurda malûmatîya bistînin, ku bi me ra ketibûne nava pêwendîyan û sozê piştgirîyê dabûn.

Daxaza serekên eşîr û qebîlên kurda yên here giring ew bû, ku bihêlin ew li ser warên xwe yên koçerîyê bimînin, an jî derbazî ser axa xwe ya berê bibin, ku berî em bikevine axa Tirkîyê, ew li wir bûn. Serekên kurda soz didan, ku wê ne li ser axa bin destê me da, ne jî li axa Tirkîyê xelkê talan nekin. Serekê desteyê hedya dida her serekekî û girabihaya hedyayê bi wê yekê va girêdayî bû, çika filan an bêvan serekeşîr xwedî çi qedir û hurmetê ye di nav mirîdên xwe da, çika ew çiqasî dikarin kêrî me bên, jimara binecîyên ku ew serokatî li wan dikin çiqas e û gorî wê jî sehetên zêr an zîv, gustîl, qirme an jî pere (çêrvonêsek an jî çend heb) didane wan.

Serekê desteya Êrîvanê serhing Lîxûtîn timê jî derdikete dijî wan hedyaya û ser wê bawerîyê bû, ku cîyê badilhewa pera xerc dikin.

Serekê desteya Êrîvanê dît, ku ji serekên qebîl û eşîrên ku dûrî Tûtaxê diman tu bersîv ne hat, ewî careke din ser navê serekên kurdên senceqên Dîyadînê, Eleşgirê û Xemûrê name û bangawazî şandin. Di wan nama da ber dilê kurda da dihatin, ber wan pêşnîyar dikirin, ku vegerine warên xwe yên berê. Lê ew sencaq dûrî warê eskerên rûsa bûn, ji ber wê jî tu tesîr li ser kurda nekirin. Kurdan tevlihevî çê nedikirin jî, lê hewl nedidan bi me ra nêzîk bibin.

Ji ber wê jî serhing Lîxûtîn bi desteya xwe ya ne mezin va (bêlûkek, 600 esker û 2 top) berê xwe da Dîyadînê bona kurda mecbûr bike bîr û rayên xwe derheqa name û bangawazîyên me da bêjin. Roja ku eskerên bi serokatîya serhing Lîxûtîn ranêzîkayî li Dîyadînê kirin, qebîlên kurda û musulmanên mayîn ji warên xwe derketin û ji wan dera diha dûr ketin. Vê carê bangawazîyek din(11) ji wan ra hate şandin. Piştî vê yekê binecîyên Dîyadînê vegerîyane warên xwe û kurda qasidên xwe şandine bal me. Serhing Lîxûtîn emirî li ser wan qasidan kir, got: “zorê li ermenîya û tetera nekin, dest ji ordîya tirka bikişînin û tevî şêr nebin. Eger hûn usa bikin, bawer bin, ku emê bi dilqencî daxazên we pêk bînin û bi we ra bibine dost, ji ber ku em tenê bi eskerên tirka ra şer dikin û binecîyan bi her awayî diparêzin û ji bo wê jî xêrnexwazîya binecîya hindava me da ne heq e, tiştekî badilhewa ye û dikare bibe sebebê xirabbûna rewşa wan. Eger hûn bi a me nekin, eskerên me wê êrîşî li ser we bikin, mal û milkên we ji dest we bigrin û dewsê qet tiştekî jî nedin”. Kurda bersîv dan, ku ji bo wan jî tu sebeb tune şerê rûsa bikin û serekên wan wê zûtirekê bêne bal rûsa û aminaya xwe hindava padişahê rûsa da dîyar bikin, lê niha soz didin, ku tu tevlihevîyan çê nekin.

(Dûmayîka vê gotarê piştî heftêyekê emê raberî we bikin)

1. Amaret – di wî çaxî da pira tek-tenê bû, ku meriv dikaribû ji wî perçê çemê Erez derbazî berê dinê bibe.

2. Di nav başîbozûkan da merivên her cûreyî û her miletî hebûn. Di nav wan da nêgr (reşik), ereb, faris, ermenî, tirk, teter û kurd hebûn.

3. Bi gotina serhing Lîxûtîn, piştî çend lênihêrandina û îzbatîya bal kazak û eskerên me yên mayîn ew fikir saz bûbû, ku mîlîsên musulman û kurd ber hogirên xwe yên ji alîyê dînî diketin û an bi hewa gulle dikirin, an jî fişekên vala berdidan. Û dema başî-bozûkek ji kazak an jî eskerê me xilas dibû, xwe davîte ber bexşa mîlîsên me.

4. Piştî şerê Çingilê kurda heta lêgêndek (evsane) ji ber xwe derxistibûn, ku xudêgiravî ruhên wan eskerên di vî şerî şehîd ketine, hilpekîyane berbi ezmîn û li ser ewrên ser serê Agrîdaxê (Girîdax) perwaz didin.

5. Li Bayazîdê heta 500 binecî hebûn û hema bêje nîvê wana kurdên riat bûn. Bona serkarîkirina Bayazîdê û hemû sencaqên wê dîwan hatibû sazkirinê (du ermenî û du musulman ketibûne dîwanê, ku binecîyên bajêr yên xwedî hurmet û sîyanet bûn) bi serokatîya Ahmed axa, ku kurdekî wira bû, karê tucarîyê dikir û qedirê wî di nav milet da pir bû. Ahmed axa herweha kesê di karê peydakirina xurekê bona desteya Êrîvanê merivê sereke bû. Dîwan gerekê bi erf-edet û qanûnên welatê xwe serkarî bikira. Di temamîya dema ku em li Tirkîya Asîyayê bûn, me ji Bayazîdê tenê tiştek dixwest: bona hukumeta tirka bac û alîkarîyê berev nekin û netirsin, ku eger usa nekin, hûnê bêne cezakirinê. Binecî ji me û serokatîya xwe razî bûn û di nav du sala da Bayazîd wek bajarekî serbixwe bi xwe serokatî li xwe dikir û di nav wê demê da dewlemend bû.

6. Bi bawerîya serhing Lîxûtîn, ku bala wî gelek li ser kurda bû û derheqa wan da gelek malûmatîyên bi hûrgilî berev kirine, “êzdî ji kurdan yên herî rast, helal û aştîxwaz in û bi rûsa ra diha amin bûn, gelek piştgirîya me kirin. Ew malûmatîyên derheqa hal û demên eskerên tirka da, ku wana bi reza dilê xwe û bê bertîl didane me, me diha pir bawerîya xwe pê dianîn, ne ku ew malûmatîyên, ku kurdên din, heta ermenîyan jî, didane me.

7. Sîpikî – ew jî berê êzdî bûn, lê niha dînê Mehmedîyê qebûl kirine.

8. Binhêre serdazêdekirina hejmara 9a. Bangawazîya serekê desteya Êrîvanê berbi kurdên paşalixîya Wanê (Nivîsa hejmara 213a, ya ji “Nameyên cuda-cuda, ku ser navê serekên kurda û giregirên mayîn hatine nivîsarê”. Arşîva Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê).

9. Binhêre serdazêdekirina hejmara 10a. Nameya serekê desteya Êrîvanê ji bo Şêx Ubêt, serekê eşîra kurda ya Heyderîya. (Nivîsa hejmara 213a. Arşîva Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê).

10. Binhêre serdazêdekirinên hejmarên 11 û12a. Nameyên serekê desteya Êrîvanê ji bo Derwêş beg û Şêx Ebdila, ku ji giregirên kurda bûn. (Nivîsa hejmara 213a. Arşîva Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê).

11. Binhêre serdazêdekirina hejmara 13a. Bangawazîya berbi binecîyên Dîyadînê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev