Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

We dizanibû…? – 42

We dizanibû…? – 42

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…bi bawerîya gelek zanyaran pirtûka bi zimanê kurdî ya çapbûyî ya pêşin Încîla bi kurmancî ya bi herfên ermenî ya bi sernavê ”P’êymanê no ê xoîyê me Îsa el Mesîh” e, ku di sala 1853an da li çapxaneya A. N. Boyacyanê ermenî li Konstantînopolê (niha Stenbol) çap bûye. Ev ji 638 rûpelan e. Ew ji Încîla bi ermenkîya kevinare – ermenkîya Grabarê – hatîye wergerandin.

…li bajarê Sabadêlî yê herêma Katalonya navê Kurdistanê li cadeyekê kirine. Di nava tablo û di bin navê Kurdistanê de, nivîseke kurt li ser Kurd û Kurdistanê heye. Di nivîsê de behsa parçebûna kurdan a di navbera Îran, Iraq, Tirkiye, Sûriye û Ermenîstanê de tê kirin. Herêma Katalonya dikeve bakurê rojhilatê Îspanyayê û bi awayê otonomî birêve diçe. Katalonya li sala 1714an û piştî êrişa Fransayê, serxwebûna xwe ji dest da û niha di navbera Fransayê û Îspanyayê da parçe bûye. Katalonî jî wek kurdan herdem dixwazin serxwebûna xwe ragihînin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev