Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Raperînên Xûramiyan li dijî Dewleta Xîlafeta Îslamî

Raperînên Xûramiyan li dijî Dewleta Xîlafeta Îslamî
 Nasnameya Yezdanî:
Çandên gelan – tevî zor û perçiqandinê – bi temamî wenda nabin. Dibe ku zordar çandên hin gelan heya bi radeyekê wendayî bikin, bidin aliyekî, çepel û rahol jî bikin, lê hin bingehên wê di kûraniya bîreweriya niştîmanî da zindî dimînin, li hêviya merc û nîrên guncawin ku ji nû va bêne vejandin. Di dîrokê da rewşa şaxên Yezdaniyê jî bi vî awayî bû. Tevî wan şerên ku dewletên farisî bi navê Zerdeştiyê li dijî wê bi rêvebirin û tevî wan şerên ku Dewleta Xîlafeta Îslamî jî li dijî wê dane destpêkirin, dîsa jî hin hêmanên Yezdaniyê di kûraniya hişmendiya civakî ariyanî da zindî man.
Serhildanên Xûramiyan di serdema Dewleta Xîlafeta Îslamî da nimûneyên here diyarin. Ew ne tenha serhildan û şoreşên civakî-siyasî bûn, lê belê, ew xwedî nasnameyên Yezdanî bûn jî. Bi gotineka din, ew şoreşina niştîmanî gelemper bûn, ew hin bizavên jidil bûn ji bona vejandina kelepora yezdanî, ya ayînî, siyasî û rewiştî. Ev bizav û raperînên pêşîn hên di dawiya serdema Xîlafeta Umewî da xuya bûn; ew wek rêaksiyona gelên ne Ereb (Mewalî) li dijî siyaseta zordar bû ku xelîfeyên Umewiyan li dijî wan gelan pêkdianîn.
Şoreşa li dijî Dewleta Umewî li Xûrasanê destpêkir û bi rêveberiya kesayetiya Kurd Abu Muslimê Xûrasanî bû. Ew bi xwe ji Kurdên başûrê Kurdistanê ye. Leẍema “Xûrasanî” dane ser wî, ji ber ku peywira amadekirina şoreşê li Xûrasanê spartin wî. Di pey ra, Abu Muslim çarçewa şoreşê fireh kir û piraniya herêmên Ariyana (Ji Afganistanê bigire li rojhilat heya bi Kurdistanê li rojava) girte nav xwe. Di sala 750-î da Xîlafeta Umewî roxand û Dewleta Xîlafeta Ebbasî avakir. Me bûyerên vê şoreşê hûrik-hûrik di pirtûka “Kurd û Dewleta Xîlafeta Îslamî” da dane pey hev. Em hêvîdarin ku ev berhem di demeka nû da bê weşandin.
Divêt em bêjin ku piraniya şoreşgeran ji gelên ariyanî bûn; xwediyên çanda Yezdanî bûn. Ji hin gotûbêjan tê fêhmkirin ku wan hin hêmanên yezdanî teve Îslama Şî’î kiribûn, ji ber ku şoreşa li dijî Umewiyan bi navê “Al Al Beyt آل البَيْت ” bû (Al Beyt ya pêximber Mihemed). Yek ji wan hêmanan ew bû ku “giyanekî Xwedayî” dikeve laşê hin kesayetiyên navdar. Ev baweriya yezdanî kevin hên di rêya Mîtrayiyê ra derbas Kirîstiyaniyê bûbû, û heya niha jî li ba Şî’eyan bi şêwazê “Îmamê Me’sûm الإمام المَعْصُوم ” heye. Dema ku xelîfeyê ebbasî duwem Abu Ce’fer Al Mensur di sala 722-an bi doxmanî (îxanetî) Abu Muslim kuşt, raperînên Xûramiyan li pey hev destpêkirin.
Navdartirîn raperînên Xûramiyan:
1 – Şoreşa Sunbad: Vê şoreşê di sala 755-an da li Xûrasan û rojhilatê Kurdistanê destpêkir û rêveberê şoreşê “Sunbad” (Sunbaz) mirovekî mecûsî bû û hevalekî pir nêzîk yê Abu Muslim bû. Şoreşa wî şoreşeka cemawerî cotkarî bû, armanca wê hildana tola Abu Muslim bû. Alîgirên vê şoreşê bawer dikirin ku Abu Muslim nemiriye, ew hilkişiyaye asîman û hên zindî ye. Xelîfeyê Ebbasî Abu Ce’fer Al Mensur ev şoreş di xwînê da perçiqand û dora 60000 şoreşger dane kuştin. Piraniya wan ji herêma “Çiyan” bûn (çiyayên Mîdiya= Kurdistanê), hemû jin û zarokên wan kirin kole û cariye û Sunbad jî hate kuştin[1].
2- Şoreşa Ustazsîs: Vê şoreşê di sala 766-an da li Xûrasanê bi rêveberiya “Ustazsîs” destpêkir. Ev jî tevgereka cemawerî bû; li dora 300000 şervan tevlêbûn. Piştî şerên giran şoreş hate şikestin, li dora 70000 şoreşger hatin kuştin û 14000 jî hatin dîlkirin. Rêveber Ustazsîs jî hate daleqandin[2].
3 – Şoreşa Al Muqene’ المُقَنَّع: Vê şoreşê jî di sala 776-an da li Xûrasanê destpêkir. Ev şoreşeka gelêrî mezin bû; bi rêveberiya Haşim Bin Ĥekîmهاشِم بن حَكيم  bû. Leẍema wî (Al Muqene’ المُقَنَّع) bû, ji ber ku maskek dida ser rûyê xwe. Piştî pir şeran, ev şoreş jî di sala 779-an da hate şikestin. Al Muqene’ di keleha wî da hate dorpêçkirin. Wî xwespartin nepejirand. Rabû agirekî guř dadan, wî, malabata wî û hin alîgirên wî xwe avêtin nava agir. Ev helwesta qehremanî di bîreweriya gelêrî ariyanî da çend sedsalan zindî ma[3].
4 – Şoreşa Azeybeycanê: Vê şoreşê sala 807-an li Azerbeycanê destpêkir. Piştî çend şeran leşkerên Dewleta Xîlafetê ev şoreş jî perçiqandin, li dora 30000 şoreşger kuştin, yên din jî teve jin û zarokan dîl girtin û birin Karmanşahê ku li wir xelîfe Harûn Al Reşîd hatibû geşt û seyranê. Wî ferman da ku dîlgirtiyên mêr bêne kuştin. Jin û zarok jî li sûka koleyan hatin firoştin[4].
5 – Şoreşa Babekê Xûramî: Ev şoreşeka niştîmanî gelemper bû, armanca wê rizgarkirina gelê Ariyana ji Dewleta Xîlafetê bû û vejandina ayîna Yezdanî bû. Reveberên wê yê yekem “Cawîdan” bû, yanê yê hemdem. Bi herhal ew Kurd bû. Wî û alîgirên wî dev ji Îslametiyê berdabûn û vegeriyabûn ayîna Yezdanî. Ew li ser wê yekê sûr bû ku armancên xwe bi cihbîne. Pêş mirina xwe, xortek bi navê Babek kire rêveberê şoreşê, ji ber ku baweriya wî bi lehengî û dilduristbûna wî ji armancên şoreşê ra hebû. Kebaniya Cawîdan got ku giyanê malxiyê wê ketiye laşê Babek (li gor baweriya veguhaztina giyan) û bi wî ra li gor rewişt û dêlîndêzên Yezdaniyê şû bû (zewicî).
Şoreşa Babekê Xûramî ji şoreşên Xûramiyan ya here demdirêj bû. Şoreşger li hember leşkerên Dewleta Ebbasî yên here hêzdar rawestiyan. Şoreşê herêmên gelek fireh girtin nav xwe; wek Azerbeycan, beşê mezin ji rojhilatê Kurdistanê û rojavayê Ermîniya. Kurd û Deylem (Dimbilî) di nav wan da, ji piraniya gelha û rûniştivanên wan herêman bûn.
Şoreşê di sala 816-an da, di heyama xelîfe Al Ma’mon المَاْمُون da destpêkir. Rola çiyan di serkeftinên şoreşgeran da pir mezin bû. Wan xwe di çiyayên asê da yên bi mêşe û daristan diparastin û bi êrişên “lêde û vegere”, li gor şerê gêrîlatî, şerdikir; êriş dibirin ser karwanên xurdemenî yên leşkerê ebbasî û dixistin dest xwe, û wisa pir caran leşkerên xîlafetê ji ber wan bazdidan.
Di heyama xelîfe Al Mu’tesem المُعْتَصِم Billah da, Dewlta Ebbasî taktîkên nû bi karanîn. Yek ji wan pêkanîna hêzên taybet bû ku jêra “Kohbanî”, yanê (çiyayî) dihate gotin. wan di şerê çiyan da, di dagîrkirina bilindcihên asê da, di avakirina kelehan û kolandina xendekan da hebû. Taktîkeka din jî belavkirina sîxur û qelawûzan li herêmên şoreşê bû ku nûçe û agahdariyên derewîn û dijminane belav bikin, û bi dirav û pereyan eşer û wijdanê derebegan bikiřin. Ev çîna derebegan – ji ber bernameyên şoreşê yên civakî – li dijî şoreşê bûn[5].
Bi vî awayî leşkerên xîlafetê biserkeftin pêkanîn, û Xûramiyan di qada şerê Hemezanê (Amedan = paytextê Madan), di sala 833-an da şer derdan. Navê rêveberê şoreşê li wê herêmê Narseh bû. Hejmara kuştiyên Xûramiyan gihîşte sedhezarî, ji bilî jin û xortan. Yên ku man jî derbasî nav axa Roma Bîzantî bûn û li bakurê Kurdistanê hatin bicihkirin. Kurdên Dimilî (Zaza) yên wê herêmê ji neviyên wan şoreşgeranin[6].
Bereya Azerbeycanê demeka dirêj li ber xwe da. Lê belê, piştî kuştina hin mezinên rêveberên şoreşê bi doxmanî (îxanetî), yek ji wan jî Îsmetê Kurdî bû, leşkerên xîlafetê biserketin, gelek Xûramî kuştin û pir kes jî dîl girtin. Di sala 837-an da nawenda şoreşê jî dagîr kirin. Hîngê Babek bi nehînî çû herêmên bakurê Kurdistanê ku di bin desthilat û kelîja Romî da bûn, daku emperatorê Romê Théophile destekê bide wî, ew dîsa vegere û şoreşê li dijî Dewleta Xîlafetê berdewam bike. Di dema derbasbûna Babek, di rêya xwe da bo Ermîniya, xwediyê keleha (Şakî) Suhêl Bin Sunbad سُهَيل بن سُنْباد pêşwaziya wî bi dilxweşî kir û ew kire mêvhanê xwe. Lê belê, bi nehînî peywendî li gel Efşîn, rêveberê leşkerê xîlafetê kir ku were Babek bigire, helbet ji bo diraveka pir. Suhêl Babek vexwande raw û nêçîrê li geliyekî ji geliyê wê herêmê. Efşîn jî, li gor peymana wî bi Suhêl ra, li wî gelî kemînek vegirtibû û wisa Babek dîl hate girtin[7].
Babek anîn bajarê Samerrayê سامَرّاء li Îraqê. Xelîfeyê Ebbasî ferman da ku li pêşiya wî Babek bikujin. Ferman da celadan ku pêşî dest û pêyên wî bibiřin û şûr (şwîr) têxin nav parsiyên wî daku bêhtir biêşe. Lê belê Babekê qehreman her li ber xwe da, ne naliya û ne jî kire hawar û gazî. Bi perçeyên ku ji destên wî mabûn xwîna ku diherikî li rûyê xwe dida. Xelîfe jê pirsiya ku çima ew wisa dike? Got: Ez wisa dikim daku rûyê min zerd nebe û kesên dor min nebêjin ku Babek ji mirinê tirsiyaye[8].
Ev gotûbêj wisa di jêderan da hatiye. Wisa jê tê fêhmkirin ku Babek rêveberekî qehreman bû û nimûneyekî bê hempa bû. Wî dest ji durişma şoreşê (rengê sor) heya kêliya dawiyê ji jiyana xwe berneda, û şoreşa wî şoreşa niştîmanî ya dawî bû ji şoreşên Xûramiyan li dijî Dewleta Xîlafeta Ebbasî.
Çarşemb, 01.06.2016
Jêder

[1] Al Tabari: Dîroka pêximber û padîşahan, 7/495-510, Ibin Al Asir: Al Kamel fi Tarikh, 5/66-69
[1] Al Tabari: Dîroka pêximber û padîşahan, 8/29-32. Al Zahabi: Tarikh Al Islam, 3/805.
[1] Al Tabari: Dîroka pêximber û padîşahan, 8/135-144, Al Maqdisi: Destpêk û dîrok, 6/97.
[1] Al Tabari: Dîroka pêximber û padîşahan, 8/339. Al Maqdisi: Destpêk û dîrok, 6/103.
[1] Al Tabari: Dîroka pêximber û padîşahan, 9/29-30.
[1] Al Tabari: Dîroka pêximber û padîşahan, 4/59. Ibin Al Asir: Al Kamel fi Tarikh, 6/38.
[1] Al Tabari: Dîroka pêximber û padîşahan, 9/47, 50. Abo Henife Al Dinewri: Al Akhbar Al Tiwal, rûpel 405.
[1] Al Tabari: Dîroka pêximber û padîşahan, 9/53. Ibin Al Asir: Al Kamel fi Tarikh, 6/36.
Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)

wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev