Çend nimûneyên zargotina me ji pirtûka “Cewahirên kurdî”

Çend nimûneyên zargotina me ji pirtûka “Cewahirên kurdî”
Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji wê rêzenivîsê ya 42an e. Ev nimûneyên zargotinê yên li jêrê me ji pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan ya bi sernavê “Cewahirên kurdî” hildane, ku van dawîyan ji alîyê weşanxaneya “Lîs”ê da li Diyarbekirê bi 4 pirtûkên wî yên din ra çap bûye.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Ji zargotina me – 42
Îro jî tiştekî hîn bûm
Bavê merîkî ji çavan mehrûm dibe. Kurê wî çiqas êvar e destê bavê xwe digire, dibe odeya çîrokbêjan, şevbihêrîya xwe dikin, dîsa destê wî digire, tîne malê. Bi vî awahî, her ro tiştekî hîn dibin.
Rojekê, wextê ew dîsa destê bavê xwe digire, ku bibe odê, bavê wî jê ra dibêje:
-Lawo, ca ji kerema xwe ra xwe hinekî egle bike, ez herime destavê, paşê emê herin.
Wextê bav diçe destavê, kur jê ra dibêje:
-Bavo, berê te ketîye hîvê; pişta xwe bide hîvê, paşê here destavê.
Bavê wî diçe destavê û dema vedigere, ji kur ra dibêje:
-Lawo, min paşda bibe mal. Bes e, îro jî ez tiştekî hîn bûm.
Te çi dixwest?
Rojekê ji merîkî araqxur dipirsin, dibên di darê dinê da te çi dixwest?
Merîyê araqxur caba wana dide û dibêje:
-Min dixwest ev çemê gundê me araq bûya, lê kevirên tê da jî pîvaz bûna.
Wek dibêjin, her yek di hindava xwe da Royê dibîne.
Ne hemû meriv dikarin derewan bikin
Di gundekî da du bira hebûne; yek derewîn bûye, yê dinê – na. Ewê derewîn wextê diçû odê, derew dikirin, ew dibirin serê jorê didane rûniştandinê, lê birê dinê serê jêrê rûdinişt.
Rojekê birê dinê jî wextê diçe odê, dibê welle ezê jî îro derewekî bikim, bira min jî bibin daynine serê jorê. Ew dibêje:
-Gelî cimaetê, wextê ez hatim, dengê cewrikan ji ezmanan dihat.
Cimaeta odê gişk pê dikenin, dibêjin kê bihîstîye, ku dengê tûleyan ji ezmanan bê. Hema wî çaxî birê wî tê û dinihêre, ku birê wî ketîye nava halekî xirab. Ew dibêje:
-Birê min rast dibêje; teyran tûleyê dêlika filankesî birine, qey ewte-ewta wî cewrikî ye, ku ji ezmanan dihat.
Paşî van gilîyan cimaet ji derewa birayê wî jî bawer dike.
Wextê ewana ji odê derdikevin, birê ku derewa dike, ji birê xwe ra dibêje:
-Bira, te digot qey ez hema wisa derewan dikim. Gerekê derewên wisa bikî, ku nêzîkî aqilan bin; ya dinê jî – gerekê karibî derewa xwe mak bikî. Ku nikarî derewan îzbat bikî, careke dinê derewên wisa neke.
Hevalê helal
Rojekê bav gazî kurê xwe dike, dibêjê:
-Lawo, tu cahil î, te qe ji xwe ra heval girtine?
-Erê bavo, weke neh-deh hevalên min yên baş hene, em şev-ro bi hev ra kêf dikin, dixun û vedixun.
-Lê gelo te qe hevalên xwe cêribandine, ewana xwe di pişt te va qelp nînin?
-Tu çi dibêjî bavo, hevalên min ji birê min çêtir in, ewana bona min serê xwe didin. Bavo, tu ewqas mezin î, te ewqas dinya derbaz kirîye; lê hevalên te çend heb in?
-Hevalê min tenê yek e, lawo, eva 30-40 sal e em bi hev ra hevaltîyê dikin.
Kur xweşîyê xwe li bavê xwe dike û dibêje:
-Bavo, hevalek tenê çi ye ku? Meriv rojê di mala hevalekî xwe da nîbe, îdî çi heval!
-Lawo, tu dibêjî hevalek çi ye; de ka were ez û tu em hevalên xwe bicêribînin, çika ew deh hevalên te beramberî hevalekî min dertên, an na?
Bav û kur bi hev ra qayîl dibin û pêşî diçine mala hevalên kur.
Gede li derê hevalê xwe dixe, hevalê wî derî vedike û wana teglîfî hundur dike. Gede zarî dibe û bona cêribandinê ji hevalê xwe ra dibêje:
-Min cendirmeyekî dewletê yê bêîsaf kuştîye, revîme hatime mala te, ku tu wextekê min sitar bikî, paşê ezê rabim, herim.
Hevalê gede wextê derheqa vê yekê da dibihê, razî nabe, ku hevalê wî di mala wî da bimîne, derî vedike û wana li pişt dêrî dixe, dibêje zû ji mala min herin, dibe niha li dû we digerin.
Ewana diçine malên hemû hevalên wî, gişk jî înkar dikin û wî ji mal derdixin.
Vê carê bav dibê:
-Lawo, de îcar were em herin mala wî hevalê min, çika ewê me qebûl bike an na. Ji deh hevalên te yek bi te ra helal nîbû.
Mêrik wextê diçe mala hevalê xwe, jê ra van gotinan dibêje, ew derbê ra gede dibe otaxeke dinê vedişêre, ji wana ra ezet-qulixê dike, ber wana diçe-tê.
Paşî êmekê ew gazî hevalê xwe dike û dibêje:
-Hevalê minî delal, ca gazî kurê min bike bira bê, dixwezim temîyekê bidimê.
Wextê kur tê, ew gazî hevalê xwe jî dike û dibêje:
-Qurban, welle kurê min tu cendirme nekuştîye, min û kurê xwe hevalên xwe dicêribandin, ka hevalê min şîrhelal e, yanê deh hevalên kurên min.
Hevalên kurê wî ew çawa qebûl kiribûn, çawa ji mal derxistibûn, yeko-yeko ji hevalê xwe ra dibêje.
Kur jî şaşîya xwe texmîn dike, ku gerekê hevalê xwe di rojên teng da bicêribînin. Diha rind e hevalekî merivan yê şîrhelal hebe, ne ku deh hevalên şîrheram.
Risqê wî haqas e
Rojekê paşa û wezîr ji kêleka merîkî belengaz ra derbaz dibin, paşê paşa gunehê xwe li wî merîyê belengaz tîne û ji wezîrê xwe ra dibêje:
-Wezîr, hanê vî kîsikê zêran dayne ber wî merîyê belengaz, bira bê ji xwe ra hilde bibe.
Wezîr dibê:
-Paşayî sax be, di vê dinê da risqê wî ewqas e. Hizdikî tu ji kuleka wî ra zêran bavêjî, risqê wî çi ye, wê wî jî bixwe.
Ew kîsikê zêran dibe datîne ser riya kesîb û gozqulixîyê lê dikin, çika ewê kîsikê zêran hilde, yanê na. Wextê kesîb tê nêzîkî zêran dibe, xwe ji xwe ra dibêje:
-Gelo kor çawa rê diçin?
Û çavên xwe digire, ewqas çavgirtî rê diçe, heta ji zêran derbaz dibe. Wî çaxî paşa ji wezîr ra dibêje:
-Rastî jî gotina te ye. Risqê merivan çi ye, meriv ewê jî dixwe.
Qiseya hevalên ermenî û kurd
Rojekê yekî ermenî ji hevalê xwe yê kurd ra dibêje:
-Bira, ku tu bibî padişa, tuyê çi bixwî?
-Ezê çîlika orta pîvazê bixum.
Îcar yê kurd ji hevalê xwe yê ermenî dipirse:
-Bira, lê ku tu bûyî padişa, tuyê çi bixwî?
-Bira, ka te li rûbarê dinyayê çi hîşt, ku ez bixum?
Mala we çi çê kirîye?
Rojekê hevalek ji yê dinê dipirse:
-Mala we îro çi xwerin çê kirîye?
-Mala me şorbe çê kirîye,- hevalê wî cabê dide.
-Şorbe çi ye, ku mala we çê kirîye,- hevalê wî lê dikene.
-Lê mala we çi çê kirîye,- îcar hevalê dinê jê dipirse.
-Mala me qet tiştek jî çê ne kirîye.
-Heval, şorbeya me ji qeta we ne çêtir e?- heval cabê dide.
Em ewê nabaxşînin
Rojekê bazirganbaşîyek dikeve ber mirinê. Ew ji xulamê xwe ra dibêje, ku deve-delûlê wî bîne, ew dixweze temîya xwe ya paşin bide wana.
Wextê xulam deve-delûlên wî tîne, ew berbirî wana dibe, dibêje:
-Gelî deve-delûlan, hûn gerekê bibaxşînin, ku min gelek caran hûn çerçirandine.
Deve-delûl bi hev ra dibêjin:
-Em dibaxşînine te.
Bazirganbaşî di ser da zêde dike, dibêje:
-Gelî deve-delûlên min, hûn bibaxşînin, ku min hûn bi qûm-qûmistanê ra birine, ber sur – sermê hîştine, hûn tî û birçî kirine.
Deve-delûl dîsa bi hev ra dibêjin:
-Em hemûşkî dibaxşînine te, lê tenê tiştekî nabaxşînin, ku te hertim ker davîte pêşîya me.
Kesê, ku mixenet be, ha ye
Rojekê merîk tê mala cînarê xwe, dibêje:
-Tu zanî, ku pişîka te ketîye koxê me û pûte donê me xwerîye.
Xweyê pişîkê ecêbmayî dimîne û dibêje:
-Pişîk bi xwe 3 girvanke ye, ew çawa bû, ku ewê pûte don xwar? Mixenetîya te li vir jî xuya dibe.
Kêvrûşk ji kêderê ra revî?
Rojekê di gundekî da kêvrûşkekê digirin. Êvarê kêvrûşkê dikine axilekî û nîrekî jî didine ber derê axil. Xêlekê şûnda kêvrûşk çing dike, ji wir direve.
Ewana sibetirê tên dinihêrin, ku kêvrûşk di axil da nîne, dibêjin:
-Kêvrûşk ji kêderê ra revî?
Û têne ser wê fikirê, ku ew ji qula nîr ra revîye.
Ango, neheqî tu caran bi ser nakeve, her rê heye, ku derkevine himberî zordestîyê.
Ew lingên xwe ji hev nas nakin
Carekê çend meriv diçine cîkî, dibên emê herin ji xwe ra zivistanê bixebitin, biharê bên bigihîjine cot û cobarên xwe.
Rojekê ew meriv berevî li cîkî dibin, nan-xwerina xwe dixun, lingên xwe dikine tendûrê, lê wextê rabûnê yek ji wana dibêje:
-Gelî hevalan, ez lingên xwe nas nakim. Yê dinê jî dibêje: -Welle, ez jî lingê xwe nas nakim. Yê sisîyan jî wisa dibêje û ewana demeke dirêj wisa melûl ji cî ranabin.
Ew wisa dikin, ku demeke dirêj li wê malê bimînin, têr nanê xwe bixun. Xweyê malê tê dinihêre, wê mêvanên wî ranabin.
Ew hildide, ji mêvanan ra dibêje:
-Gelî mêvanan, Xwedê bide yeke xêr, hûn çima ji cîyê xwe naleqin?
Yek ji wana caba wî dide, dibêje:
-Welle, em çi ji te veşêrin, çi ji Xwedê veşêrin, me lingên xwe kirîye tendûrê, lê em niha lingên xwe ji hevdu nas nakin, ku derxin.
Xweyê malê dibê:
-Qet nefikirin, ezê niha lingê we her yekî nas bikim û bidime we.
Ew şivekê digire destê xwe û dide çîpên wan. Her yek lingê xwe dikişîne û dibê:
-De niha we lingên xwe ji hev nas kir? Îcar niha bi wan lingan berê xwe bidine oxira xwe.

 

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev