Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Pêwendîyên me bi kurdan ra û karên me yên dijî wan di sala 1854an da -2

Me di 41 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, yek jî ji cildeya 3an ya berhemên zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûye.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov beşa duduyan a bi sernavê “Pêwendîyên me bi kurdan ra û karên me yên dijî wan di sala 1854an da” raberî we bikin.

Ev hersê pirtûk ji rûsî hatine wergerandin, lê heta îro jî çap nebûne. Em bi çapkirina perçeyên ji wan berheman kêmanîya wan weşanxaneyan dadigirin, ku zêde guh nadin çapkirina pirtûkên zanyarî yên bi kurdî.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Ji berhemên kurdzanên me – 42

Lê Elî axayê bi nav û deng bersîva nameya me derengî xist. 15ê îlonê ji navê wî du kurd hatine bal serekê desteyê û gotin, ku: “Elî axa û hemû Heyderî hazir in dostanîyê bi rûsa ra bikin û bikevine nava eskerên wan, bi şertê ku rûs wê erdê zevtkirî heta-hetayê di bin destê xwe da xwey bikin. Ji ber ku Elî axa ditirse, ku eger rojek ji rojan paymana aşîtî bê girêdanê û rûs ji van dera derkevin, tirk wê zorê li wan bikin. Lê ji ber ku niha rewş ne bêlî ye, Elî axa biryar kirîye ser demekê derbazî ser axa Farizistanê bibe, xwe ji heyfhildana rûsa an jî tirka biparêze û li wir bijî, ji ber ku berî sala 1853a jî ew li wir dijît”. Rastîyê jî, Elî axa bi pareke kurdên xwe va derbazî ser axa Farzistanê bû û di hêla bihêzkirina ordîya tirka da îdî hew alîkarîya wana dikir.

Em wê jî bêjin, ku di wan dema da navbera me û kurda gelekî xweş bû. Gelek qebîlên ji eşîrên Celalî û Heyderî timê ji wî berê Alla-daxê qasidên xwe dişandine warên me yên li rex çemê Hernewkê û hîvî dikirin, ku warên xwe li bakûrê Alla-daxê daynin.

Hinek cara giregirên qebîlekê dihatine bal me û şikyatê xwe dikirin, ku tirka hinek giregirên ji qebîla wan girtine û bernadin, gişka jî gazinê xwe dikirin, ku eskerên tirka cî li wan teng dikin, her tişt ji destê wan digrin û belaş dibin.

Gelek cara endamên qebîlekê bêy serekên xwe dihatin û digotin, ku serekên wan pişta tirkan in, ji bo wê jî ew naxwezin teslîmî wan bin. Hinek cara jî usa dibû, ku pey wana ra serekên wan dihatin bal me û digotin, ku karê wana bêy wan nameşe û ji me hîvî dikirin, ku em îznê bidne wan ew bi mirîdên xwe va cîguhastî bal me bibin. Em tenê bi wî şertî bi wan ra razî dibûn, eger endamên qebîlê bi xwe razî bin, ku ew serokatîyê li wan bikin û wek berê gurra wan bikin. Gelek cara qebîl razî nedibû, ku filan giregir serokatîyê li wan bike û ji me ra digotin, ku ew dixwezin tenê teslîmî serokatîya rûsa bibin, bikevine bin bandûra wan.

Serhing Lîxûtîn di nivîsa xwe da awa dibêje: “Ji ber ku mafên berê yên serekeşîra bi me va ne eyan bûn, lema jî me di van şertan da timê piştgirîya piranîyê dikir û piranî jî kurdên sade bûn”.

Ew gelek cara ketîye di nav şer û nerazîbûnên ku di navbera serekeşîra û kurdên sade da dibûn. Serekeşîra dixwest, ku milet di gurra wî da be, lê gelê sade jî dixwest ji hukum û zordestîya serekên ne bi dilê xwe aza be. Di dema wan pêwendîyên bi kurda ra ew hatiye ser wê bawerîyê, ku “hukumeta tirka dikaribû hinek serekeşîran bi hedya, qulixê bikire, bixapîne û bîne alîyê xwe, lê nikaribû kurdên sade bîne alîyê xwe”.

Desteya Êrîvanê, ku wek berê li ber çemê Hernewkê bû û Bayazîd xistibû bin destê xwe, gelek cara eskerên xwe dişande ser Dîyadînê û Qerekilîsê, heta piş çiyayê Alla-daxê jî, lê di meha çirîya pêşin da deste bi giştî gihîşte heta çemê Soûk-sûyê. Neyarên me timê jî di wextê xwe da paşda vedikişîyane berbi Wanê. Wan dema desteya Êrîvanê ji mîrlaw Bêbûtov emir sitend, ku derbazî wî berê çiyayê Alla-daxê nebin, ji ber wê jî desteya Êrîvanê heta ku riya ku diçe Alla-daxê bi berfê va bê girtin, li senceqa Bayazîdê ma, da ku firsendê nede tirka Bayazîdê zevt bikin û dû ra vegerîya herêma Êrîvanê. Û rastîyê jî, wê zivistanê tirka nikaribû Bayazîd zevt bikirana.

Serhing Lîxûtîn ser wê bawerîyê bû, ku desteya me gerekê venegerîya Pişkavkazê û Bayazîd bê eskerên me nehîşta. Lazim bû, ku êrîşî li ser Wanê bikirana bona hukumê me di nav kurda da zêde bibûya. Gelek cara ji wira kurd, ermenî û aşûrî dihatin û gazî me dikirin, ku em herine wira û sozê piştgirîyê didane me. Wan dema da di bin destê me da derheqa daxaz û armancên Yezdanşîr û tevlihevîyên li Kurdistana Mezin da malûmatî hebûn, ku di zivistana sala 1854a bi serîhildaneke xurt va destpê bûbû û weke 100 hezar kurd hazir bûn şerê tirka bikin. Bi me ra li hev hat ewan bûyeran bidne lezkirinê û xurtkirinê, ji ber ku tenê desteya Wanê ya zeîf dikaribû himberî me bisekine, ew jî ew eskerên bermayî bûn, ku ji korpûsa Bayazîdê ya ji hal ketî mabûn, ku me di şerê Çingilê da zora wan biribû û ew hincirandibûn. Eger me li Anatolîyayê zora desteya Wanê bibira, ewê ji bo me serketineke mezin nîbûya, lê eger me di kûraya Kurdistanê da zora wê bibira, ewê xwedî qîmetekî mezin bûya, ji ber ku ew serketina me ya li Tirkîya Asîyayê da û zevtkirina Wanê wê tesîreke mezin li ser rewşa hundurîn ya temamîya herêmê bikira, ewê roleke giring di temamîya Kurdistanê da bilîsta, milet wê hişyar bibûya û hukumeta Tirkîyê wê biketa di nav rojeke giran û rewşeke teng. Bona êrîşê hêza desteya Êrîvanê têr dikir: wê di karê peydakirina xurek da jî ber me asteng çê nebûna, ji ber ku li ser temamîya riya heta Wanê kurd pişta me bûn, lê di Wanê da tirka gelek xurek û cebirxane dabûne ser hev û kurdên Wanê soz dabûn, ku ewê nehêlin, ku desteya me di hemû mehên zivistanê da bê xurek bimîne, heta bajêr da jî.

Ji bo van sebeba desteya Êrîvanê xwe derengî dixist û bi lez ne diket, ku vegere herêma Êrîvanê, ji ber ku ser wê bawerîyê bû, ku mîrlaw Bêbûtov belkî fikra xwe biguhêre. Di wan dema da tirka destpê kirin kurd ji der-dorên Alla-daxê derxistin, piranî jî wan kurda, ku warên wan yên ji bo derbazkirina zivistanê li senceqa Bayazîdê hebûn, û sebebek jî ev bû, ku desteya Êrîvanê bi lez nediket vegere herêma xwe, ji ber ku ji me ra dest dida, ku diha zef kurd xwe nêzîkî me bikin, me nas bikin û hukumê me yê heq qebûl bikin.

Lê mîrlaw Bêbûtov her ser ya xwe mabû û tenê bi saya fermanên wî yên berk bûn, ku desteya me vegerîya herêma Êrîvanê.

Ji 9ê tebaxê serek û qasidên kurda yên ji sencaqên Dîyadînê, Eleşgirê û Qaqizmanê destpê kirin hatine warê eskerên me yê li Tûtaxê. “Hilbet, tiştekî ji şikberîyê der e, ku hukumê me li ser wan tesîr kir”,- serhing Lîxûtîn di berhema xwe da dinivîse. “Hatina desteya me li Tûtaxê û pêşdaçûyîna me berbi Dîyadînê û Sûrb-Hovhanêsê îzbat kirin, ku em dikarin bigihîjine armanca xwe. Tenê tirsa ku her tişt dikare ji dest wan here ew mecbûr kirin xwe li alîyekî bigrin”.

Ew serekên kurda ku hatibûn, aminaya xwe hindava me da dîyar kirin û wan hemûya 14ê tebaxê şandine Alêksandropolê bal mîrlaw Bêbûtov. Wana li wir gotin, ku dixwezin hemwelatîya Rûsîyayê qebûl bikin. Lê jimara kurdên usa ne pir bû. Xênji 300 malên eşîrên Zîlan û Celalî, hemû qebîlên ku berê li ser axa sencaqên Bayazîdê û Dîyadînê diman, li cîyê xwe yê berê man, ku dikete başûrê Aladaxê, li zozanên Heyderîya. Xût bi wî awayî, wek ku kurdên herêma Êrîvanê ew kurd bal xwe bi cî kiribûn, ku hatibûne wira(12).

Dema me şerê xwe li meydana Qersê betal kir û desteya Êrîvanê ji Bayazîdê vekişîya berbi Agrîdaxê (berbi Tûtaxê), hêvî kete dilê paşayê Wanê, ku ew dikare Bayazîdê zevt bike. Paşa destpê kir kurd berev kirin bona desteya xwe ya kêmjimar bi hêztir bike. Deng bela bû, ku ji wî ra li hev hatîye kurdên Hekarîyê bîne alîyê xwe, ku xudêgiravî wana 6 hezar eskerên peya dane. Ew behs ne rast bûn. Lê eşîreta Heyderîya, ku bin hukumê eskerên tirka da bûn, bi rastî jî ne tenê eskerên siyarî dane ordîya tirka, lê herweha yên peya jî. Lê ew kurd diçûn diketin tenê di nav cerdên başî-bozûka.

Ev hemû bûyer desteya Êrîvanê mecbûr kirin careke din Bayazîdê zevt bikin û warên xwe li ber çemê Hernewkê daynin. 2 bêlûkên mayîn jî hatin bona desteyê bi hêz bikin. Vira me pêwendî bi kurdên Farizistanê ra danîn. Ew dihatin warê me û ji me ra xurek dianîn. Me ji desteya xwe esker şandin bona kontrolîyê li rêyên Wanê û Dîyadînê bikin. Zûtirekê kurdên, ku piş Alla-daxê diman, wan jî destpê kirin xurek ji me ra dianîn, ji ber ku me perê baş dida wan.

2ê îlonê pareke desteya tirka ya Wanê (2 hezar eskerên peya bi 2 topa va) li ber çemê Soûk-sûyê bi cî û war bûn, ku 50 kîlomêtra dûrî Bayazîdê bû. Evê yekê serhing Sûmpfort(13) mecbûr kir êrîşî wî berê çiyayê Alla-daxê bike, bona nehêle ku tirk kurda bînine alîyê xwe û bi kîsî wana desteya xwe bi hêz bikin. 1400 kazak bi serokatîya serhing Xrêşçatîk ser çiyayê Alla-daxê ra derbaz bûn, daketine besta Mehemmed û 30 kîlomêtra çûn heta gihîştine çemê Soûk-sûyê, lê tirk îdî ji wan dera paşda vekişîyabûn. Li besta Muhemmed û berpalên çiyê kurda pez-dewarên xwe diçêrandin, lê fêza wan da konên wan yên reş xuya dikirin. Kurd pêşî çevtirsîyayî bûn, lê ew kurdên Celalî û Zîlan, ku di nav eskerên me da bûn, ber dilê wan da hatin û wana zûtirekê qasidên xwe şandine bal me. Lîxûtîn bi dilqencî ji wan ra got, ku ji serekên xwe ra bêjin bira eşîra Heyderîya ji me netirse û bira me bihesibîne dostên xwe.

Di nav kurda da deng bela bûbû, ku eskerên me destpê kirine êrîşê dibine li ser Wanê, lê wana ew yek bendî tiştekî hesab ne dikirin û di nav xeberdanên bi me ra heta şa dibûn jî û hazir bûn piştgirîya me bikin(14).

Piştî ku desteya me hate wî berê Alla-daxê, kurd xwe diha nêzîkî serhing Lîxûtîn kirin û malûmatîyên bi hûrgilî elamî wî kirin derheqa wê yekê da, ku li paşalixîya Wanê çi qewimîye. Wana gotine wî, ku kurdên Alla-daxê û yên der-dorê gola Wanê naxwezin bi rûsa ra şer bikin û wê bi hewaseke mezin derbazî paşalixîya Bayazîdê bibin, lê tirk wana bernadin û serekeşîrê Torina Elî axa, ku xwe firotibû tirka, bi destî zorê eskerên siyarî berev dike û alî tirka dike, ku kurda wek eskerên peya jî bibine ordîyê. Wana herweha gotin, ku di navbera Selîm paşa û Yezdanşîr da nerazîbûn çê bûne, ku Yezdanşîr dijminaya tirka dajo û hewl dide derkeve himberî wan. Kurda gelekî qedirê Yezdanşîr digirt, digotin, ku malbeta wî heta ji malbata sultanê tirka jî gelek kevintir û bi nav û dengtir e.

Dema serekê desteya Êrîvanê ev malûmatî sitendin, gelek bangawazî ji kurda ra şandin û çend name jî ser navê Yezdanşîr(15) û Elî axa nivîsîn û di wan da pêşnîyar dikir, ku dest ji tirka bikişînin, werin bigihîjine me, em bi hev ra kar bikin, ji ber ku em dost û xêrxazên we ne. Rast e, Yezdanşîr gelekî dûrî me bû, lê kurda soz dan, ku wê wan nama bigihînine xwedîyan û rastîyê jî bûne xweyê sozên xwe, ji ber ku me bihîstibû ku Yezdanşîr bersîva serekê desteya Êrîvanê dabû, lê çi mixabin, ku wan dema eskerên me cîguhastî herêma Êrîvanê bûbûn û nameyên Yezdanşîr negihîştine me(16).

Têbînî:

12. Di wan dema da guhdarîyeke mezin datanîn li ser wê yekê, ku dikare biqewime gelek kurd derbazî ser axa bin destê me da bibin. Wek xuya bû, bi dilê mîrlaw Bêbûtov bû, ku kurd bêne bal me û eva yeka ji nivîsên serhing Lîxûtîn jî xuya dibe. Ew nivîsên wî yên derheqa vê pirsê da emê li jêr tam raberî we bikin. Em wê jî bêjin, ku Lîxûtîn bi îzbatîyên berbiçav va tê ser wê bawerîyê, ku ew daxaza serokatîya Kavkazê tiştekî ecêb bûye:

“Qîmetekî mezin didane wê yekê, ku kurd derbazî alîyê me bibin. Lê ez ne ser wê bawerîyê me, ku ew yek pir giring bû û emê ji wê yekê karê ketana. Ew kurdên ku hindava Tirkîyê da bi amin bûn, di dema şêr da tu rolek ne lîstine, ji ber ku ew aminayî li ser gotina bû, lê di kar da ne dihate xuyakirin. Û eger bi seda malên kurda derbazî ser axa me bibin, ewê nikaribin kareke mezin bidine me. Ji me ra diha dest dide, ku di Rûsîyayê da kurd hebin, lê ne bi jimareke mezin, wek ku niha hene, ew jî ji bo wê, ku dema lazim bibe, ew bikaribin li ser kurdên Tirkîyê tesîr bikin. Lê eger ew bi jimareke mezin bêne bal me, wê tu feydê nedine me. Hemû kurda nikarin ji cî û warên wan derxin – Kurdistan axeke mezin e. Û ewê li ser axa me çi kêrî me bên? Ji wana mîlîs jî dernakevin. Eger ew pir bin, ji me ra wê serêşandin çê be, emê nikaribin pêşîya talan û qaçaxîyên wan bigrin. Eger em ji bo talan zorê li wan bikin, emê bi wê yekê va xatirê wan kevin û emê pêwendîyên xwe yên baş bi kurdên Tirkîyê ra xirab bikin. Eger ew di nav sê dewletan da bêne parevekirinê û eger firsenda wan hebe ji welatekî derbazî welatekî mayîn bibin, ewê li ser axa me tevlihevîyan saz bikin û ji me ra problêma derxin û wî çaxî wê gelekî dijwar be gema wana bikişînin. Eger hukumê me li ser wan xurt û berk nebe, ewê pir bi xeter bin. Niha baştir e, ku ew li Tirkîyê bimînin, ji ber ku ew dikarin wî welatî sist bikin û wêran bikin. Niha ewana tenê ji bo wê yekê ji me ra dest didin. Eger me hemû kurd banîyana bal xwe, wî çaxî meyê kuleke Tirkîyê derman bikira. Di Tirkîyê da em nikarin bawer bin, ku ew bi me ra amin in. Wira ewê wî tiştî bikin, ku ji wan ra dest dide û tê hesabê wan: ango, ewê him ji me, him jî ji tirka hedya hildin, him me bişêlînin, him jî wana, eger firsend bikeve wana, ewê rabine him dijî me, him jî dijî tirka. Ew ji me diha zef ditirsin, ji ber ku em xurttir in. Lê ewana ji me diha zef hiz dikin, ji ber ku ew bi tirka ra tim di nav nerazîbûnan û huceta da nin. Lê me heta niha tenê rû daye wan. Ewana bona wê yekê jî ji me zêde hiz dikin, ku em heq in û xurt in, hêvîya wan heye, ku bi saya serê me wê ji bo wan jî riya ronahîyê vebe. Eger em karê xwe bi aqilanî birêve bibin, ewê bibine hevalbendên me yên dijî Tirkîyê û ewê ji bo hukumeta Tirkîyê pir bi xeter bin, ji ber ku dijminê hundurîn zêde dikare zirarê bide, di hêlekê va jî tirk wê ji wê yekê jî ziyanê bikevin, ku kurd wê bi çeka û xurek alî neyarên wan bikin. Lê ewê kareke mezin bidne me, eger ew li ser axa Tirkîyê bimînin”.

Ev bîr û bawerî ji bo me pir giring in, ji ber ku merîkî usa dibêje, ku gelek cara pêwendî bi kurda ra danîne û bi xwe jî serekê Barêgeha desteya Êrîvanê bûye. Mîrlaw Bêbûtov xênji wê yekê, ku dixwest kurdên Tirkîyê derbazî alîyê me bibin, ewî herweha digot, ku lazim e kurdên Rûsîyayê ji kenarê çemê Erez yê rastê derbazî kenarê çepê bikin, ji bo ku ew diha nêzîkî kurdên Tirkîyê bin, bona hukumê me li ser diha zef kurdan hebe. Di meha nîsanê sala 1854a 450 malên kurdan yên ji 20 gunda, ji kenarê çemê Erez yê rastê cîguhastî berê dinê kirin. Em wê jî bêjin, ku kurdên Rûsîyayê wî çaxî pir dewlemend bûn. Ji bo em gotina xwe mak bikin, em çend jimara bînin: di bin destê wan 450 mala da 52 hezar mî, 6 hezar dewarên gir, hezar hesp hebûn. (Nameya serleşkerê ku li ber kenarê rastê yê çemê Erez bi cî û war bûbûn, Xrêşçatîskîy ya ser navê serekê desteya Êrîvanê gênêral-milazim û mîrlaw Vrangêl; 3ê nîsanê sala 1854a, hejmar 106. Arşîva Barêgeha eskerî ya herêma Kavkazê. Biryara Barêgeha desteya Êrîvanê derheqa cîguhastina kurda ji kenarê çepê yê çemê Erez berbi kenarê wî berî çêm, nivîsa hejmara 185a).

13. Mîrlaw Vrangêl di şerê Çingilê da hatibû birînadarkirin û serhing Sûmpford serokatî li desteya Êrîvanê dikir.

14. Em li jêr çend malûmatîyên hewaskar raberî we dikin, ku serhing Lîxûtîn di berhema xwe da nivîsîne: “Di besta Mehemedîyê da di navbera du çiya da topikek xuya dike, û li ser tepa wî topikî (gir) kelefên kelayeke kevin xuya dibin. Me nikaribû ji nêzîk va ew bidîta, ji ber ku ji dest tendûrekê rê pir xirab û bi xeter bûbûn. Bi gotina kurdên vira, ew kela rûsa du hezar salan berî dewrana me çê kirine, û di wan dema da, berî ku tendûrek çê bibe, li vê bestê gelek binecî diman. Ew tendûrek berî 1500 salan xuliqî û her tişt da ber xwe bir. Ji ber wê jî ev der xalî bûn. Kurd ji sedî sed bawer bûn, ku me berî 2000 sala li vira şer kirîye, em bi ser ketine û dû ra me pişta xwe daye wan, em çûne. Wana dixwest me jî di wê yekê da bidine bawerkirinê. Vira min cara pêşin bihîst, ku ji demên buhurî heta roja îro di nav kurda da evsaneyek (çîrok, lêgênd) heye, ku ewê zû an dereng bikevine bin hukumê rûsa. Pişt ra min ev yek ji gelek kurdên mayîn jî bihîst”.

15. Binhêre serdazêdekirina hejmara 8a. Nameya serekê desteya Êrîvanê ji bo desteya Yezdanşîr, ya 20ê tebaxê sala 1854a. (Arşîva Barêgeha eskerî ya herêma Kavkazê. Nivîsa hejmara 213a ya bi sernivîsa: “Nameyên cuda-cuda yên ku ji serekeşîrên kurda û giregirên wan ra hatine şandin”).

16. Derheqa serhildanên Yezdanşîr û pêwendîyên wî bi me ra emê li jêr (di serê 5a da) ji we ra şirove bikin.

Riataza

records Source:Têmûrê Xelîl

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev