BANGEWAZIYA STRANA KURDΠDIGÎJE XWEDÊ Û XWEZAYÊ

BANGEWAZIYA STRANA KURDΠDIGÎJE XWEDÊ Û XWEZAYÊ
Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner
Ev gotara min li ser derd û kulên di stranên kurdî de ye û tê de bangewaziya ku li Xwedê tê kirin eşkere tê xuyakirin.
Pêşî divê bê gotin ku temenê Strana Kurdî bi kêmanî pênc hezar sal e.
Dema meriv bala xwe dide stranbêjên Kurd, berî ew dev bi strana xwe bikin, eger li derva bin derdikevin ser devereke bilind, cihikî mîna hîm, teht, dîwar, girik, qotik û tiştên wisa, piştre tiliyeka xwe dixin kerrika guhekî xwe û distirên. Dema ew li civatekê jî bistirên, pêşî yan li ser kursiyekî yan jî li ser balgîvekî rûdinên û hêj dev pê dikin. Lê eger ew derfeta rûniştina wisa nebînin, stranbêj bi qelefîskan rûdine, tiliya xwe dixe guhê xwe, yan jî kefa destê xwe ya çepê datîne ser guhê xwe yê çepê û hêj dev bi strana xwe dike. Gelek car stranbêj, dema li çolekê bi tena serê xwe be jî, dîsa derdikeve ser devereke bala û distirê.
Sedemê vê yekê jî ev e:
Stranên Kurdî bi naveroka xwe ji ber ku tije xem, derd, kul, keder û bi naverokên wisan in, stranbêjên Kurd dixwazin bangewaziya xwe wek hewar bigehîn Xwedê; şiroveya wan derd û kulan dikin û jê daxwaza alîkariyê dikin. Herweha stranbêj, gelek car derd û kulên xwe pêşkêşê xwezayê jî dikin, da bwêrk û zindiyên di nava xwezayê de jî, wî dengê agirpêt bibihîzin.
Çewa ku tê zanîn, deng çu car wenda nabe û nabe tune jî. Ji ber ku deng di valahiya heyînê de digere û bi hezarehayên salan dimîne. Heta hin kes hene, niha di valahiya heyînê de li dengê pêxemberan û li yê kesên navdaran digerin, eger lê rast bibin wê bi vê teknîka nûjen qeyd bikin, piştre sûd ji wan dengan werbigirin…
Ev tewrê strana stranbêjên Kurd li kêm herêmên dinyayê tê dîtin. Ji ber ku piraniya stranên welatan, zêdetir li ser evîn û xweşiya jiyanê hatine afirandin. Lê yên kurdî bi vajiyê yên wan hatine afirandin.
Ciwanên Kurd dikarin sûdeke mezin ji Strana Kurdî werbigirin. Ji ber ku tê de mêjû, wêje, sqûmat, bobelat, atarên giran ên ku hatine serê Kurdan, rewşa jiyana civakî, desthelatiya Kurdan di demên cuda cuda de, şîn, şahî, krîvatî, cîrantî, herweha evîn û evîndarî, merivatî, aştî û bi dehan babetên wisa yên dî hene.
Eger ciwanên me li van babetan lêkolîn bikin, wê pêrgê pir tiştên hêja bibin û di pêşerojê de wê bi wan rengê mêjûya çewt bidin guhertin û wê mêjûyeke rasteqîne derxînin holê.
Bi hêviya lêkolîneke berfireh ji aliyê ciwanên nûhatî ve li ser van babetan, her şad û bextewer bin…

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev