Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Helbesteke xweş ji Xaylaza Reşîd

Helbesteke xweş ji Xaylaza Reşîd
EZ IM, JI XWÎNA ARÎ ME

Xaylaza Reşîd

Ez ne bûka ber perdê me
Rû vekirî li ber dinê me
Tu kes, tu kes min nikare
Li çiyayê bilind bîne xware.
Nameşim li bin çarşevê
Sifetê min weke heyvê
Natirsim ez şer û xwînê
Va me, va me li ber dinê.
Peşmerge me, gêrîla me,
Ez im, keça gelê xwe me
Sîng daye ba û bahozê
Dijmin re dikim dew û dozê.
Eslê xwe da ez Arî me
Pêşketî û ne gundî me
Çev û birîya ez kil didim
Bedewbûna şewq vedidim.
Dîlbera Feqîyê Teyra me
Zîna Cizîra Bota me
Edûla me, ez bang dikim
Dewrêşê xwe pir hez dikim.
Ez dayîk im, dil evîn im
Xemxur im û xemrevîn im
Şevê zaroka dilorînim
Bi ro dijmina dinalînim.

Derheqa nivîskar da

Xaylaza Reşîd

Helbestvana kurd a navdar e. Pey dibistanê ra kolêca çarsale xilaz kirîye, li bajarê Tbîlîsîyê dersên kurmancî daye zarokan, 20 salan di Yekîtîya êzdîyên Gurcistanê da karê çandî û folklorê kirîye, karê rojnamevanîyê jî kirîye. Pirtuka wê a bi navê Kaniya Dilê min, sala 2007an çap bûye, endama Pena Kurd e.

Qeydên dişibine hev