Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Koma KURMANCÎ civîna xwe a 58an li Kurdistanê bi dawî anî

Koma KURMANCÎ civîna xwe a 58an li Kurdistanê bi dawî anî
Rênas Awdal

Roja 28 ê Gulanê 2016 ê civîna 58:an ya Koma Kurmancîyê li Hewlêrê paytextê Kurdistana azad bi dawî hat.

Kar û xebata Koma Kumancîyê gelek baş derbaz bû. Civîna Kurmancîyê bala mediya Kurdistanê kişand. Civînê çapemenî û kenalên televiziyonên Kurdistanê bi xwe hesandin û nûçeya hatina Koma Kurmancî bo tevaya Kurdistanê weşand û belavkririn. Herwusa, metod û armanc û xebata Koma Kurmancîyê bo xwendevan û bîneran zelal kirin. Em dikarin bêjin vê nûçeyê li Kurditanê hindek deng veda. Babetên ku di programê de hebûn, hemû hatin gengeşekirin û amadekirin ji bo hejmara ”Kurmancî” ya 58:an.
SMLXL

Ji bilî kar û xebatên li ser ziman, Koma Kurmancîyê gelek karên din jî encamdan. Yek ji wan karan seredana Hukûmeta herêma Kurdistanê û seredana hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê li berokê (Mihwerê) Mexmûrê bû. Herwusa zîyaretkirina monumênta şehîd û qurbanîyên Mexmûrê.
SMLXL

Koma Kurmancîyê bi daveristê, anko sîstema Teleferîkê çûn ser çiyayê Korekê ku bilindahîya wî nêzîkî 2000 metre ye. Li vegerê bo Hewlêrê bi ser çend bajar û bajarokên Kurdistanê de derbas bûn. Li Dîyana ku merkezê/bingehê qeza Soran e, bêhna xwe vedan û li Komeleya ferheng û kultûrî ya Ehmedê Xanî bûn mêhvane berpirsê şarewanîya Soran.
SMLXL

Gelek ronakbîrên Kurd li Hewlêrê seredana Koma Kurmancî kirin û hizir û bîrên xwe bi endamên Komê re nîqaş kirin. Herwusa rexne û pêşnîyrên xwe pêşkeşî endamên Koma Kurmancîyê kirin.
SMLXL

Bi tevayî kar û xebata Koma Kurmancîyê di heşt rojan de pir serkeftî û bedew bû. Tişta ji hemîyê balkêştir ew bû ku hîvîyên mezintir ji Koma Kurmancîyê dihatin kirin, bê ku gelek kes bizanin karê me karekî bê beberhimber e û bi tu sîyasetan ve ne girêdayî ye. Endamên Komê ji pênc heftîyên îznê di salê de bi kêmanî dû heftîyan ji îzna xwe bo vî karî feda dikin.
SMLXL

Beşdarên civînê ev kes bûn:

Endamên Koma Kurmancî: Reşo Zîlan, Ziya Avci, Têmûrê Xelîl, Hemîd Kilicaslan, Mistefa Aydogan, Lezgîn Çalî, Emîn Narozî, Zinar Soran, Rênas Awdal, Mehmûd Lewendî.

Mêvanên ku alîkarîya karê koma Kurmancî kirin ev kes bûn: Eyub Sînan Kiran, Ahmedê Dirihî, Îsmaîl Taha Şahîn, Fazil Omer, Umid Demirhan.

Dûmahîkê berpirsê Koma Kurmancîyê pir bi rêz Reşo Zîlan yek û yek ji endamên Koma Kurmancîyê û hevalên harîkar re hîvîya serkeftinê û xweşî û şadîyê xwest. Civîn bi vî awayî bidawî hat.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev