Eskerê Boyîk – yek ji navdar û mezintirîn şayîrê kurd

Guhdarên ezîz, guhdarîya beşeke bernameya radyoya Riataza “Ji rûpêlên edebiyetê” bikin. Di vê beşê de emê nasîya we bidin berhemên bijare yên kilasîkên kurdî û herwiha efrandinên şayîr û nivîskarên dema me. Fermo, em çend deqeyan niqoyî li nav dinya hest û hizrên kûr, xeberên xweş û sazbendîya bedew bibin. Vê carê emê nasîya we bidin jînenîgarîya û berhemên nivîskar û helbestvanê mezin Eskerê Boyîk.

Eskerê Boyîk yek ji nivîskar, helbestvanê dewrana me yê herî berbiçev e. Ez ji hindava xwe de dikarim bêjim ku Eskerê Boyîk di gel Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Çerkezê Reş di nava şayîr û nivîskarên kurdên Sovêta berê de yek ji mezintirîn şayîrê kurd e û fênomenekî herî balkêş e.

Ew 31-ê tebaxê sala 1941ê li gundê Qundexsazê (niha Rya Teze) li Ermenistanê hatiye li dinyayê. Berê li gundê Elegezê xwendina navîn standiye. Sala 1975an têza doktoriya aboriyê diparêze û navê doktorê aboryê werdigire. Wek serokê beşeke Înstîtûya aboriya Malhebûna gundîtiyê ya zanyariyê-lêkolînê de xebitîye. Tevî karê zaniyarîyê wisa jî gelek sala Zanîngeha Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtîyê da ders daye xwendkaran. Gelek berhemên wî yên zanyarî (weke 40 pirtûk, biroşûr, gotar) di derheqê pirsgirêkên aboriya malhebûna gundîtiyê de bi zimanê ermenî û rûsî çap bûne.

Ji salên dibistaniyê ewî dest bi nivîsara helbestan kiriye. Sala 1966an pirtûka wî ya ewlin ya helbesta ȘIVERÊ hate weşandin. Eskerê Boyîk di nava xwendevanên kurd de wek helbestvan, dramatûrg, rojnamavan, pûblîsîst tê naskirin. Lê Eskerê Boyîk berî gişkî bi ruh û hizrê xwe ve helbestvan e, pêşewitîyê ziman û çanda kurdî ye. 50 salî zêdetir e ew bê westan dinivîse.Heta niha bi dehan pirtûkên wî yên helbestan, çend roman, her wiha gelek lekolînên wî yên zanyarîyê ser ola êzdîyan, bi sedan gotarên din çap bûne. Di salên 60î de helbest û gotarên wî di rojname û kovarên Özgürlük Yolu, Riya Teze, Deng, Dema Nû û yên din de çap bûne, di radyoyên kurdî de hatine weşandin. Eskerê Boyik gelek pirtûkên helbestan, çîrokan, romanan, pîyêsan û lêkolînan çap dike û cîhê xwe yê hêja di wêjeya kurdî de digire. Heta niha pirtûken wî yên helbestan ku hatine weşandin ev in: Şiverê, Tirenc, Kulîlkên Çiya, Kulîlkên Birîndar, Heyf , Govenda Herfan, Duaya Serê Sibê, Oda Çîrokan, Ez Kilameke Melul im. Mijara helbestên wî zêdetir xweza û evînî ye. Romanok “Deftera kurdeki penabir”, roman-çîrok “Bahoz, “Xezeva resan”, romana “ Xezaba Xwede” salên dawîyê çap bûne.

Berhemên wî li Yekîtîya Sovyêta berê li Ermenistanê, Swêdê, Almanîyayê, Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ronayî dîtine.

Pênç şanoyên wî li ser dikên teatroyên kurdan yên Elegezê, Tbîlîsîyê, Almanyayê hatine lîstin. Li bajarê Almaatayê tevî çend hevalan kovara KURD weşandîye.

 Ji sala 1984 da Eskerê Boyîk endamê Yekîtîya Niviskarên welatê Sovêtê ye, endemê Yekîtîya nivîskarên Komarên Ermenistanê û Qazaxistanê, endemê PEN a Kurd e. Devedevî 25 salan katibê beşa nivîskarên kurd ya Yekîtîya nivîskarên Ermenistanê bû. Ji sala 1999 an da serokê komîtêya rewșenbîrî ya Mala Êzdiyan bajarê Oldenbûrgê, lê ji sala 2012an serokê Navenda lêkolînên Êzdînasiyê ye.

Mamoste Esker bi salan e ku di warê edebiyeta kurdi de kedeke payedar daye. Yek ji nivîskarê bi nav û deng e, ku bi salan bi hizir û nêrînên xwe di xizmeta Kurd û Kurdistanê û her weha di ya ola Êzdî de ye. Roja îro jî Eskerê Boyîk bi helbest, gotar û lêkolinên xwe di gelek Kovar, Rojname û Malperan de kedeke giranbaha daye. Pêwîste bê gotin, derheqa lêkolîn û gotarên wî yên balkêş û hêja ser navê “Ezdîtî – bawerîya heqiyê, rehmê û xwedenasîyê”, lekolînên wî derbarê dîroka êlên êzdîyên Serhedê, êlên Hesinîya, Zuqirîyan, Sîpkan, Şêx Fexrê Adîyan, “Edeba êzdîyan ya sedsala XI-XIII”, “Berxwedana êlên Xalita”, “Ezdîtî gere bibe warê zanistyê”, “Êzdîyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên reş“, analîza hine qewlên êzdîyan û hwd. Felsefiya poêziya Eskerê Boyîk gelekî kûr e, ew bi hostatîya helbestvanîya mezin di efrandinê xwe de nexiş û nîgara, xem û xeyala, jîyana gelê xwe dide ber çavan. Hunurê helbestvanîya wî, poêzya wî ya welethizîyê, milethizîyê û jîyîndarîyê, zimanê berhemên wî yê zelal xwendevana zendegirtî dihêle.

Dikarim bêjim, mamoste Esker ji piranya kurdan re mînakek behampa ye. Bi taybetî di warê şayîrtîyê de stêrkekî giranbaha û rewşenbîrekî pir hêja ye. Helbestvanekî pispor û şereza ye. Bi fikir û ramanên xwe ya ronakbirî, riya gel ronayî dike û dilê xwendevanan geş dike. Di berhemên wi de ruhê wi ye paqij, kiryamet û fireseta wi yê şayîrtîyê baş diyar e. Bi rastî jî Eskerê Boyîk ronakbirê gelê me yê fênomênal e.Niha Eskerê Boyîk di gel malbeta xwe li Almanyayê dijî. Li wê derê jî karê xwe yê nivîskarîyê berdewam dike.

Kerem bikin, guhdarên delal, guhdarîya helbestên şaîrê meyî mezin birêz û hêja Eskerê Boyîk bikin.
Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev