Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Hejmara rojnameya ”Rya teze” ya meha nîsanê derket

Hejmara rojnameya ”Rya teze” ya meha nîsanê derket
Ev rojnameya kurdî ya here jîyandirêj eva 86 sal in xizmetî gelê xwe dike. Di dema Sovyetê da ew gula rojnamegerîya hemû kurdên cihanê bû, bi piştgirîya dewleta Sovyetê di heftêyê da 2 caran, ango di mehê da 8-9 hejmar derdiket. Piştî hilweşîna Sovyetê, Ermenîstan di hêla aborîyê da lewaz bû û alîkarîya lazim nikare bide rojnameyê. Di hêlekê va jî dibêje me ewqas sal alîkarîya we kir, niha jî Kurdistana we çê bûye, bira ew alîkarîya we bike. Ango, rewşek çê bûye, ne Ermenîstan dikare alîkarîya lazim bide, ne jî Kurdistan dide.
Lê dîsa jî bi saya welatparêz, berprisyarê rojnameyê Tîtalê Kerem û xebatkarê rojnameyê Mirazê Cemal ew rojname mehê carekê be jî, dertê.
Gerekê sipasîya xwe ji sponsorên wê ra bêne gotin: Desteya Bilind ya Bingeha Lalişê û ronakbîrekî kurd, Zorîkê Şekro Mihoyî, ku demeke dirêj e alîkarî dikin û nahêlin ew rojnameya delal bê girtin.
Em hêvîdar in, piştî xwendina vê nûçeyê wê hinek kes peyda bibin, ku bikaribin alî wê rojnameya me bikin. Bona wê yekê bi redaksyonê va werine girêdan.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev