Bajarên me hatin kavilkirin, lê nabe kurdînî û Kurdistanîtî bêhêvî be…

Bajarên me hatin kavilkirin, lê nabe kurdînî û Kurdistanîtî bêhêvî be…

Bayram Ayaz

Vî wêneyî li mejiyê xwe bi cîh bikin, bila bibe mêzîna wijdana we, eyarê Kurdperwerî û Kurdistanîtiya me.

Kavil û wêrankirina Nisêbînê û bajarên me yên din helbet êşeke pir mezin e. Lê, daliqandina alaya Tirkan di nav kavil û xerabeyên bajarên me de, sembol û peyama ji nû ve dagîrkirina bajarên me ye! Ev yek, wekî tu guleyekî bi mejiyê min ve bidî, min bêhal dixe, lê kerb û kîna min jî bi têra xwe zêde dike.

Kîja Kurdê/a dilsoz vî cerîmeya dewleta Tirk nebîne û dijî vê yekê dernekeve, li beramberê doza welat û miletê xwe dikeve nav şaşiyeke mezin. Ti bahane û gilî gazin, vê zilma dewleta Tirk rewa nake, biheq dernaxe.

Rast e, şaşî û xefleta siyasî ya pkk-ê rê li ber vî wêneyî vekir. Stratejiya pkk-ê ya xendeqan, ji serî ve karekî pîs bû, bêhnketî bû, siyaseta “guro were min bixwe” bû û hê jî wisa ye. Me vê yekê ji roja destpêkê ve nivisî, got û emê berdewam bêjin jî. Pkk-ê ne goh da me, ne jî goh da xelkê welatparêz û dilsoz yên nav xwe û dora xwe. Ev cerîme, ev kavilkirina bajarên me dikarî pêşî lê bigirta, eger di demê wê de ji bajaran vekişiya. Dê bi sedan ciwanên me, xelkê me sivîl jî nehatiba kuştin. Dewleta Tirk bixwesta jî nedikarî bi vî cureyî şer û hêriş bikira. Rêvebirên pkkê bixwe li dû hevdu ragihandin ku şaşiyan kirin, texmînên wan şaş derketin û gelek tiştên din… Lê ev ragihandin û daxuyanî ne samîmî ne, piştî çirik di virikê re derbas bibe, mukir hatina şaşiyan zerar û ziyana canî û malî bi paşve nayne. Ev tiştên qewimîn, şaşî û çewtiyên siyasî û stratejîk giran in. Hêzên siyasî û her wisa xelk dê muhasebeya van qewimandinan bikin û dikin jî.

Nuha divê hem van bûyeran û her wisa siyaset û bizava paşerojê qenc ders bikin.
Pkkê xwest ji bajaran “projeya xweseriyê” dest bîne. Nuha bajarên ku bi sedî heştê-nodî deng dabû wan kavil bûn. Proje û stratejiya pkkê, wekî rêvebirên wan bixwe jî dibêjin bi serneket. Nuha pkkê careka din berê xwe daye şerê çiya û beriyan.

Her bûyer, her qewimandin rewşeke nû bi xwe re tîne.

Ew alayên ku dewleta Tirk li Nisêbînê, Sirnexê, Cizîrê, Geverê, Silopiyê, Surê daliqandiye, divê tenê wek alayên ser kavilên şerî bimînin û xelk wateya (maneya) daliqandina wan alayan ser binayetê kavilkirî, an nivîsandina durişmên tirkçî li ser dîwarên xirbe têbigîhe. Em nehêlin li van bajarên me, wekî dayika Geverî diqîriya û digot, ji kurdîniyê sar bibe.
Kurd dikare xaniyê xwe yê xerabbûyî ji nû ve lêke, lê dilê ji Kurdîniyê şikestî dê zahmet be, dê ne wisa hêsa were derman kirin.

Hêzên welatparêz ên dilsoz divê hay ji vê rewşa zîz û hesas hebin.

Pkkê şaşiyên mezin kir, behane ji gur re peyda kir, wan jî bajarên me kavil kirin. Qet nebe em nuha lê şiyar bin, bila tirsa zaliman xelkê me bêdeng neke, zerar û ziyana canî û malî gîha ye me, bila nebe sedem ku xelkê me ji doza azadiya welat û milet sar be. Vê mijarê de berpirsiyariya mezin dikeve ser milê hêzên derveyê pkkê. Divê em hay ji rewşê hebin, xelkê me bêhêvî nebe. Ji bo vê gotareke hevbeş û rast û xebateke dilsozane û Kurdistanî divê.

Heta mumkîn be, ne pêwist e em bi pkkê re bikevin muneqeşe û qirûciran. Ew goh nadin gotina kesê û çi li hesabê wan were, wî tiştî dikin, tew eger ew kar zirarê jî bide tevgera Kurd. Di mijara xenedeqan de ev tişt careka din eşkere bû. Ew gotina kesê nakin, na ya wan bi xwe be. Eger ya wan şaşî û çewtî be jî, vê yekê jî qebûl nakin, çîrok ev e. Divê mirov rastiyê bi xelkê xwe nîşan bide, bi xelkê xwe re bi hevra pêşî li şaşiyan bigre. Me wê hêz û taqetê di xwe de bidîtiya, em daketana nav xendeqan û nehêliya li nav bajarên me xendek û senger werin danîn, dibe ku ev cerîme bi vî halî nehata serê miletê me.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev