Fermana Tanzîmatê û Serhildana Mîrê Botan-4

Serhildana Mîrê Botan
SMXLL

 
Welat Agirî
Me gotarên berê de jî behs kiribû, ku pirgirêkên navbeyna Dewleta Osmanî û Mîrê Botan bi Fermana Tanzîmatê re dest pê dike. 1839an de Mistefa Reşîd Paşa fermanê îlan dike û anegorê zagonên wê fermanê, mîrekîyên bin împaratoriyê bêgavin ku şert û mercê dewletê pêk bînin. Ki wan şertan du hev hene ku gelek giring bûn û em dikarin bêjin ew şert bûn sedemên serhildanê.
Yek ji wan xwestina bacê bû. Heya wê demê ew baca dihat berhev kirin ji mîrekiya wê heremê re dima. Lêbelê bi wê çaxê û dû re hemû mîrekyên bin împaratoriyê bi payitext ve hatibûn girêdanê û ew bac jî payitext re dima. Ya din jî xwestina leşkeran bû. Heta wê demê, gelek cara Kurd piştgirî dabû Osmanîyan û ew alîkarî jî di şerê Osmanî-Uris, Osmanî-Safevî de bêguman ber çavan e. Lê ew alîkarî bi dilxwestina Kurmanca ve dihat hole, tu mecbûriya Kurda nîn bû. Serî de Mîrê Botan Mîr Bedirxan û pey re jî ew mîrekiyê dinê ev Fermana Tanzîmatê nepejirandin, qebûl nekirin.
Navbera Mîrên Kurda de yekîtî tune bû, her mîrekî sere xwe bû. Bin rêberiya Mîr Bedirxan 1842an de Peymana Pîroz tê çêkirin. Bi vê peymanê re Mîrê Colemêrgê Nûrûllah Xan, Mîrê Mûşê Şerîf Xan, Mîrê Xelatê Mistefa Beg, Mîrê Wanê Tîmûr Paşazade,Şêx Mihemedê Mûsûlî, Şêx Usivê Zaxoyî bin seroktiya Mîrê Botan de yekitiyê pêktînin. Pey vê yekitiyê Kurd bi her alî ve pêşve diçin;
  • Cizîr dibe payitext
  • Desteya şêwirdariyê hat avakirin
  • Qesrên nû têne lêkirin
  • Jimara leşkera zêde dibe, Kurd dibin xwediyê hêzên xurt
  • Febrîqeke barûtê û yeke tivinga tê çêkirin
  • Ser nave Mîr pere çap dibe
  • Şagirtan dişînin Ewropayê ji bo teknîkên cengê ên nû
  • Bo bazirganiya Behrê, li Wanê keştiyên nû tên çêkirin
  • Ew Kurdên heremeke din dihatin Botanê dibin xuyê cîh û war
  • Ermen û Asûriyan re peyman tên îmze kirin
  • Zewaca navbera Kurmanc û nemisilmana serbest dibe
 Ev ruhê yekîtî û biratiyê hêz û quwete bêhempa didê Mîrê Botan. Peymana nava Nastûrî û Kurmanca nabe xwediyê umrekî dirêj. Demke kin de Nastûrî ser sozên xwe nasekinin û ew baca heta wê demê dihate dayin dibirin. Mîr Bedir Xan dihajo ser wan û gelek xiristiyan qir dike. Bi komkujiya Xirîstiyanan re Dewletên Ewropî ji Dewleta Osmanî guherandina Mîrê Botan dixwazin. Lê ev biryara Osmanî û Ewropiyan ji aliyê mîr nayê pejirandin. Serî de Osmaniyan xwestin bi rêya aşitiyê vê meselê re çarekî bibînin. Paşayên Osmanî, şexî Terîqeta Nexşîbendî dişîne cem mîr ku şêx herdu aliya hev bîne, neyartiya hole rake. Çûyin hatina Nexşîbendiyan jî kêr nayê û encamê de Osmanî biryara seferê hildidin.
Împaratorî ji Rihayê, Erzorimê, Bexdatê, Mûsilê leşkera top dike û 35 hezar leşker du mila ve ser Mîr de digirin. Dijberî 35 hezar leşkerê Osmanî, 15 hezar leşkerê mîr amade bûn. Ev 35 hezar eskerê Osmanî 15 hezar Kurd re serederî dernexist û têk çû. Sedemên vê encamê jî Osmanî xerîb bûn, wek leşkerê mîr herem nasnedikirin û hînê cenga ciyayî nebûbûn.
Pişt vê têk çûnê, payitext kete pey rêyên cuda û ya herî hêsanî jî xayintî û xapandina Kurda bû. Dewletê biraziyê mîr, Yezdanşêr bi wehdên vala xapand û derbasê aliyê xwe kir, bi xayintiya Yezdanşêr Cizîr kete destê Osmaniyan. Mîr Bedir Xan 1847a de xwe da dest.
Hemû herêmên Kurdistanê bi payitext ve hat girêdan û Mîrê Botan surgunê Stenbolû û ji wir re jî derbasê Girava Girîtê bû. Li Girîtê nêzîkê deh sala hat sekinandin û pey re carke din vegeriya Stenbolê. Li Stenbolê midetekî ma û dû re derbasî Şamê bû. 1870 de li Şamê wefat dike. Celal Telebanî û Kemal Bûrkay sala 1997 de tirba wî restore dikin. Mîr Bedirxan bi mirina xwe re pey xwe 4 jin, 21 kur, 21 keç, 10 nevî dihêle.
Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev