Gelo heqê Hecîyê Cindî û malbeta wî hatîye xwerin?

Gelo heqê Hecîyê Cindî û malbeta wî hatîye xwerin?
Alozîyên li ser careke din çapkirina “Folklora kurmanca” ya sala 1936an û çend zelalî
Têmûrê Xelîl
Welatê me ber bi serxwebûnê va diçe. Dil dixweze ku her karê me bi qanûnî, bi destûr, bê şaşî bê kirinê û ya sereke jî heqê tu kesî neyê xwerinê.
Van rojan min di rûpelên medya sosîal da minaqeşeyên çend ronakbîrên me yên navdar xwendin, ku ser pirsekê lihevnekirin hebû û her yekê fikira xwe digot. Mesele, ronakbîra me ya delal Frîda Hecî Cewarî, ku keça Hecîyê Cindîyê mezin û xanima helbestvanê binavûdeng Fêrîkê Ûsiv e (ev xanima delal hemû berhemên bavê xwe û mêrê xwe yên çapnekirî û hinekên çapkirî jî careke din da amadekirinê û da çapkirinê, xebateke beramberî redaksyonekê û weşanxaneyekê kir) ha dinivîse:
(ez hemû nivîsên wan ronakbîrên me wek ku wana nivîsîye çap dikim).
-Pirtûka dûda ya “Folkilora Kurmanca”, ya diari bo sedsaliya Hecîyê Cindî dîsa te weşane jî alîye Tosinê Reşîd u Eskerê Boyîk».
Piştî vê nivîsa Frîde xanimê, Tosinê Reşîd dinivîse:
-Pirtûka “Folklora kurmanca” çapa duyemîn min tîpguhêrîyê, pêşgotin nivîsîye û ser kar û jîyana zanyarên ew pirtûk amade kirine; Hecîyê Cindî û Emînê Evdal gotar nivîsîne. Lê gava pirtûk amade bû, xwedîyê weşanxana ‘Avesta’ Abdulla Keskîn ji min destûr xwest, wekî Eskerê Boyîk jî gotarekê ser wê pirtûkê binvîse û di pirtûkê de bê çap kirin. Çiqwes jî min pêşgotina duyemîn zêde dît, lê dîsa jî negot na. Usane di amade kirina pirtûkê de Eskerê Boyîk tu tişt nekirîye. Ew pirtûk di destê Frîda Cewarî de heye û haya wê ji amade kirin û çap kirina pirtûkê heye. Ji bo çi usan nivîsîye, tê nagihîjim.
Pişt ra Eskerê Boyîk bi maqûlî bersîva van herduyan dide:
-Rastî: Despêka sala 2008 a nivîskarê me Tosinê Reșîd nemek min ra nivîsî, ku wî „Folkilora Kurmanca“ ji herfê Î. Marogûlov û Erebê Șemo wergerandiye bi herfên latînî yên ku niha tê kêranîn û weșanxana AVÊSTA wê biweșîne /bi rastî jî birayê Tosin karekî pir mezin kiri bû/. Nivîsî bû ku wî pêșnyar li weșanxanê kirye ku ez /Eskerê Boyîk/ pêshgotinê binivîsim.
Ji pey ra, min neme ji xwediyê weșanxanê kekê Abdulla Keskîn stend bi heman pêșniyarê.
Çiqas jî karekî din destê min da hebû, min ew kar da alîkî ev „pêșgotin“ nivîșî û 15.08. 2008 weșanxanê ra șand. Pirtûk sala 2008 an, ew pêshgotin jî di nav da, hate weșandin. Ji wê demê heta niha /dema ez van xeta dinivîsim/ min tu ciya nenivîsiyê û negotye ku min ew pirtûk ji bo weșenê amade kirye. Min ji bo nivîsara wê „Pêșgotinê„ jî tu tișt nestandiye, heta ji wê pirtûkê yek jî min ra neșandine. Ez nizanim çiye sebeb ku Frîde Xanimê ev xeberê hișk nivîsîne:
Dilê hinek ronakbîrên me yên din jî bo vê lihevnekirina ronakbîrên me diêşe, hewil didin bi şiroveyên xwe ber dilê wan da bên û ev karê kirî karekî mezin dibînin û pîroz dikin, wek herdem pesinê hemûyan ewqas didin, ku ew kes bi xwe û xwendevan jî ji wan pesinan aciz dibin. Weke ku mirov di dawetê da eşqê yekî vexwe, pesinê wî bide.
Xwendevanên hêja, ji vir şûnda gotara min destpê dibe. Bêy ku ez bi kûrayî tevî minaqeşeyên ronakbîrên me bibim, ka kê rast e, kê şaş e, em mêzekin ka ew kar bi qanûnî, bê kêmasî hatîye kirinê, hêjayî pesinê û pîrozkirinê ye an na.
Ez dixwezim li vir her tiştî zelal bikim, ji ber ku di van minaqeşeyên her sê ronakbîrên me yên hêja da pirsên wisa hene, ku bi zanebûn an bê zanebûn xuya nabin.

Sala 2003an ez li Kitêbxaneya Kurdî a Stockholmê da dixebitîm. Serekê Kitêbxaneyê Nedim Dagdeviren ber min pêşnîyar kir projeyeke fermî amade bikin, bona hemû pirtûkên Hecîyê Cindî ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet bikin ser herfên latînî yên “Hawar”ê û çap bikin. Bona vê armancê me biryar kir mirovekî nêzîkî malbeta Hecîyê Cindî ra bikevin nava pêwendîyan. Me akadêmîsyen-kurdzanê mezin Şekroyê Xudo, ku zavayê Hecîyê Cindî ye, bona wî karî bi fermî ezimande Stokholmê, bona ser wê meselê hev bişêwirin û him jî ew bo kurdên Swêd sêmînarekê bide. Şekroyê Xudo hat, cem min û Nedîm bi baltûza xwe – Frîda Hecî ra kete pêwendîyê, ku destûrê jê bistîne. Ewê jî bi zar destûr da, ma ew destûr bi fermî be. Serokê Kitêbxanê kontraktak nivîsî, min bi xwe bir Rewanê, da Frîda Hecî, ewê jî bi du xûşkên xwe ra tevayî ew kontrakt îmze kir (ji 5 xûşkan yek çûbû rehmetê, yek jî ne li Ermenîstanê bû), ku destûra careke din çapkirina hemû berhemên Hecîyê Cindî didine Kitêbxaneya Kurdî ya Stokholmê. (Ango, piştî wê rojê destûra hîç kesekî tunebû pirtûkeke Hecîyê Cindî bi serî xwe careke din çap bikira. Destûreke din tenê wî çaxî dikaribû hebûya, dema kontrakta her sê keçên Hecîyê Cindî bi Kitêbxaneya Kurdî ra îmzekirî hêç bihata hesibandin û ji nû va bi kesekî din ra kontrakt bihata girêdan-îmzekirin).
Me biryar kir ku karê transkrîpsyonê ez pêk bînim. Min jî herdu keçên xwe –Mîdîyayê û Dîdarê– kire nav vî karî, me dest bi wî karî kir. Keçên min berhem ji kirîlî û ji kurdîya latînî a kurdên Sovyet dikirin latînîya îro, ango ya ”Hawar”ê, min jî kontrol dikir. Piştî çend salan me ew kar –tîpguhêzîya hemû berhemên Hecîyê Cindî yên folklorî– bi serketî pêk anî. Pirtûkên Hecîyê Cindî yên pêşin – her 6 cildeyên ”Hikyatêd Cimeata Kurda” û ”Mesele û metelokên kurdî” ya 800 rûpelî bi kontrakteke fermî di weşanxaneya ”Rûpel” ya Le Monde Diplomatique a Kurdî da hate çapkirin. Xênji cildeya hikyatan ya 6an, hemû jî herdu keçên min kiribûn, cildeya 6an Frîda Hecî kiribû, ji ber ku ew cilde çap ne bûbû, lê Hecîyê Cindîyê nemir bo çapê amade kiribû. Hilbet, him Kitêbxaneya Kurdî, him jî weşanxaneya ”Rûpel”ê ev kar fînanse kiribûn û heqê tu kesî, herwiha heqê malbeta Hecîyê Cindî jî, nehate xwerinê. Pirtûka ”Folklora kurmancîyê ya sala 1957an” jî bi transkrîpsyona herdu keçên min ji alîyê weşanxaneya ”Lîs” da li Diyarbekirê derket.
Me transkrîpsyona hemû pirtûkên Hecîyê Cindî yên folklorî sala 2006an xilaz kir, “Folklora kurmanca” ya sala 1936an, “Şaxêd Rostemê Zale kurdî”, ”Klamêd cmaeta kurdaye lîrîkîyê“, ”Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê”, ”Varyantên kurdî yên destana ”Koroxlî” jî di nav da.
Lê wisa qewimî, ku Nedîm Dagdevirenê serokê Kitêbxaneya Kurdî ya Stokholmê sala 2007an wefat bû û çend salan beşek ji pirtûkên Hecîyê Cindî çapnekirî man. Em jî mecbûr man bi weşanxaneyeke ciddî ra bikevine nava pêwendîyan û wana jî soz daye di demeke kurt da bona çapkirina wan pirtûkan careke din bi neferên malbeta Hecîyê Cindî ra bikevine nava pêwendîyan bona pirsên bi fînansekirinê ra girêdayî hel bikin û wana çap bikin.
Wek me dît, ev pirtûka “Folklora kurmanca” ya sala 1936an bê destûr, ango bêqanûnî derketîye. Pirseke din: Gelo ew pirtûka ku careke din çap bûye, wek xwe çap bûye? Na! Tîpguhêzî-transkrîpsyona pirtûkekê tê maneya pirtûk wek heye, wisa bê çapkirin. Heta eger di pirtûka orîgînal da şaşî hebin jî, ew pirtûk gerekê bi wan şaşîyan va çap bibe. Lê em dibînin, ku di çapa 2an da gotar, nivîs, wêne, pêşgotinên çend kesan derketine, ku çend salan pey çapkirina pirtûka orîgînal ra ji diya xwe bûne. Gelo di pirtûkê da şaşîyên fikirî, çapê, herfan hene? Belê, gelek û gelek! Şaşîya here mezin jî ew e, ku hatîye nivîsar, ku ev pirtûk ji herfên kirîlî hatîye transkrîpekirin, lê ji herfên latînîya kurdên Sovyet ya Erebê Şemo amadekirî hatîye kirin. Bi kurtî, ev herdu pirtûk dişibine hev, lê pirtûkên ji hev cuda ne.
Û pirsa here sereke. Ji vê çapê malbeta Hecîyê Cindî heqê xwe sitendîye, an heqê wê hatîye xwerin? Ez pê hesiyam ku yek qirûş jî ne sitendîye. Bira xwendevan bizanibin, ku kesên min bi herdu keçên xwe ra tevayî bi wan ra kar dikir –Kitêbxaneya Kurdî ya Stokholmê û Weşanxaneya ”Rûpel” ya Le Monde Diplomatique a Kurdî– heqê wê malbetê ne xwerin û eger ev pirtûk jî wana çap bikirana, wê dîsa heqê wê malbetê nehata xwerin.
Li bendê bin, ew pirtûka sala 1936an bi herfên latînî yên kurdên Sovyet va çapbûyî wê bi herfên latînî a ”Hawar”ê, bi awayekî qanûnî, bê şaşî di demeke kurt da çap bibe û wê heqê tu kesî jî neyê xwerin!

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev