Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

RESEPSİYONA PARTİYA DEMOKRAT A KURDİSTANA TIRKIYEYÊ (PDKT)

RESEPSİYONA PARTİYA DEMOKRAT A KURDİSTANA TIRKIYEYÊ (PDKT)
PDKT, di sala 2014an de ava bû. Piştî avabûna PDKT cara yekem di 27ê Gûlan a 2016-an de civînek giştî pêk anî. Ew jî wek civîneke recepsîyonê hat binavkirin.
Beriya civînê, agahdariya di nav raya giştî de dihat bihîstîn ew bû ku PDKT dê di civînê de yekîtiyekê bi raya giştî re parve bike. Lewra di nav raya giştî de gelek agahdarî û rayên cûda di derbarê vê pirsê de dihatin belavkirin. Loma jî agahdariyên rast dê di civînê de raste rast ji rayadar û berpirsiyarên terefên yekîtî bihata pêşkêşkirin. Her kurdperwerek jî li benda vê agahdariyê bû.
Ez jî bi vê mabestê beşdarî civînê bûm. Ji aliyekî din ew kesên civîn amade kiribûn û berpirsiyarên PDKT, dostên min bûn û kurdên dilsoz bûn.
Recepsiyon, an jî civîn di otela Mitanniyê de pêk hat.
Ji Başûrê Kurdistanê di serokatiya Ehmed Kanî de heyetek fireh beşdarî civînê bû. Endamê Komîteya Navendî PDK Iraqê Elî Ewnî, berpirsiyarê PDK a Iraqê li Enqereyê Emer Mîranî, Serokê Gruba PDK a Iraqê di parlamentoya Kurdistanê de û çend berpirsiyarên din yên PDK Iraqê beşdarî civînê bûn. Ji Bakûrê Kurdistanê jî, gelek siyasetmedar û rewşenbîr, berpirsayarên partî û rêxistinan: HAK-PAR, PAK, PSK, Tevgera Azadiyê, HUDA-PAR, Peyama Kurdistanê, Komelaya Tevgera Cîwanên Kurdistanê beşdarî civînê bûn. Ji Rojavayê Kurdistanê jî berpirsiyarên PDK a Sûriyeyê û ENKS beşdarî civînê bûn.
PDK Bakûr, ez dizanim ku hatibû vexwendin, lê beşdarî civînê nebibû.
Ez dikarin bibêjim ku beşdariyek zêde/qelebalix û bi qelîte beşdarî civînê bibûn. Elîta sinifa siyasî ya kurd bi piranî li wir bûn.
Civîn bi esasî ji aliyê Mehdî Mûtlû û beşek jî ji aliyê Nîlufer Akbalê de ve hat meşandin. Ew du kesên hêja nasdar bûn. Lê dîsa jî rêveberina civînê gelek bi awayekî qels hat meşandin. Lewra rêvebirên civînê PDKT û beşdarên civînê baş nas nedikirin. Ji aliyê din de jî organîzeke bi problem hebû.
Di civînê de di destpêkê de Parêzer Neşet Bîlek axavtin kir. Li ser pêvajoya hiqûqî ya avakirina PDKTê rawestiya.
Serokê Giştî yê PDKTê M. Emîn Kardaş axavtinek kurt û ji dîroka partiyên demokrat qal kir. Got ku “PDKT mala her kurdekî ye. Divê her kurdek bê dawet û vexwendin were mala xwe.”
Neşet Bîlek û M. Emîn Kardaş kurdî qise kirin.
Berdevikê PDKTê Rojhat Amedî bi tirkî qise kir. Axavtina wî firehtir bû. Li ser qerektera partriyên demokrat, li ser xebatên wan ya dîrokî, li ser pirsgirêk û mijarên rojane rawestiya û nerînên xwe anî ser zimên.
Wîzyona hersê axavtvanan jî ne xerab bû. Hersê kes jî bi ruhekî milî axivîn. Axavtina Rojhat Amedî vîzyonek fireh pêşkêşi civînê kir. Di axavtina wî de li ser gelek mijaran terîf û şirove hebûn. Rexne bi awayekî li PKKê hebû. Lê terîfeke û sînorek diyar di derbarê PKKê de nehat pêşkêş kirin.
Di her sê axavtinan de jî bona yekîtiyê nêrînên zelal tunebûn. Kî û çewa yekîtî çêkiriye agahdariyek nehat dayîn. Bes di peyamên hatibûn xwendin de dihat fahm kirin ku PDKT û KADEP yekîtî pêk aniyê. Axavevanan hîç qala KADEPê nekirin.
Serokê Giştî yê KADEPê Lûtfî Kivanç û berpirsiyarên partiyên di civînê de amade bûn wan jî axavtin nekirin. Beriya civînê di derbarê KADEPê de hatibûn diyar kirin ku KADEP di vê yekîtiyê de tûneye, civînê ev yeka jî zelal nekir. Ez bawer dikim ku di serê beşdarên civînê di derbarê yekîtiyê de pirsên nehatine bersîvdan, man.
Ya girîngtir ew bû ku nûha şûnda di partiya heyî PDKTê de piştî ev yekîtiyê dê çi guhertin çê bibin, ji wê yekê jî qal nehate kirin. Lê dihat zanîn ku gelek kes bûne endamên PDK-ê. An jî dê bibin endamê PDKTê ye.
Li ser navê şanda/heyeta PDK Iraqê Ehmed Kanî axavtinek dirêj kir. Li ser rewşa Rojhelata Kurdistan û Kurdistanê bi firehî rawestiya. Ji pêvajoya referandûmê jî agahdarî da. Lê helwesta partiyên Kurdistanê (yên ji derveyî PDK Iraqê) çi ne, ev yeka zelal nekir. Ji aliyê din de li pirsa PDK Bakûr û PDKTê çewa dinêrin û çi pêşniyar dikin, ji bona vê jî nêrînek ne hat pêşkêşkirin.
Piştî axavtina Ehmed Kanî, Nilûfer Akbalê stiran got. Di wê navberê de civîn bela bû. Kesî jî ev yeka zêde fahm nekir.
Gelek berpirsiyarên partiyan nikarîn axavtin bikin. Ji bona vê yekê aciziyek derket holê. Bi taybetî jî hevalên ji Rojavayê Kurdistanê gelek aciz bûn.

Organîzasyona civînê gelek qels bû. Ez hêvîdar im ku di civînên pêşerojê de ew kêmasî nebin.

Îbrahîm GUÇLU

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev